ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-18 09:00:17 * Serokê Şaxa BES’ê ya Amedê Suphî Îzol derbarê Ahmet Çoban ê ku KHK’ê ji kar hatibû derxistin û pişt re jiyana xwe ji dest da û paşve girtin kar axivî û got: “We karê Ahmet Çoban dayê lê hûnê bikarin giyanê jî bidinê? Ev sucê mirovahiyê ye û hêj jî berdewam dike.” * Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, daneyên Baroya Rihayê yê der barê tecawiz û îstismarê de nirxandin û got: "Berpirsiyar dewlet e. Tenê dixwazin civakê birizînin."    * Girtîgeha Tîpa L a Panosê, saeteke destan a ji bo girtiyekî hatiye şandin qebûl nekiriye. Girtîgehê bi hinceta "qedexe ye" saet qebûl nekiriye. Rayedarê girtîgehê jî got, ji ber ekîbeke wan î teknîkê ku saetê kontrol bike tuneye qebûl nekirine.    * Prof. Dr. Erdogan Atmiş, diyar kir ku her diçe daristan kêm dibin û got, gotinên wekî "me daristanek nû ava kir" tenê xapandin e.    * Li Mêrsînê şêniyên Taxa Karadûvarê li dijî avakirina Fabrîkaya Polîproplînê bûn yek û platformek ava kirin. Berdevkê Platforma Hawirdorê Yûsûf Ûygût, destnîşan kir ku heger fabrîke bê çêkirin wê masîvanî û sewalvanî nemîne.    * Reşît Îlhan ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê zext û zoriyên li wan tên kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Dayik Ayşe Îlhan ku herî dawî 6 meh berê kurê xwe dîtiye, anî ziman ku ji bo hevdîtineke saetekê 745 kîlometre rê diçe.    * Qeyûmê Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman, xwarzîkê xwe Yûnûs Emre Akça daniye ser Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Her wiha hat hînbûn ku Mercan A.'ya li Îzmîr dijî jî meaşê xwe ji şaredariyê digire.    * Der barê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên meclîsa şaredariyê de ji ber "pergala hevşaredariyê" doz hat vekirin.    * Danişîna doza Karsaz Osman Kavala û 15 kesên din ku ji doza Gezî tên darizandin dê li 30'emîn dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampusa Sîlîvrê bê dîtin. (09.00)    * Akademîya Aborî û Civakî dê projeya Komeleya Jiyana Nû ya “Akademiya Aborî û Civakî" bi bernameya taştê bide naskirin. (10.30)   * Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ê di sala 1993'an de li Rihayê hat kuştin dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (13.00)   * Partiyên Koma wan li meclîsê hene dê civînên xwe yên hefteyî li meclîsê li dar bixin. (12.00-14,00)    * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya  Kartalê dê li Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel a Kartalê şeva Dengbêjan li dar bixin. (19.00)