Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e 2020-02-18 14:21:29 WAN – Siyasetmedarên kurd Sirri Sakik û Selîm Sadak bertek nîşanî hevrêyên xwe siyasetmedar Mahmût Alinak dan û gotin: ""Zilma niha tê kirin ji zilm û zordestiya sala 1994’an bihûri ye.”  Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak di 17’ê sibatê de bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Alinak bi daxwaza cezayê muebetê dê were darizandin.   Li ser medya civakî li dijî girtina Alinak nerazîbûn tên nîşandan. Hevalên Alinak ku pê re xebitîne Sirri Sakik û Selîm Sadak bertek nîşanî girtinê dan.    SAKIK: 26 SALIN TU TIŞTEK NEGUHERIYE    Sirri Sakik da zanîn ku ew salên dirêj bi Mahmû Alinak re xebitiye û wiha got: “Em ji bo têkoşîna demokrasiyê xebitîn. Dema di sala 1994’an de me ji Meclîsê derxistin birin, ez û keke Mahmût bi hev re bûn. Wan rojan em hemû bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin. Piştî ewqas salên dirêj derbas bûn siyasetmedarek kurd dîsa bi cezayê ku xistine şûna cezayê darvekirinê ji xala 302’an tê darizandin. Ev jî dide nîşandan ku li Tirkiyê tiştek neguheriye. Kekê Mahmût ew kes e ku dinivîse, siyasetê dike û ji bo gelê xwe têdikoşe. Hûn dixwazin biecibînin an jî ne ecibînin, lê ew bêtirs ji bo navê demokrasiyê ramanên xwe tîne ziman. Kekê Mahmût yek ji ewladên wêrek ê vê axê ye. Kekê Mahmût nikare xwe li pirsgirêkan ragire. Ew li dijî neheqiyê derdikeve. Tişta ku Kekê Mehmût pê tê sûcdarkirin temamî li dijî hiqûqê ye. Divê ev neheqî û bêhiqûqî ji holê were rakirin.”   'BÊHIQÛQÛ ZÊDETIR BÛYE’    Sakik diyar kir ku 26 sal bi ser derxistina wan a ji Parlamentoya Tirkiyê de derbas bûye û wiha domand: “Heman sepan didome û ev welat li wan rojan maye. Tevî ewqas dem derbas bû û êş bi serê me ve hatin jî lê tu tiştek lî welatî neguheriye. Gelek aktorên siyasî û siyasetmedar hatin û çûn, lê polîtîkaya wan a înkarê ya ji bo pirsgirêka kurd neguherî. Niha dîsa em di pêvajoyek hatiye jiberkirin de derbas dibin. Di sala 1994'an de çawa siyasetmedaran xistin girtîgehan, îro jî heman tişt xwe dubare dike û piştî 26 salan tiştek neguheriye. Îro jî siyasetmedar, serokşaredar, akademîsyen û gelek kes tên girtin. Tiştên di sala 1994’an de hatin serê me îro girantirî wê pêvajoyê tê serê me. Lê bila baş bê zanîn, tenê ne gelê kurd her kes bedelê vê yeka giran dide.”    'TIŞTÊN HATIN KIRIN EM QEBÛL NAKIN’    Sakik anî ziman ku Alinak yek ji wan siyasetmedaran e ku tu demê sekna xwe li dijî neheqiyê neguherandiye û got: “Alinak ji roja ewil ve her tim xwedî helwestek xwe ya muxalîf bû û her tim tiştên radîkal dibêje û di tevahiya jiyana xwe de li pey gotinên xwe ye. Li vê erdnîgariyê her kes Alinak baş nas dike. Her tim li ser xeta mezlûman e. Titşa ku li Edliyê li dijî wî pêk hat qet û qet nayê qebûlkirin. Ji bo ev rewş were guhertin ez bang dikim.”    'BI SEKNA XWE DADGEHÊ HEJAND’    Siyasetmedar Selîm Sadak jî destnîşan kir ku Mahmût Alinak bi raman, fikr û sekna xwe adeta dadgehê “hejand” û wiha got: “Mahmût Alinak tişta ku divê siyasetmedarek kurd bike dike. Ez wî ji ber vê sekna wî ya wêrekî silav û pîroz dikim. Tu sûcê wî nîne. Divê nehata binçavkirin jî. Lê mixabin ev dewlet li hember siyasetmedarên kurd har û dîn bûye qet neguherî. Ev dewlet siyasetmedarek 68 salî digire û bi rojan li ser betona sar disekinîne. Em vê yekê qet qebûl nakin. Mahmût wêrek e û kedkarek ku bi arîşeyên gelê xwe re eleqedar dibe. Ez ji sala 1991’an vir ve wî nas dikim. Tu demê ji têkoşîna xwe gavek paşve neavêt. Wî berê çav, guh û ramanê xwe daye ser têkoşîna vî gelî. Wî tu demê rêya xwe şaş nekiriye. Mahmût nobedarê gelê xwe yê bêtirs e.”    'YÊN BIRYAR DANE DIVÊ ŞERM BIKIN’    Sadak da zanîn ku angaştên Alinak pê hatiye girtin cihê şerm û pêkenokiyê ye û wiha got: “Axaftina wî ya li gel malbata Mehmet Tûnç jî kirine sûc. Mehmet Tûnç di dilê gelê xwe de dijî. Pirtûka qala Mehmet Tûnç û Bêkes dike û dîsa pereyê ji pirtûkê hatiye bexçî malbatê hatiye kirin, baş e ez dipirsim kî dera vê yekê sûc e? Ew însanek parlamenteriya Şirnexê kiriye ye. Em dikarin ji vê sekna wî ya mirovî re ku tê cezakirin hiqûqî ye? Ji ber vê yekê em bang dikin; divê xwedî li Mahmût Alinak derkeve û pirtûka wî were xwendin. Her wiha dîsa ji lihevanîna du malbatan tê sûcdarkirin. Ji Xwedê bitirsin! Pêkanîna aştiyê çawa dibe sûc? Heke ev sûc be, divê hemû siyasetmedarên me dest ji karê xwe berdin û malbatên ji hev xeyîdine li ku ne bila li hev bînin. Ev welat wisa nayê birêvebirin. Yên vê biryarê dane divê şerm bikin.”    'WELAT BI PAŞ VE DIÇE’    Sadak bi bîr xist ku ew di sala 1994'an de bi cezayê darvekirinê hatin darizandin û wiha got: “Mahmût Alinak niha bi xala anîne şûna cezayê darvekirinê tê darizandin. Di 26 salan de tu tiştek li vî welatî nehat guhertin. Heta mirov dikare bêje ku welat îro li paş 1994’an maye û bi paş ve diçe. Divê bêhiqûqiya li dijî Alinak demildest were bidawîkirin û were berdan.”    MA / Adnan Bîlen