Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin

  • rojane
  • 16:20 15 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan, li Stenbol, Enqere û Îzmirê ji bo girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin, vê hefteyê jî daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Malbatan gotin "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin."  

 
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan û bên dermankirin li Stenbol, Enqere û Îzmirê çalakiyên ji bo girtiyên nexweş berdewam kirin. 
 
LI STENBOLÊ XWESTIN METîN TURAN  BÊ BERDAN 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan xwestin li Qada  Galatasarayê di hefteya 412'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê û çalakiya "Rûniştina F" li dar bixin. Lê polîsan dîsa destûr nedan çalakiyê. Li ser vê yekê parazvanên mafên mirovan li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan û ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Metin Turan ê girtiyê nexweş û xwestin Turan serbest bê berdan. Li vir pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" rakirin. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettin, anî ziman ku bê edaletî û bê hiqûqiyê aşkere rewa dikin û wiha got: "Em dibînin zext û tindiya li girtîgehan roj bi roj giran dibe. Li Girtîgehae Tîpa T a Bafrayê girtiyê nexweş Metin Turan rewşa wî giran e. Nêzî 20 salin Metin Turan girtî ye. Sewqî gelek girtîgehan kirin. Niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra girtî ye û nexweş e. Metin Turan, di Komkujiya 19'ê kanûnê de li Girtîgeha Sagmalcilarê 2 çavên wî kor bûn. Niha bi gelek zor û zahmedî dijî. Dive serbest bê berdan. Raporê wî jî hene û divê bê berdan. Dîsa Abdullah Ongulu li gel 18 hevalên xwe ji Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê kirin. Birayê Abdullah Ongulu, Mehmet Ongulu, diyar kir ku birayê wî dema sewqî Afyonê kirin rastî lêgerîna tazî hatiye. Ji ber ev yek qebûl nekiriye rastî lêdanê hatiye." Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweş bên berdan û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn. 
 
LI ENQEREYÊ XWESTIN MEHMET ZEKî EŞÎN BÊ BERDAN 
 
 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 284'an de li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Endamên înîsiyatifê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Mehmet Zekî Eşîn ê 27 salin girtî ye. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen li vir daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Eşîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Çevîrmen, anî ziman ku Eşin berê ji fitiqa piştî emeliyat bûye û piştre ji Hemoroidê emeliyat bûye û bi janên kramp ê êşên din dijî. 
 
Çevirmen, anî ziman ku bijîşk diyar dikin ku pêwiste Eşîn bi rêk û pêk bê dermankirin û ji ber vê yekê divê serbest bên berdan. 
 
LI ÎZMÎRÊ JI BO FATMA OZBAY DAXUYANÎ DAN 
 
Xizmên girtiyên nexweş û Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 527’an de li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên "Bila girtiyên nexweş bên berdan", “Girtiyên nexweş ên giran dimirin, bêdeng nemîne", “Nebin şirikê sûc, dimirin" vekirin. Parlamenter û rêveberên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Cemile Karakaya, diyar kir ku li girtîgehan 457 girtiyên rewşa wan giran bi giştî Hezar û 333 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Ji sala 2017’an heta Tebaxa 2019'an 39 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Dema dixwazin dikarin girtiyên nexweş efû bikin. Lê em dipirsin krîterên efûyê çine?  Fatma Ozbay, ji Girtîgeha Jinan a Erziromê sewqî Girtîgeha Jinan a Şakranê kirin. Ji sala 1997’an heta niha girtî ye. 22 salin girtî ye. Di Gulana 2018’an de ji pençeşêra pêsîrê emeliyat bû. Disa di kezeba wê de kîtle hene. Dema emeliyat bû, li şûna di beşa venêrtina zêde de bimîne ew bi lez û bez şandin girtîgehê. Dema li nexweşxaneyê bû deste wê bi ranzayê ve kelepçe kiribûn. " 
 
Karakaya, anî ziman ku pençeşêr li bedena Ozbay belav dibe û xwest bi lez bê berdan û wekhev hêzî her kesî bibin.
 
 

Sernavên din

18/02/2020
17:05 Ceza li 90 kesên daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kiribûn hat birîn
16:51 Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin
16:50 Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin
16:09 Li Êlihê 6 kes hatin berdan
15:15 Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da
15:14 Dadgehê li Rojnameger Necla Demîr doz vekir
15:04 Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin'
14:33 Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin
14:21 Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e
14:20 Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin
14:01 HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin
13:43 Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye
13:39 Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir
13:19 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Hevalên Taşdemîr ê xwe kuşt: Ev ne xwekujiye cînayet e
12:31 Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn
11:44 Ger û geşta li Heskîfê êdî qedexe ye!
11:35 ‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'
11:02 Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin
11:01 ‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’
10:45 Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de
10:41 Dadgehê mamosteyên dersa Kurdî didan beraet kir
10:20 Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye
09:13 Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê'
09:12 Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê
09:12 Ji bo saetekê kurê xwe bibîne 745 kîlometre rê diçe
09:11 Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek
09:10 Prof. Dr. Atmiş: Gotinên 'me daristan ava kirin' xapandin e
09:10 Li girtîgehê saeta destan jî hatiye qedexekirin
09:09 Surucu: Berpirsiyar dewlet e
09:09 ‘We karê wî dayê, lê hûnê dikaribin giyana wî jî bidinê?’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
17/02/2020
18:04 Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da
17:05 Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir
16:44 Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin
16:05 Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin
15:18 Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e
15:12 Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin
14:52 Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune
14:43 Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan
14:31 Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê
14:28 Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an
14:18 Kesekî xwe ji avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê avêt
14:17 Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin
13:41 Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir
13:08 Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e
12:31 Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin
12:01 Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir
11:52 Li gorî Walîtiya Enqereyê zarokan xesar daye goristana xiristiyanan!
11:51 Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin
11:46 Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin
11:35 Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê
10:49 Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin
10:43 ‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan
10:17 Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?
09:19 Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin
09:06 Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan
09:06 Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî
09:05 Ambargoya li Mexmûrê 8 mehin didome: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê
09:04 'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
16/02/2020
22:01 Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
19:56 Li Îranê erdeja hêza wê 6.0 pêl pêk hat
19:39 Li Konyayê ajokarekî ji ber qeyrana aborî întîxar kir
17:11 Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek
17:06 Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:52 'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan'
15:34 11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:15 Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir
15:11 Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê
14:40 Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya
14:22 'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’
14:21 Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan
13:56 Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin
13:00 Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in
12:06 Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye
11:58 Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket
10:28 Serlêdanên ji bo qûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin
10:08 Li Cînê Hezar û 666 kes ji ber vîrûsa corona mirin
09:39 Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'
09:08 Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne
09:07 Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin
09:05 Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn
09:03 Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye
09:02 Polîs ceza birî dadgehê xera kir
09:01 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin
15/02/2020
18:24 Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin
16:45 Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan
16:27 Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an
16:26 Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
16:20 Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin
15:44 Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin
15:36 'Kesên ku xizmên me winda kirin dê teqez winda bikin'
15:35 Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye
15:08 Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin
14:46 Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike
14:43 Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in