Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin

  • rojane
  • 09:19 17 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ferhad Şamî, geşedanên li ser xeta Heleb û Idlibê di navbera rejîmê û El Nusra de peş dikevin nirxand û diyar kir ku operasyonên rejîmê û Rûsya yên li dijî El Nusra û komên dîtir bi dijwarî berdewam dikin. Şamî anî ziman ku heta niha 8 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ketine bin dorpêça hêza rejîm û Rûsyayê û çeteyên ji şer direvin, malbatên xwe ji Idlibê dibin li Efrînê bi cih dikin. 

 
Şerê di navbera hêza rejîma Sûriyeyê û komên çekdar ên El Nusra û komên dîtir ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de, her ku diçe geş dibe. Rejîm bi piştgiriya eskerên Îranê û balafirên Rûsya ber bi rêya M5 û M4 ve pêş de diçe. Şevê din hêzên rejîmê 2 nokteyên din ên çavdêriyê yên Tirkiye jî xist dorpêçê û heta niha ji 12 nokteyên çavdêriyê 8 nokte xistin bin dorpêçê. Têkildarî geşedanên li sînorê Idlib û Helebê pêş dikevin Rojnameger Ferhad Şamî yê ji nêzîk ve şerê herêmê dişopîne nirxand. Ferhad Şamî, diyar kir ku rewşa Idlibê û Helebê ji hev nayê qutkirin û wiha got: "Pêşketinên herî zêde yên Rejîmê, Îran û Rûsya li Rojava Başûr û Bakurê Helebê pêk tên. Rejîm herî zêde îro pêş ket. Navendên mîna Hanedan, Herêtan, Beyanûn, Keverhemra ku wekî wargehên sembol yên “Birayên Misilman” tên zanîn ji aliye rejîmê ve hatin paqijkirin. Ev dikevin rojavayên Helebê û bi temamî ji komên çekdar hat rizgarkirin. Heleb cara yekem piştî 9 salan der û dorê wê ji komên çete  hat paqijkirin. Çeteyên El-Nusra û komên dîtir xwe  paşve vekişandin. Xeta sînorê Efrînê niha bi temamî hatiye pqijkirin. Ev herêm 9 salin di deste El-Nusra û çedeyên dîtir de bûn. Duh ji nîşka ve hatin şikandin û xwe vekişandin." 
 
'30 BALAFIRÊN ŞER ÊN RÛS LI KOMÊN ÇETEYAN XIST'
 
Şamî anî ziman ku di paqijkirina komên çete yên Wekî El Nusra û dîtir yên ji Bakur, Başur û Rojavayê Helebê de rola Rûsya gelek bû û nêzî 30 balafirên şer li wan xist û wiha got: "Seranserî sînorê Helebê bombebaran kir. Bi taybetî piştî helîkoptera Rejîmê hat xistin, Rûsya balafir rakirin." Şamî destnîşan kir ku bi pêşketinên duh rêya navbera Heleb û Şamê ya M5 hat vekirin û wiha axivî: "Dîsa rêya navbera Helep û Dîlokê hat vekirin. Ev jî gavek girîng bû. Dîsa çav li rêya Balafirgeha Helebê ku nêzî 7-8 salin girtî ye bê vekirin." 
 
Şamî bal kişand ser rewşa Idlibê jî û destnîşan kir ku niha li Rojhilatê Idlibê pêşketinên rejîmê yên mezin çêbûn û wiha berdewam kir: "Rejîmê berê Bajarê Seraqibê bi dest xist. Navendên Seraqib û Maaret El Numan wekî baragehên El Nusra bûn. Ew niha hatin paqijkirin. Ev bajarok li ser Rêya M5 e. Rejîmê hewl da xwe bigîne sînorê navenda Idlibê bi xwe. Li vir gundê Sarmîn û Masoma heye. Ev xeta sereke ya parastina Idlibê ye. Li vir rejim rastî êrîşa eskerên Tirk hat û xwe vekişandin. Tirkiye hêjmarek zêde eskerên xwe bi tang û topên xwe xistiye ser vê xetê. Ji vê xetê û şûnde herêm dibe çiyayî. Her ku ber bi Idlibê ve diçe herêm dibe çiya. Ji vê xetê û şûnde herêm asê ye û ji bo ku rejim li vir neşkê li ser vê xetê sekineye. Çavê Rejîmê lê bû ku ji Etarbê ber bi deriye Bab El hewa ve biçe. Lê Tirkan xwe li bajaroka Etarbê bi cih kirin û baragehên mezin ava kirin. Ger ku rejim Etarbê jî zirgar bike, di navbera wê û Girê Bab el Hewa de 9 kîlometre dimîne. Bal el Hewa jî deriyekî sereke yê Idlibê ye. Li ser sinorê Tirkiyeyê ye. Ger ku rejim vî derî bigire, Idlib dibe 2 perçe.  Ev derî deriye derbasbûna çeteyan û alîkariya gelek tiştên din bû. Rejîm armanc dike ku vî deriye Bal el Hewa bi dest bixe."  
 
'NIHA ARMANC DIKE XETA M4 BI DEST BIXE'
 
Şamî, da zanîn ku rejim niha armanc dike ku xeta M4 ya navbera bajarê Seraqib û Çisr Eş Şugur ku ji 60 kîlometreyan pêk tê bi dest bixe û wiha pêde çû: "Niha plana rejîmê vê xetê bi dest bixe ye.Armanca rejîmê vê xetê bi dest bixe ye. Niha yên li herêmê li ber xwe didin û şer dikin çeteyên El Nusra ye. Hinek li ber xwe dan. Çalakî li dar xistin û êrîşên întixarî kirin. Yên din malbatên xwe girtin û çûn. Îranê jî nêzî 16 hezar eskerên xwe xistiye vir û Rûsya piştgiriyê dide rejîmê."   
 
'DIXWAZIN IDLIBÊ BI TEMAMÎ PAQIJ BIKIN'
 
Şamî destnîşan kir ku rejim, Îran û Rûsya tev dixwazin ku Idlibê bi temamî bistînin û ji çetayan paqij bikin û got: "Di vî alî de bi biryar in. Piştî rêyên M5 û bi taybetî rêya M4 dibe herêma çiyayî. Rejim li hemêma çiya nikare zêde şer bike. Lê ketina Idlibê hinek zahmet e. Ji ber ku hem herêma çiyayî ye. Hem jî gelek sivîl têde hene. Lê bi piştriya Rûsya û îranê bi biryar e têkeve Idlibê. Rûsya koridor ji gelê Idlibê re vekiiye. Bang li gele Idlibê dike û dixwaze bê aliye rejîmê. Hem dixwaze bêtir xwe nêzî Idlibê bike. Hem jî dixwaze zimanê Tirkan kin bike.  Ji ber ku Tirkiye  dibêje sivîl hatine ser sînorê min. Rûsya jî dibêje ‘Vay min xet vekiriye bila bên gel me."  
 
'XELK HINDIK LI IDLIBÊ MANE'
 
Şamî, diyar kir ku hêjmara xelkê li Idlibê mane pir kêm e û wiha lê zêde kir: “Ne tene xelkê Idlibê ne. Xelkê Idlib Derha, Hama û xelkê Şamê ne. Dema Tirkiye û Rûsya li hev kirin, vana ji cih û warên xwe koç kirin û hatin li vir bi cih bûn. Malbatên çeteyan, malbatên biyanî û hêjmarek jî alîgirê rejîmê hene. 
 
'ÇETE MALBATÊN XWE LI EFRÎNÊ BI CIH DIKIN'
 
Şamî, bibîr xist ku nifûsa Idlibê ne li gorî Tirkiye digot û wiha axivî: “Tirkiye digot nêzî 5 milyon nifûs heye. Lê ne wisa ye. Li dora 1.5 milyon (Milyon û Nivek) kes ancak heye.  Nêzî 150-200 hezar kesên ji malbatên çeteyan pêk tên çûne Efrînê. Çete bi taybetî malbatên xwe li Efrînê bi cih dikin. Heta malbatên bere ji Şamê çûbûn li Efrînê bicih bûbûn jî ji Efrînê derdixin û malbatên xwe li Efrînê bi cih dikin. Piranî li Efrînê û beşekê jî li Ezaz û Babê bi cih dikin. Lê xeta mezin li xeta sînorê Tirkiye bicih dikin."  
 
'LI SERANSERÎ HELEBÊ NOKTE ÇÊKIRINE' 
 
Şamî, bal kişan ser nokteyên eskerî yên Tirkiyeyê jî û wiha got: “Di navbera Hamma Idlib û Helebê de 12 nokteyên Tirkiyeyê hebûn. Îro 2 nokteyên wan ên din hatin dorpêçkirin û bi giştî 8 nokteyên wan ên sereke di bin dorpêçê de ne. Tabî li ge nokteyan bi dehan nokteyên biçûk jî çêkirine. Bi taybetî li nava  axa Idbilê gelek nokteyên biçûk ava kirine. Niha nokteyên ku rejim bi dest dixe, Rûsya esker û polîsên xwe lê bi cih dike. Ji niha de rûsya hêza xwe tîne li vir bi cih dike. Ger ku Tirkiye nokteyên rûsan bikin hedef, dê bêtir Rûsya û Tirkiye bên hemberî hev. Niha ev nokteyên hatine dorpêçkirin jî wekî rehine mane. Rûs van nokteyên Tirkiyeyê wekî rehine bikar tînin û ji ber vê yeke zû bi zû dest wan nadin. 
 
'RÛSYA LI HEWAYÎ Û ÎRAN JÎ LI BEJAYÎ ŞER KIR'  
 
Şamî, bal kişand ser hevkariya Rûsya Îran û Rejimê û wiha lê zêde kir: “Hevsengiyek di navbera Îran û Rûsya de heye. Li vir Rûsya ji hewa de şer kir û îranê jî li bejayî şer kir. Rûsya bajar girt, îran gund  girt. Rejîm di stendina Idlibê de bi israr e. Bi taybet xeta Idlib, Hema û Helebê de bi israr e. Ev herêma Misilbanên bira bûn. Niha rejîmê derfet bi dest xistiye ku vê herêmê ji van koman paqij bikin. Plana Rûsan ewe ku heremek biçûk ji komên çekdar re bihêle. Ji bo ku her dem bêjin Idlib di xetereyê de ye û bikin sedema li wir hêza xwe bi cih bikin." 
 
'EWIL SÛNIYAN XWE SPARTIN TIRKIYE LÊ ÊDÎ JI TIRKIYE BAWER NAKIN' 
 
Şamî bal kişand ser helwesta şêniyên Sunnî ya li hemberî Tirkiyeyê jî û wiha bi dawî kir: “Ewil Sûnniyan xwe spartin Tirkiyeyê. Lê piştî bêdengiya Tirkiyeyê xwe vekişandin. Niha bêbaweriyek gel li hemberî Tirkiyeyê çêbûye. Piranî dibêjin ‘Tirkan em firotin.’.  Lê fermandarên çeteyan piranî nasname û welatibûna Tirkiye stendine. Xwe wekî endamên artêşa Tirkiye dibînin û girêdana fermandarên çeteyan bi Tirkiyeyê re ye. Gel dixwaze were mile Rojavayê Kurdistanê Bi taybet dixwazin werin herêma Minbiç ku Kamp lê hatine avakirin. Lê rê ji wan re nayê vekirin. Yên tên jî rastî astengiyên komên çedar tên. Komên çekdar rê li pêşiya wan digirin û wan talan dikin. Pereyên wan ji wan distînin. Nêzî 200 ciwanên Gelê Idlibê ku çeteyan ew Şandin Serêkaniyê li serêkaniyê hatin kuştin. Çeteyan soz dabûn malbatên wan. Lê pêk neanîn. Êdî gel vê rastiyê dibînin. Der barê Efrînê de hin tişt zelal nînin. Di gelek milan de Rûsya û Rejîmê xwe gîhand Efrînê. Nihaşên ji bo wir didomin. Bazarek hebû ku Efrînê bidin Rûsa û Kobanê li şuna wê bigirin. Lê ev bazara veşarî ji aliyê gelek derdoran ve nehat qebûlkirin. El Nusra beşek mezin derbasî Efrînê bûye û armanc dike li wir bi cih bibe." 
 
 
 
 

Sernavên din

18/02/2020
17:05 Ceza li 90 kesên daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kiribûn hat birîn
16:51 Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin
16:50 Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin
16:09 Li Êlihê 6 kes hatin berdan
15:15 Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da
15:14 Dadgehê li Rojnameger Necla Demîr doz vekir
15:04 Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin'
14:33 Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin
14:21 Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e
14:20 Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin
14:01 HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin
13:43 Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye
13:39 Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir
13:19 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Hevalên Taşdemîr ê xwe kuşt: Ev ne xwekujiye cînayet e
12:31 Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn
11:44 Ger û geşta li Heskîfê êdî qedexe ye!
11:35 ‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'
11:02 Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin
11:01 ‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’
10:45 Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de
10:41 Dadgehê mamosteyên dersa Kurdî didan beraet kir
10:20 Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye
09:13 Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê'
09:12 Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê
09:12 Ji bo saetekê kurê xwe bibîne 745 kîlometre rê diçe
09:11 Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek
09:10 Prof. Dr. Atmiş: Gotinên 'me daristan ava kirin' xapandin e
09:10 Li girtîgehê saeta destan jî hatiye qedexekirin
09:09 Surucu: Berpirsiyar dewlet e
09:09 ‘We karê wî dayê, lê hûnê dikaribin giyana wî jî bidinê?’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
17/02/2020
18:04 Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da
17:05 Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir
16:44 Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin
16:05 Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin
15:18 Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e
15:12 Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin
14:52 Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune
14:43 Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan
14:31 Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê
14:28 Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an
14:18 Kesekî xwe ji avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê avêt
14:17 Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin
13:41 Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir
13:08 Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e
12:31 Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin
12:01 Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir
11:52 Li gorî Walîtiya Enqereyê zarokan xesar daye goristana xiristiyanan!
11:51 Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin
11:46 Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin
11:35 Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê
10:49 Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin
10:43 ‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan
10:17 Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?
09:19 Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin
09:06 Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan
09:06 Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî
09:05 Ambargoya li Mexmûrê 8 mehin didome: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê
09:04 'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
16/02/2020
22:01 Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
19:56 Li Îranê erdeja hêza wê 6.0 pêl pêk hat
19:39 Li Konyayê ajokarekî ji ber qeyrana aborî întîxar kir
17:11 Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek
17:06 Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:52 'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan'
15:34 11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:15 Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir
15:11 Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê
14:40 Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya
14:22 'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’
14:21 Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan
13:56 Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin
13:00 Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in
12:06 Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye
11:58 Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket
10:28 Serlêdanên ji bo qûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin
10:08 Li Cînê Hezar û 666 kes ji ber vîrûsa corona mirin
09:39 Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'
09:08 Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne
09:07 Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin
09:05 Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn
09:03 Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye
09:02 Polîs ceza birî dadgehê xera kir
09:01 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin
15/02/2020
18:24 Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin
16:45 Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan
16:27 Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an
16:26 Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
16:20 Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin
15:44 Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin
15:36 'Kesên ku xizmên me winda kirin dê teqez winda bikin'
15:35 Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye
15:08 Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin
14:46 Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike
14:43 Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in