Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye

  • rojane
  • 10:47 11 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, diyar kir ku Tirkiye li Idlibê asê maye û nikare şerê bi Sûriyeyê re bide ber çavan. Kar, anî ziman ku ji bo Tirkiye tenê rêyek çareseriyê heye ew jî divê bi rêveberiya Rejîma Sûriyeyê re li masê rûnê ye. 

Rageşiya li Idlibê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de her ku diçe zêde dibe. Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya operasyonên li dijî Idlibê zêde dike. Rejîma Sûriyeyê 3 roj berê li nokteyên eskerî yên Tirkiyeyê xist û 7 jê esker 8 kes hatin kuştin. Di 10'ê Sibatê de jî balafirên Rûsya li balafirgeha eskerî ya Taftanazê xist û 5 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan got “Tiştên pêwist em dikin". Têkildarî geşedanên li herêmê û Îdlibê pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, nirxandin kir. Kar, anî ziman ku Îran hewl dide ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbênkariyê bike. 
 
Kar, anî ziman ku rojeva herêmê ya sereke Idlibe û wiha got: "Ev mesele ji bo Sûriye û Tirkiye meseleyek pir cîddî ye. Idlib ji bo Tirkiyeyê û hêzên li herêmê xeta parastinê ye. Ji ber vê yekê Idlib pir girîng e. Rûsya ji çar aliyê Sûriyeyê hêzên çekdar li Idlibê kom kirine. Dixwaze van hêzên çekdar ên li Idlibê an bişine ser serê Tirkiyeyê, an jî li vir wan tune bike. Di sala 2015'an de dest ji vê planê kirin. Tirkiye peymana ku bi Astana dest pê kir û bi Soçî berdewam kir erê kir. Lê Tirkiye li gorî peymanê gav neavêt. Di hiş û aqilê cîhana Ereb û Sûriyeyê de sedema  hilweşîna Sûriyeyê Tirkiye ye." 
 
Kar, da zanîn ku di rewşa heyî de Tirkiye li Idlibê asê maye û eskerên wê tên kuştin. Kar, anî ziman ku Tirkiye li Idlibê bi êrîşan re rû bi rû ye û wiha got: "Li Idlibê niha 5 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin. Niha çapemeniya Tirkiyeyê wekî ku Idlib bajarê Tirkiyeyê ye û hêzên Esat êrîşî vir kiriye nîşan dide. Wekî ku mafê bersivdayîna Tirkiye heye nîşan dide. Heta niha tu daxuyaniyên rêveberên Tirkiye yên ji bo çareseriya aştiyane nehatiye kirin. Tirkiye di nava 3 rojan de Hezar û 300 maşîneyên zirxî şandin Idlibê. Nêzî 5 hezar yekîneyên komando û yekîneyên taybet şandin Idlibê. Tirkiye dixwaze li vir çi bike?  Ev yek dê bi hêza Sûriyeyê re şerekî pêş bixe. Tirkiye wisa bawer dike ku bi şer re malbatên hêzên çekdar jî di navde nêzî 1 milyon mirov dê xwe avêjin Tirkiyeyê û ji bo rêya li pêş vê yekê bigirin, ketine nava tevgerê." 
 
Kar diyar kir ku niha tu îhtîmala ku di nava Tirkiye û Rejîmê de şerek pêk bê tune ye û wiha berdewam kir: "Tirkiye dizane ku li wir tenê hêzên Sûriyeyê tune. Hêzên Hizbullah û îranê heye. Li gel hêzen Sûriyeyê şer dikin. Ger ku Tirkiye û Sûriye bên hemberî hev, di heman demê de bi hêzên Îran û Hîzbûllahê re jî tê hemberî hev. Dîsa bi hêza Rûsyayê re jî tê hemberî hev. Şerekî wisa dê li hemû herêmê belav bibe. DYA vê rewşê ji bo li herêmê Sûriye yê petrolê serdest bibe aloz dike. Ez bawer nakim Tirkiye rewşek wisa bide ber çavan. 
 
Kar, herî dawî anî ziman ku  Tirkiye ji bo destê xwe xurt bike û li masê rûnê hêzên xwe zêde li vir bi cih dike. Tirkiye heta dawiya mehê dem xwest. Sedema vê yekê dixwaze têkeve nava lêgerînek din. Heyeta Moskova hat Enqereyê. 2 rojan li vir hevdîtin kirin. Lê Rûsya îkna nebû. Niha rêyên M4, M5  bi dest xistin. Bi destxistina van rêyan ji bo Tirkiyeyê di aliyê stratejîk wateyek pir mezin e. Îran dixwaze di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbênkariyê bike. Tirkiye dê erênî lê binere. Li pey banga Îranê, projeya ku Rûsya diparêze dê pispêrin Tirkiyeyê. Berjewendiyên Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye. Tirkiye li Idlibê asê maye. Ji xeynî rûniştina masê wekî din rê tune. Îran êdî vê rewşê temaşe nake." 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
 

Sernavên din

12/02/2020
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû