Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin 2020-02-12 09:26:42 AMED - Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî 2 komîsyon ava kirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku ew ê du komxebatan li dar bixin û got: "Armanca me ya ewil, em di nav xwe de bibin yek".  Xebata Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de ye û ji 8 partiyên kurd pêk tê, di 18-19'ê Kanûna 2019'an de li Amedê "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" li dar xistibû. Nûnrên partiyên siyasî, rûspî, alim, nûnerên komeleyan, nivîskar û rewşenbîr tev li komxebatê bûbûn. Di dawiya komxebatê de danezanek hatibû parvekirin û di danezanê de hatibû gotin, armanc li her çar perçeyan dorfirehkirina kongreya neteweyî ye.    Piştî komxebatê nûnerên partiyên siyasî di nav xwe de civînek çê kirin û ji bo yekîtiya neteweyî hin biryar girtin. Hat hînbûn ku di civînê de Komîsyona Dîplomasiyê û Têkiliyên Gel û komîsyoneke der barê awayê mekanîzmaya yekîtiya neteweyî hatiye avakirin.    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, komxebat û xebatên yekîtiya neteweyî nirxandin.    ‘MAFÊ KURDA YE'    Taşçier, destnîşan kir ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyeke neteweyî heye û got: "Kurd tim dibêjin, 'heger em bi yek bûna em ê neketana vî halî". Loma divê em yekîtiya neteweyî çê bikin. Yekîtî hêz e. Heger yekîtî hebûna wê îro rewşa kurdan cuda bûne". Taşçier, destnîşan kir ku yekîtî ne li dijî dewletan e, ji bo statuya kurdan e û got, ev yek jî mafê kurda ye.    Taşçier, diyar kir ku li Bakur gel yekîtiya xw eçê kiriye û got, partiyên siyasî jî ji bo ji vê yekê nemînin divê rla yekîtiyê bigirin ser xwe. Taşçier, destnîşan kir ku ji bo yekîtiyê bi salan e dixebitin û got, bi xebatên hatine kirin tiştên girîng rû dane. Taşçier, anî ziman ku ji civakê her derdor tev li komxebatê bûye û naveroka komxebatê jî zengîn bûye.    ‘DIVÊ YEKÎTÎ VEGUHERE ORGANÎZASYONEKÊ'    Taşçier, destnîşan kir ku di komxebatê de fikra ji bo yekîtî bi goşt û hestî bibe divê veguhere organîzasyonekê derketiye pêş û got: "Divê yekîtî veguhereke saziyekê, organîzasyonekê. Gava êrîş li ser destkeftiyên kurdan an jî nirxên wan î hevpar çê bibin, ji bo bertekeke hevpar pêdivî bi saziyeke wiha heye". Taşçier, anî ziman ku divê partiyên kurdan ên ji bo kurdan têdikoşin daxilî nav xebatên yekîtiyê bibin û got: "Ji bo vê jî divê partiyên siyasî bên cem hev du û bi hev re siyasetê bikin. Di vî warî de gelek tişt hatine kirin. Partiyên ku heta 20 sal berê jî nedihatin kêlek hev du, niha nêzî 10 partî tên cem hev du û bi hev re nîqaşan dikin".    ‘KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN'    Taşçier, da zanîn ku di rojên pêş de wê ji bo yekîtiyê gelek komxebatan li dar bixin û got, nêzî 3 meh şûnde wê komxebateke din li dar bixin. Taşçier, anî ziman ku piştî komxebatê wan û partiyên kurd civîn çê kirine û got: "Ji bo em û gel bêtir bênc em hev du û gel jî daxilî nav van xebatan bibe Komîsyona Dîplomasî û Têkiliyên Gel hat avakirin. Ev komîsyon xebatên xwe didomîne. Her wiha ji bo mekanîzmaya yekîtiya neteweyî jî komîsyoneke 'divê modeleke çawa bê çêkirin' hat avakirin. Wê di pêş de komîsyonên cuda bên avakirin".    ‘ARMANCA ME YA SEREKE YEKÎTIYA LI BAKUR E'    Taşçier, destnîşan kir ku di siyaseta demokratîk de armnaca wan pêkanîna yekîtiya neteweyî ye û got, wê di pêş de biçin hemûd everên ku kurd lê ne. Taşçier, bal kişand ser heyeta ku çû Kurdistana Federe jî û got: "Heyeta me, hevdîtin bi rewşenbîrên li wir re çê kir. Armanca me ya sereke pêkanînan yekîtiya li Bakur e. Paşê jî mezinkirina vê armancê ye û dû re jî pêwendiya bi perçeyên din re ye. Armnaca me ya ewil em di nav xwe de bibin yek. Hê jî kêmasiyên me hene. Hêvîdar im ê van kêmasiyan ji holê rabikin".    Taşçier, destnîşan kir ku yekîtî mijareke pir hesas e û got: "Divê kurd hemû fikr û ramanên xwe yên ji bo yekîtiyê bînin ziman. Li Tirkiyeyê kurd belawela ne. Loma bêtir pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Hatina me ya cem hev ne dijminatiya bi dewletan e, daxwazên ji bo maf, azadî û statuya kurdan e. Çawa ev daxwaz mafê her neteweyê ye, yê gelê kurd e jî".    MA / Mehmet Şah Oruç