ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 18 Sibat 2020
  • |
img

* Serokê Şaxa BES’ê ya Amedê Suphî Îzol derbarê Ahmet Çoban ê ku KHK’ê ji kar hatibû derxistin û pişt re jiyana xwe ji dest da û paşve girtin kar axivî û got: “We karê Ahmet Çoban dayê lê hûnê bikarin giyanê jî bidinê? Ev sucê mirovahiyê ye û hêj jî berdewam dike.”

* Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, daneyên Baroya Rihayê yê der barê tecawiz û îstismarê de nirxandin û got: "Berpirsiyar dewlet e. Tenê dixwazin civakê birizînin." 
 
* Girtîgeha Tîpa L a Panosê, saeteke destan a ji bo girtiyekî hatiye şandin qebûl nekiriye. Girtîgehê bi hinceta "qedexe ye" saet qebûl nekiriye. Rayedarê girtîgehê jî got, ji ber ekîbeke wan î teknîkê ku saetê kontrol bike tuneye qebûl nekirine. 
 
* Prof. Dr. Erdogan Atmiş, diyar kir ku her diçe daristan kêm dibin û got, gotinên wekî "me daristanek nû ava kir" tenê xapandin e. 
 
* Li Mêrsînê şêniyên Taxa Karadûvarê li dijî avakirina Fabrîkaya Polîproplînê bûn yek û platformek ava kirin. Berdevkê Platforma Hawirdorê Yûsûf Ûygût, destnîşan kir ku heger fabrîke bê çêkirin wê masîvanî û sewalvanî nemîne. 
 
* Reşît Îlhan ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê zext û zoriyên li wan tên kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Dayik Ayşe Îlhan ku herî dawî 6 meh berê kurê xwe dîtiye, anî ziman ku ji bo hevdîtineke saetekê 745 kîlometre rê diçe. 
 
* Qeyûmê Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman, xwarzîkê xwe Yûnûs Emre Akça daniye ser Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Her wiha hat hînbûn ku Mercan A.'ya li Îzmîr dijî jî meaşê xwe ji şaredariyê digire. 
 
* Der barê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên meclîsa şaredariyê de ji ber "pergala hevşaredariyê" doz hat vekirin. 
 
* Danişîna doza Karsaz Osman Kavala û 15 kesên din ku ji doza Gezî tên darizandin dê li 30'emîn dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampusa Sîlîvrê bê dîtin. (09.00) 
 
* Akademîya Aborî û Civakî dê projeya Komeleya Jiyana Nû ya “Akademiya Aborî û Civakî" bi bernameya taştê bide naskirin. (10.30)
 
* Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ê di sala 1993'an de li Rihayê hat kuştin dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (13.00)
 
* Partiyên Koma wan li meclîsê hene dê civînên xwe yên hefteyî li meclîsê li dar bixin. (12.00-14,00) 
 
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya  Kartalê dê li Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel a Kartalê şeva Dengbêjan li dar bixin. (19.00)

Sernavên din

18/02/2020
17:05 Ceza li 90 kesên daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kiribûn hat birîn
16:51 Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin
16:50 Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin
16:09 Li Êlihê 6 kes hatin berdan
15:15 Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da
15:14 Dadgehê li Rojnameger Necla Demîr doz vekir
15:04 Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin'
14:33 Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin
14:21 Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e
14:20 Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin
14:01 HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin
13:43 Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye
13:39 Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir
13:19 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Hevalên Taşdemîr ê xwe kuşt: Ev ne xwekujiye cînayet e
12:31 Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn
11:44 Ger û geşta li Heskîfê êdî qedexe ye!
11:35 ‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'
11:02 Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin
11:01 ‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’
10:45 Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de
10:41 Dadgehê mamosteyên dersa Kurdî didan beraet kir
10:20 Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye
09:13 Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê'
09:12 Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê
09:12 Ji bo saetekê kurê xwe bibîne 745 kîlometre rê diçe
09:11 Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek
09:10 Prof. Dr. Atmiş: Gotinên 'me daristan ava kirin' xapandin e
09:10 Li girtîgehê saeta destan jî hatiye qedexekirin
09:09 Surucu: Berpirsiyar dewlet e
09:09 ‘We karê wî dayê, lê hûnê dikaribin giyana wî jî bidinê?’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
17/02/2020
18:04 Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da
17:05 Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir
16:44 Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin
16:05 Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin
15:18 Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e
15:12 Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin
14:52 Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune
14:43 Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan
14:31 Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê
14:28 Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an
14:18 Kesekî xwe ji avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê avêt
14:17 Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin
13:41 Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir
13:08 Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e
12:31 Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin
12:01 Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir
11:52 Li gorî Walîtiya Enqereyê zarokan xesar daye goristana xiristiyanan!
11:51 Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin
11:46 Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin
11:35 Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê
10:49 Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin
10:43 ‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan
10:17 Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?
09:19 Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin
09:06 Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan
09:06 Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî
09:05 Ambargoya li Mexmûrê 8 mehin didome: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê
09:04 'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
16/02/2020
22:01 Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
19:56 Li Îranê erdeja hêza wê 6.0 pêl pêk hat
19:39 Li Konyayê ajokarekî ji ber qeyrana aborî întîxar kir
17:11 Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek
17:06 Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:52 'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan'
15:34 11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:15 Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir
15:11 Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê
14:40 Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya
14:22 'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’
14:21 Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan
13:56 Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin
13:00 Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in
12:06 Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye
11:58 Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket
10:28 Serlêdanên ji bo qûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin
10:08 Li Cînê Hezar û 666 kes ji ber vîrûsa corona mirin
09:39 Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'
09:08 Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne
09:07 Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin
09:05 Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn
09:03 Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye
09:02 Polîs ceza birî dadgehê xera kir
09:01 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin
15/02/2020
18:24 Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin
16:45 Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan
16:27 Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an
16:26 Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
16:20 Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin
15:44 Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin
15:36 'Kesên ku xizmên me winda kirin dê teqez winda bikin'
15:35 Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye
15:08 Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin
14:46 Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike
14:43 Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in