Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin

  • rojane
  • 10:27 11 Sibat 2020
  • |
img

WAN – Li Ebexê tê texmînkirin ku 13 penaber qerisîne û jiyana xwe ji dest dane. Ji ber rewşa hewayê aqûbeta penaberan ne diyar e. Apê Sheikh Abdulrahman Abdo ku di nava penaberan de ye Mihemmed Sheikh Nebî diyar kir ku qaçaxçiyên însanan jê re gotine “Pere bidin me, em ê cenazeyê we bînin.” Li aliyê din dîmenên aîdî penaberên ji Kobanê ne jî derketin holê. 

Li herêma gundê Navrî ya girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê tê texmînkirin ku 13 penaber ji ber sermaye qerisîne û jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku 6 roj bi ser bûyerê ve derbas bû jî aqûbeta penaberan nayê zanîn. Tê gotin ku ev pênaber ji aliyê Îranê derbasî aliyê Tirkiyê dibin. Tîmên UMKE û AFAD’ê li navçeyê lêkolîn pêk anîn. Tîmên lêgerînê ragihandin ji ber bagera li herêmê nikarin xebatên lêgerînê bidin destpêkirin .
Hat zanîn ku piştî rewşa hewayê vebibe dê li herêmê xebatên lêgerînê bên destpêkirin. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet têkildarî mijarê bi Qeymqamê Navçeyê û rayedarên cendirmeyan re hevdîtin pêk anî û rayedaran jê re gotiye ji ber rewşa neyînî ya hewayê tîmên lêgerînê nikarin biçin herêmê. 
 
‘DIBE KU QAÇAXÇIYAN WAN DÎL GIRTIBE’ 
 
Tê gotin ku 3 kes ji pênaberan ji Kobanê ne. Apê Sheikh Abdulrahman Abdo yê ji Kobanê Mihemmed Sheikh Nebî da zanîn ku ew bi guman in ku xizmên wî hêj di destê qaçaxvanên însanan de ne û ew texmîn dkin ku qaçaxvanan bi şertê pere bigirin xizmên wî di destên xwe de girtine. Nebî anî ziman ku wî li Wanê bi gelek rayedaran re hevdîtin pêk aniye û 6 roj in bi rêya telefonên îhbarê ji wan re hatiye kirin û yek jî rast derneketiye.
 
'EM BI BAWERIN KU DIJÎN’ 
 
Nebî da zanîn ku qaçaxçiyek li wan geriyaye û gotiye 13 penaber mirine û lê wan nikaribûye vê agahiyê zelal bikin û wiha got: “Yên li me geriyan gotin cenazeyê 13 penaberan li nexweşxaneyan in. Me li hemû nexweşxaneyan nihêrî. Lê me cenazeyên xwe nedît. Pişt re me bi Qeymeqamê Ebexê û rayedarên cendirmeyan re hevdîtin pêk anî. Lê wan jî got di vê mijarê de tu tiştek di destê wan de nîne û ji ber rewşa hewayê ya xerabe nikarin lêkolînê pêk bînin. Ji me re gotin ku wê bi rayedarên Îranê re peywendî deynin. Niha sê îhtîmal li pêşiya me hene; ya yekemîn ew e ku ev penaber di destê qaçaxvanan de û îhtîmala pere dixwazin e, ya duyem jî ew e ku ev penaber li Îranê hatibin girtin û îhtîmala sêyem jî ew e ku ev penaber qerisîbin û jiyana xwe ji dest dabin. Lê em teqez bi bawer in ku ev penaber dijîn.” 
 
‘QAÇAXÇÎ LI ME DIGERIN Û PERE DIXWAZIN’ 
 
Nebî destnîşan kir ku bi rojane hin kesên xwe wek qaçaxçiyan nîşan didin bi nimreyên cuda li wan digierin û wiha got: “Piştî ev winda bûn, hin kes bi nimreyên cuda çend caran li me geriyan. Em texmîn dikin ku ev qaçaxçî ne. Ji min re gotin ‘kes nikare biçe cenazeyê we werbigire. Pere bidin me em ê cenazeyên we bînin.’ Navnîşana cihê penaber lê dimînin jî ji me re gotin. Lê me vê teklîfa wan qebûl nekir. Min vê rewşê ji rayedaran re jî got. Ez hêvîdarim wê derbarê windayên me de demildest agahî bidin me. Ez bi hêvî me ku hêj nemirine û dijîn. Ez difikirim ku ev kes di destên qaçaxçiyan de ne û ji me pere dixwazin.” 
 
DÎMENÊN WAN DAWÎ DERKETIN HOLÊ 
 
Li aliyê din dîmenên welatiyên ji Kobanê Sheikh Abdûlrahman Abdo, Hendreen Îbîsh û Azad Hemze derketin holê. Di dîmen de tê xuyakirin ku her sê penaber li mala Îranê ku lê dimînin amadekariyên ku derbasî aliyê Tirkiyê bibin dikin. Her sê penaberên ji kamerayên hevalên xwe re diaxivin, balkêş e ku xwe didin nasîn û nasnameya xwe vedibêjin. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

12/02/2020
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû