Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin

  • rojane
  • 09:26 12 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî 2 komîsyon ava kirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku ew ê du komxebatan li dar bixin û got: "Armanca me ya ewil, em di nav xwe de bibin yek". 

Xebata Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de ye û ji 8 partiyên kurd pêk tê, di 18-19'ê Kanûna 2019'an de li Amedê "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" li dar xistibû. Nûnrên partiyên siyasî, rûspî, alim, nûnerên komeleyan, nivîskar û rewşenbîr tev li komxebatê bûbûn. Di dawiya komxebatê de danezanek hatibû parvekirin û di danezanê de hatibû gotin, armanc li her çar perçeyan dorfirehkirina kongreya neteweyî ye. 
 
Piştî komxebatê nûnerên partiyên siyasî di nav xwe de civînek çê kirin û ji bo yekîtiya neteweyî hin biryar girtin. Hat hînbûn ku di civînê de Komîsyona Dîplomasiyê û Têkiliyên Gel û komîsyoneke der barê awayê mekanîzmaya yekîtiya neteweyî hatiye avakirin. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, komxebat û xebatên yekîtiya neteweyî nirxandin. 
 
‘MAFÊ KURDA YE' 
 
Taşçier, destnîşan kir ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyeke neteweyî heye û got: "Kurd tim dibêjin, 'heger em bi yek bûna em ê neketana vî halî". Loma divê em yekîtiya neteweyî çê bikin. Yekîtî hêz e. Heger yekîtî hebûna wê îro rewşa kurdan cuda bûne". Taşçier, destnîşan kir ku yekîtî ne li dijî dewletan e, ji bo statuya kurdan e û got, ev yek jî mafê kurda ye. 
 
Taşçier, diyar kir ku li Bakur gel yekîtiya xw eçê kiriye û got, partiyên siyasî jî ji bo ji vê yekê nemînin divê rla yekîtiyê bigirin ser xwe. Taşçier, destnîşan kir ku ji bo yekîtiyê bi salan e dixebitin û got, bi xebatên hatine kirin tiştên girîng rû dane. Taşçier, anî ziman ku ji civakê her derdor tev li komxebatê bûye û naveroka komxebatê jî zengîn bûye. 
 
‘DIVÊ YEKÎTÎ VEGUHERE ORGANÎZASYONEKÊ' 
 
Taşçier, destnîşan kir ku di komxebatê de fikra ji bo yekîtî bi goşt û hestî bibe divê veguhere organîzasyonekê derketiye pêş û got: "Divê yekîtî veguhereke saziyekê, organîzasyonekê. Gava êrîş li ser destkeftiyên kurdan an jî nirxên wan î hevpar çê bibin, ji bo bertekeke hevpar pêdivî bi saziyeke wiha heye". Taşçier, anî ziman ku divê partiyên kurdan ên ji bo kurdan têdikoşin daxilî nav xebatên yekîtiyê bibin û got: "Ji bo vê jî divê partiyên siyasî bên cem hev du û bi hev re siyasetê bikin. Di vî warî de gelek tişt hatine kirin. Partiyên ku heta 20 sal berê jî nedihatin kêlek hev du, niha nêzî 10 partî tên cem hev du û bi hev re nîqaşan dikin". 
 
‘KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN' 
 
Taşçier, da zanîn ku di rojên pêş de wê ji bo yekîtiyê gelek komxebatan li dar bixin û got, nêzî 3 meh şûnde wê komxebateke din li dar bixin. Taşçier, anî ziman ku piştî komxebatê wan û partiyên kurd civîn çê kirine û got: "Ji bo em û gel bêtir bênc em hev du û gel jî daxilî nav van xebatan bibe Komîsyona Dîplomasî û Têkiliyên Gel hat avakirin. Ev komîsyon xebatên xwe didomîne. Her wiha ji bo mekanîzmaya yekîtiya neteweyî jî komîsyoneke 'divê modeleke çawa bê çêkirin' hat avakirin. Wê di pêş de komîsyonên cuda bên avakirin". 
 
‘ARMANCA ME YA SEREKE YEKÎTIYA LI BAKUR E' 
 
Taşçier, destnîşan kir ku di siyaseta demokratîk de armnaca wan pêkanîna yekîtiya neteweyî ye û got, wê di pêş de biçin hemûd everên ku kurd lê ne. Taşçier, bal kişand ser heyeta ku çû Kurdistana Federe jî û got: "Heyeta me, hevdîtin bi rewşenbîrên li wir re çê kir. Armanca me ya sereke pêkanînan yekîtiya li Bakur e. Paşê jî mezinkirina vê armancê ye û dû re jî pêwendiya bi perçeyên din re ye. Armnaca me ya ewil em di nav xwe de bibin yek. Hê jî kêmasiyên me hene. Hêvîdar im ê van kêmasiyan ji holê rabikin". 
 
Taşçier, destnîşan kir ku yekîtî mijareke pir hesas e û got: "Divê kurd hemû fikr û ramanên xwe yên ji bo yekîtiyê bînin ziman. Li Tirkiyeyê kurd belawela ne. Loma bêtir pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Hatina me ya cem hev ne dijminatiya bi dewletan e, daxwazên ji bo maf, azadî û statuya kurdan e. Çawa ev daxwaz mafê her neteweyê ye, yê gelê kurd e jî". 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 

Sernavên din

12/02/2020
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû