Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin 2020-02-17 09:19:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ferhad Şamî, geşedanên li ser xeta Heleb û Idlibê di navbera rejîmê û El Nusra de peş dikevin nirxand û diyar kir ku operasyonên rejîmê û Rûsya yên li dijî El Nusra û komên dîtir bi dijwarî berdewam dikin. Şamî anî ziman ku heta niha 8 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ketine bin dorpêça hêza rejîm û Rûsyayê û çeteyên ji şer direvin, malbatên xwe ji Idlibê dibin li Efrînê bi cih dikin.    Şerê di navbera hêza rejîma Sûriyeyê û komên çekdar ên El Nusra û komên dîtir ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de, her ku diçe geş dibe. Rejîm bi piştgiriya eskerên Îranê û balafirên Rûsya ber bi rêya M5 û M4 ve pêş de diçe. Şevê din hêzên rejîmê 2 nokteyên din ên çavdêriyê yên Tirkiye jî xist dorpêçê û heta niha ji 12 nokteyên çavdêriyê 8 nokte xistin bin dorpêçê. Têkildarî geşedanên li sînorê Idlib û Helebê pêş dikevin Rojnameger Ferhad Şamî yê ji nêzîk ve şerê herêmê dişopîne nirxand. Ferhad Şamî, diyar kir ku rewşa Idlibê û Helebê ji hev nayê qutkirin û wiha got: "Pêşketinên herî zêde yên Rejîmê, Îran û Rûsya li Rojava Başûr û Bakurê Helebê pêk tên. Rejîm herî zêde îro pêş ket. Navendên mîna Hanedan, Herêtan, Beyanûn, Keverhemra ku wekî wargehên sembol yên “Birayên Misilman” tên zanîn ji aliye rejîmê ve hatin paqijkirin. Ev dikevin rojavayên Helebê û bi temamî ji komên çekdar hat rizgarkirin. Heleb cara yekem piştî 9 salan der û dorê wê ji komên çete  hat paqijkirin. Çeteyên El-Nusra û komên dîtir xwe  paşve vekişandin. Xeta sînorê Efrînê niha bi temamî hatiye pqijkirin. Ev herêm 9 salin di deste El-Nusra û çedeyên dîtir de bûn. Duh ji nîşka ve hatin şikandin û xwe vekişandin."    '30 BALAFIRÊN ŞER ÊN RÛS LI KOMÊN ÇETEYAN XIST'   Şamî anî ziman ku di paqijkirina komên çete yên Wekî El Nusra û dîtir yên ji Bakur, Başur û Rojavayê Helebê de rola Rûsya gelek bû û nêzî 30 balafirên şer li wan xist û wiha got: "Seranserî sînorê Helebê bombebaran kir. Bi taybetî piştî helîkoptera Rejîmê hat xistin, Rûsya balafir rakirin." Şamî destnîşan kir ku bi pêşketinên duh rêya navbera Heleb û Şamê ya M5 hat vekirin û wiha axivî: "Dîsa rêya navbera Helep û Dîlokê hat vekirin. Ev jî gavek girîng bû. Dîsa çav li rêya Balafirgeha Helebê ku nêzî 7-8 salin girtî ye bê vekirin."    Şamî bal kişand ser rewşa Idlibê jî û destnîşan kir ku niha li Rojhilatê Idlibê pêşketinên rejîmê yên mezin çêbûn û wiha berdewam kir: "Rejîmê berê Bajarê Seraqibê bi dest xist. Navendên Seraqib û Maaret El Numan wekî baragehên El Nusra bûn. Ew niha hatin paqijkirin. Ev bajarok li ser Rêya M5 e. Rejîmê hewl da xwe bigîne sînorê navenda Idlibê bi xwe. Li vir gundê Sarmîn û Masoma heye. Ev xeta sereke ya parastina Idlibê ye. Li vir rejim