Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye 2020-02-11 10:47:08 ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, diyar kir ku Tirkiye li Idlibê asê maye û nikare şerê bi Sûriyeyê re bide ber çavan. Kar, anî ziman ku ji bo Tirkiye tenê rêyek çareseriyê heye ew jî divê bi rêveberiya Rejîma Sûriyeyê re li masê rûnê ye.  Rageşiya li Idlibê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de her ku diçe zêde dibe. Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya operasyonên li dijî Idlibê zêde dike. Rejîma Sûriyeyê 3 roj berê li nokteyên eskerî yên Tirkiyeyê xist û 7 jê esker 8 kes hatin kuştin. Di 10'ê Sibatê de jî balafirên Rûsya li balafirgeha eskerî ya Taftanazê xist û 5 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan got “Tiştên pêwist em dikin". Têkildarî geşedanên li herêmê û Îdlibê pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, nirxandin kir. Kar, anî ziman ku Îran hewl dide ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbênkariyê bike.    Kar, anî ziman ku rojeva herêmê ya sereke Idlibe û wiha got: "Ev mesele ji bo Sûriye û Tirkiye meseleyek pir cîddî ye. Idlib ji bo Tirkiyeyê û hêzên li herêmê xeta parastinê ye. Ji ber vê yekê Idlib pir girîng e. Rûsya ji çar aliyê Sûriyeyê hêzên çekdar li Idlibê kom kirine. Dixwaze van hêzên çekdar ên li Idlibê an bişine ser serê Tirkiyeyê, an jî li vir wan tune bike. Di sala 2015'an de dest ji vê planê kirin. Tirkiye peymana ku bi Astana dest pê kir û bi Soçî berdewam kir erê kir. Lê Tirkiye li gorî peymanê gav neavêt. Di hiş û aqilê cîhana Ereb û Sûriyeyê de sedema  hilweşîna Sûriyeyê Tirkiye ye."    Kar, da zanîn ku di rewşa heyî de Tirkiye li Idlibê asê maye û eskerên wê tên kuştin. Kar, anî ziman ku Tirkiye li Idlibê bi êrîşan re rû bi rû ye û wiha got: "Li Idlibê niha 5 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin. Niha çapemeniya Tirkiyeyê wekî ku Idlib bajarê Tirkiyeyê ye û hêzên Esat êrîşî vir kiriye nîşan dide. Wekî ku mafê bersivdayîna Tirkiye heye nîşan dide. Heta niha tu daxuyaniyên rêveberên Tirkiye yên ji bo çareseriya aştiyane nehatiye kirin. Tirkiye di nava 3 rojan de Hezar û 300 maşîneyên zirxî şandin Idlibê. Nêzî 5 hezar yekîneyên komando û yekîneyên taybet şandin Idlibê. Tirkiye dixwaze li vir çi bike?  Ev yek dê bi hêza Sûriyeyê re şerekî pêş bixe. Tirkiye wisa bawer dike ku bi şer re malbatên hêzên çekdar jî di navde nêzî 1 milyon mirov dê xwe avêjin Tirkiyeyê û ji bo rêya li pêş vê yekê bigirin, ketine nava tevgerê."    Kar diyar kir ku niha tu îhtîmala ku di nava Tirkiye û Rejîmê de şerek pêk bê tune ye û wiha berdewam kir: "Tirkiye dizane ku li wir tenê hêzên Sûriyeyê tune. Hêzên Hizbullah û îranê heye. Li gel hêzen Sûriyeyê şer dikin. Ger ku Tirkiye û Sûriye bên hemberî hev, di heman demê de bi hêzên Îran û Hîzbûllahê re jî tê hemberî hev. Dîsa bi hêza Rûsyayê re jî tê hemberî hev. Şerekî wisa dê li hemû herêmê belav bibe. DYA vê rewşê ji bo li herêmê Sûriye yê petrolê serdest bibe aloz dike. Ez bawer nakim Tirkiye rewşek wisa bide ber çavan.    Kar, herî dawî anî ziman ku  Tirkiye ji bo destê xwe xurt bike û li masê rûnê hêzên xwe zêde li vir bi cih dike. Tirkiye heta dawiya mehê dem xwest. Sedema vê yekê dixwaze têkeve nava lêgerînek din. Heyeta Moskova hat Enqereyê. 2 rojan li vir hevdîtin kirin. Lê Rûsya îkna nebû. Niha rêyên M4, M5  bi dest xistin. Bi destxistina van rêyan ji bo Tirkiyeyê di aliyê stratejîk wateyek pir mezin e. Îran dixwaze di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbênkariyê bike. Tirkiye dê erênî lê binere. Li pey banga Îranê, projeya ku Rûsya diparêze dê pispêrin Tirkiyeyê. Berjewendiyên Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye. Tirkiye li Idlibê asê maye. Ji xeynî rûniştina masê wekî din rê tune. Îran êdî vê rewşê temaşe nake."    MA / Dîren Yurtsever