Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin 2020-02-15 16:20:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan, li Stenbol, Enqere û Îzmirê ji bo girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin, vê hefteyê jî daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Malbatan gotin "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin."     Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan û bên dermankirin li Stenbol, Enqere û Îzmirê çalakiyên ji bo girtiyên nexweş berdewam kirin.    LI STENBOLÊ XWESTIN METîN TURAN  BÊ BERDAN    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan xwestin li Qada  Galatasarayê di hefteya 412'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê û çalakiya "Rûniştina F" li dar bixin. Lê polîsan dîsa destûr nedan çalakiyê. Li ser vê yekê parazvanên mafên mirovan li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan û ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Metin Turan ê girtiyê nexweş û xwestin Turan serbest bê berdan. Li vir pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" rakirin.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettin, anî ziman ku bê edaletî û bê hiqûqiyê aşkere rewa dikin û wiha got: "Em dibînin zext û tindiya li girtîgehan roj bi roj giran dibe. Li Girtîgehae Tîpa T a Bafrayê girtiyê nexweş Metin Turan rewşa wî giran e. Nêzî 20 salin Metin Turan girtî ye. Sewqî gelek girtîgehan kirin. Niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra girtî ye û nexweş e. Metin Turan, di Komkujiya 19'ê kanûnê de li Girtîgeha Sagmalcilarê 2 çavên wî kor bûn. Niha bi gelek zor û zahmedî dijî. Dive serbest bê berdan. Raporê wî jî hene û divê bê berdan. Dîsa Abdullah Ongulu li gel 18 hevalên xwe ji Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê kirin. Birayê Abdullah Ongulu, Mehmet Ongulu, diyar kir ku birayê wî dema sewqî Afyonê kirin rastî lêgerîna tazî hatiye. Ji ber ev yek qebûl nekiriye rastî lêdanê hatiye." Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweş bên berdan û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.    LI ENQEREYÊ XWESTIN MEHMET ZEKî EŞÎN BÊ BERDAN     Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 284'an de li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Endamên înîsiyatifê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Mehmet Zekî Eşîn ê 27 salin girtî ye. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen li vir daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Eşîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Çevîrmen, anî ziman ku Eşin berê ji fitiqa piştî emeliyat bûye û piştre ji Hemoroidê emeliyat bûye û bi janên kramp ê êşên din dijî.    Çevirmen, anî ziman ku bijîşk diyar dikin ku pêwiste Eşîn bi rêk û pêk bê dermankirin û ji ber vê yekê divê serbest bên berdan.    LI ÎZMÎRÊ JI BO FATMA OZBAY DAXUYANÎ DAN    Xizmên girtiyên nexweş û Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 527’an de li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên "Bila girtiyên nexweş bên berdan", “Girtiyên nexweş ên giran dimirin, bêdeng nemîne", “Nebin şirikê sûc, dimirin" vekirin. Parlamenter û rêveberên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Cemile Karakaya, diyar kir ku li girtîgehan 457 girtiyên rewşa wan giran bi giştî Hezar û 333 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Ji sala 2017’an heta Tebaxa 2019'an 39 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Dema dixwazin dikarin girtiyên nexweş efû bikin. Lê em dipirsin krîterên efûyê çine?  Fatma Ozbay, ji Girtîgeha Jinan a Erziromê sewqî Girtîgeha Jinan a Şakranê kirin. Ji sala 1997’an heta niha girtî ye. 22 salin girtî ye. Di Gulana 2018’an de ji pençeşêra pêsîrê emeliyat bû. Disa di kezeba wê de kîtle hene. Dema emeliyat bû, li şûna di beşa venêrtina zêde de bimîne ew bi lez û bez şandin girtîgehê. Dema li nexweşxaneyê bû deste wê bi ranzayê ve kelepçe kiribûn. "    Karakaya, anî ziman ku pençeşêr li bedena Ozbay belav dibe û xwest bi lez bê berdan û wekhev hêzî her kesî bibin.