rastî êrîşa eskerên Tirk hat û xwe vekişandin. Tirkiye hêjmarek zêde eskerên xwe bi tang û topên xwe xistiye ser vê xetê. Ji vê xetê û şûnde herêm dibe çiyayî. Her ku ber bi Idlibê ve diçe herêm dibe çiya. Ji vê xetê û şûnde herêm asê ye û ji bo ku rejim li vir neşkê li ser vê xetê sekineye. Çavê Rejîmê lê bû ku ji Etarbê ber bi deriye Bab El hewa ve biçe. Lê Tirkan xwe li bajaroka Etarbê bi cih kirin û baragehên mezin ava kirin. Ger ku rejim Etarbê jî zirgar bike, di navbera wê û Girê Bab el Hewa de 9 kîlometre dimîne. Bal el Hewa jî deriyekî sereke yê Idlibê ye. Li ser sinorê Tirkiyeyê ye. Ger ku rejim vî derî bigire, Idlib dibe 2 perçe.  Ev derî deriye derbasbûna çeteyan û alîkariya gelek tiştên din bû. Rejîm armanc dike ku vî deriye Bal el Hewa bi dest bixe."     'NIHA ARMANC DIKE XETA M4 BI DEST BIXE'   Şamî, da zanîn ku rejim niha armanc dike ku xeta M4 ya navbera bajarê Seraqib û Çisr Eş Şugur ku ji 60 kîlometreyan pêk tê bi dest bixe û wiha pêde çû: "Niha plana rejîmê vê xetê bi dest bixe ye.Armanca rejîmê vê xetê bi dest bixe ye. Niha yên li herêmê li ber xwe didin û şer dikin çeteyên El Nusra ye. Hinek li ber xwe dan. Çalakî li dar xistin û êrîşên întixarî kirin. Yên din malbatên xwe girtin û çûn. Îranê jî nêzî 16 hezar eskerên xwe xistiye vir û Rûsya piştgiriyê dide rejîmê."      'DIXWAZIN IDLIBÊ BI TEMAMÎ PAQIJ BIKIN'   Şamî destnîşan kir ku rejim, Îran û Rûsya tev dixwazin ku Idlibê bi temamî bistînin û ji çetayan paqij bikin û got: "Di vî alî de bi biryar in. Piştî rêyên M5 û bi taybetî rêya M4 dibe herêma çiyayî. Rejim li hemêma çiya nikare zêde şer bike. Lê ketina Idlibê hinek zahmet e. Ji ber ku hem herêma çiyayî ye. Hem jî gelek sivîl têde hene. Lê bi piştriya Rûsya û îranê bi biryar e têkeve Idlibê. Rûsya koridor ji gelê Idlibê re vekiiye. Bang li gele Idlibê dike û dixwaze bê aliye rejîmê. Hem dixwaze bêtir xwe nêzî Idlibê bike. Hem jî dixwaze zimanê Tirkan kin bike.  Ji ber ku Tirkiye  dibêje sivîl hatine ser sînorê min. Rûsya jî dibêje ‘Vay min xet vekiriye bila bên gel me."     'XELK HINDIK LI IDLIBÊ MANE'   Şamî, diyar kir ku hêjmara xelkê li Idlibê mane pir kêm e û wiha lê zêde kir: “Ne tene xelkê Idlibê ne. Xelkê Idlib Derha, Hama û xelkê Şamê ne. Dema Tirkiye û Rûsya li hev kirin, vana ji cih û warên xwe koç kirin û hatin li vir bi cih bûn. Malbatên çeteyan, malbatên biyanî û hêjmarek jî alîgirê rejîmê hene.    'ÇETE MALBATÊN XWE LI EFRÎNÊ BI CIH DIKIN'   Şamî, bibîr xist ku nifûsa Idlibê ne li gorî Tirkiye digot û wiha axivî: “Tirkiye digot nêzî 5 milyon nifûs heye. Lê ne wisa ye. Li dora 1.5 milyon (Milyon û Nivek) kes ancak heye.  Nêzî 150-200 hezar kesên ji malbatên çeteyan pêk tên çûne Efrînê. Çete bi taybetî malbatên xwe li Efrînê bi cih dikin. Heta malbatên bere ji Şamê çûbûn li Efrînê bicih bûbûn jî ji Efrînê derdixin û malbatên xwe li Efrînê bi cih dikin. Piranî li Efrînê û beşekê jî li Ezaz û Babê bi cih dikin. Lê xeta mezin li xeta sînorê Tirkiye bicih dikin."     'LI SERANSERÎ HELEBÊ NOKTE ÇÊKIRINE'    Şamî, bal kişan ser nokteyên eskerî yên Tirkiyeyê jî û wiha got: “Di navbera Hamma Idlib û Helebê de 12 nokteyên Tirkiyeyê hebûn. Îro 2 nokteyên wan ên din hatin dorpêçkirin û bi giştî 8 nokteyên wan ên sereke di bin dorpêçê de ne. Tabî li ge nokteyan bi dehan nokteyên biçûk jî çêkirine. Bi taybetî li nava  axa Idbilê gelek nokteyên biçûk ava kirine. Niha nokteyên ku rejim bi dest dixe, Rûsya esker û polîsên xwe lê bi cih dike. Ji niha de rûsya hêza xwe tîne li vir bi cih dike. Ger ku Tirkiye nokteyên rûsan bikin hedef, dê bêtir Rûsya û Tirkiye bên hemberî hev. Niha ev nokteyên hatine dorpêçkirin jî wekî rehine mane. Rûs van nokteyên Tirkiyeyê wekî rehine bikar tînin û ji ber vê yeke zû bi zû dest wan nadin.    'RÛSYA LI HEWAYÎ Û ÎRAN JÎ LI BEJAYÎ ŞER KIR'     Şamî, bal kişand ser hevkariya Rûsya Îran û Rejimê û wiha lê zêde kir: “Hevsengiyek di navbera Îran û Rûsya de heye. Li vir Rûsya ji hewa de şer kir û îranê jî li bejayî şer kir. Rûsya bajar girt, îran gund  girt. Rejîm di stendina Idlibê de bi israr e. Bi taybet xeta Idlib, Hema û Helebê de bi israr e. Ev herêma Misilbanên bira bûn. Niha rejîmê derfet bi dest xistiye ku vê herêmê ji van koman paqij bikin. Plana Rûsan ewe ku heremek biçûk ji komên çekdar re bihêle. Ji bo ku her dem bêjin Idlib di xetereyê de ye û bikin sedema li wir hêza xwe bi cih bikin."    'EWIL SÛNIYAN XWE SPARTIN TIRKIYE LÊ ÊDÎ JI TIRKIYE BAWER NAKIN'    Şamî bal kişand ser helwesta şêniyên Sunnî ya li hemberî Tirkiyeyê jî û wiha bi dawî kir: “Ewil Sûnniyan xwe spartin Tirkiyeyê. Lê piştî bêdengiya Tirkiyeyê xwe vekişandin. Niha bêbaweriyek gel li hemberî Tirkiyeyê çêbûye. Piranî dibêjin ‘Tirkan em firotin.’.  Lê fermandarên çeteyan piranî nasname û welatibûna Tirkiye stendine. Xwe wekî endamên artêşa Tirkiye dibînin û girêdana fermandarên çeteyan bi Tirkiyeyê re ye. Gel dixwaze were mile Rojavayê Kurdistanê Bi taybet dixwazin werin herêma Minbiç ku Kamp lê hatine avakirin. Lê rê ji wan re nayê vekirin. Yên tên jî rastî astengiyên komên çedar tên. Komên çekdar rê li pêşiya wan digirin û wan talan dikin. Pereyên wan ji wan distînin. Nêzî 200 ciwanên Gelê Idlibê ku çeteyan ew Şandin Serêkaniyê li serêkaniyê hatin kuştin. Çeteyan soz dabûn malbatên wan. Lê pêk neanîn. Êdî gel vê rastiyê dibînin. Der barê Efrînê de hin tişt zelal nînin. Di gelek milan de Rûsya û Rejîmê xwe gîhand Efrînê. Nihaşên ji bo wir didomin. Bazarek hebû ku Efrînê bidin Rûsa û Kobanê li şuna wê bigirin. Lê ev bazara veşarî ji aliyê gelek derdoran ve nehat qebûlkirin. El Nusra beşek mezin derbasî Efrînê bûye û armanc dike li wir bi cih bibe."