Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin 2020-02-11 10:27:52 WAN – Li Ebexê tê texmînkirin ku 13 penaber qerisîne û jiyana xwe ji dest dane. Ji ber rewşa hewayê aqûbeta penaberan ne diyar e. Apê Sheikh Abdulrahman Abdo ku di nava penaberan de ye Mihemmed Sheikh Nebî diyar kir ku qaçaxçiyên însanan jê re gotine “Pere bidin me, em ê cenazeyê we bînin.” Li aliyê din dîmenên aîdî penaberên ji Kobanê ne jî derketin holê.  Li herêma gundê Navrî ya girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê tê texmînkirin ku 13 penaber ji ber sermaye qerisîne û jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku 6 roj bi ser bûyerê ve derbas bû jî aqûbeta penaberan nayê zanîn. Tê gotin ku ev pênaber ji aliyê Îranê derbasî aliyê Tirkiyê dibin. Tîmên UMKE û AFAD’ê li navçeyê lêkolîn pêk anîn. Tîmên lêgerînê ragihandin ji ber bagera li herêmê nikarin xebatên lêgerînê bidin destpêkirin . Hat zanîn ku piştî rewşa hewayê vebibe dê li herêmê xebatên lêgerînê bên destpêkirin.    Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet têkildarî mijarê bi Qeymqamê Navçeyê û rayedarên cendirmeyan re hevdîtin pêk anî û rayedaran jê re gotiye ji ber rewşa neyînî ya hewayê tîmên lêgerînê nikarin biçin herêmê.    ‘DIBE KU QAÇAXÇIYAN WAN DÎL GIRTIBE’    Tê gotin ku 3 kes ji pênaberan ji Kobanê ne. Apê Sheikh Abdulrahman Abdo yê ji Kobanê Mihemmed Sheikh Nebî da zanîn ku ew bi guman in ku xizmên wî hêj di destê qaçaxvanên însanan de ne û ew texmîn dkin ku qaçaxvanan bi şertê pere bigirin xizmên wî di destên xwe de girtine. Nebî anî ziman ku wî li Wanê bi gelek rayedaran re hevdîtin pêk aniye û 6 roj in bi rêya telefonên îhbarê ji wan re hatiye kirin û yek jî rast derneketiye.   'EM BI BAWERIN KU DIJÎN’    Nebî da zanîn ku qaçaxçiyek li wan geriyaye û gotiye 13 penaber mirine û lê wan nikaribûye vê agahiyê zelal bikin û wiha got: “Yên li me geriyan gotin cenazeyê 13 penaberan li nexweşxaneyan in. Me li hemû nexweşxaneyan nihêrî. Lê me cenazeyên xwe nedît. Pişt re me bi Qeymeqamê Ebexê û rayedarên cendirmeyan re hevdîtin pêk anî. Lê wan jî got di vê mijarê de tu tiştek di destê wan de nîne û ji ber rewşa hewayê ya xerabe nikarin lêkolînê pêk bînin. Ji me re gotin ku wê bi rayedarên Îranê re peywendî deynin. Niha sê îhtîmal li pêşiya me hene; ya yekemîn ew e ku ev penaber di destê qaçaxvanan de û îhtîmala pere dixwazin e, ya duyem jî ew e ku ev penaber li Îranê hatibin girtin û îhtîmala sêyem jî ew e ku ev penaber qerisîbin û jiyana xwe ji dest dabin. Lê em teqez bi bawer in ku ev penaber dijîn.”    ‘QAÇAXÇÎ LI ME DIGERIN Û PERE DIXWAZIN’    Nebî destnîşan kir ku bi rojane hin kesên xwe wek qaçaxçiyan nîşan didin bi nimreyên cuda li wan digierin û wiha got: “Piştî ev winda bûn, hin kes bi nimreyên cuda çend caran li me geriyan. Em texmîn dikin ku ev qaçaxçî ne. Ji min re gotin ‘kes nikare biçe cenazeyê we werbigire. Pere bidin me em ê cenazeyên we bînin.’ Navnîşana cihê penaber lê dimînin jî ji me re gotin. Lê me vê teklîfa wan qebûl nekir. Min vê rewşê ji rayedaran re jî got. Ez hêvîdarim wê derbarê windayên me de demildest agahî bidin me. Ez bi hêvî me ku hêj nemirine û dijîn. Ez difikirim ku ev kes di destên qaçaxçiyan de ne û ji me pere dixwazin.”    DÎMENÊN WAN DAWÎ DERKETIN HOLÊ    Li aliyê din dîmenên welatiyên ji Kobanê Sheikh Abdûlrahman Abdo, Hendreen Îbîsh û Azad Hemze derketin holê. Di dîmen de tê xuyakirin ku her sê penaber li mala Îranê ku lê dimînin amadekariyên ku derbasî aliyê Tirkiyê bibin dikin. Her sê penaberên ji kamerayên hevalên xwe re diaxivin, balkêş e ku xwe didin nasîn û nasnameya xwe vedibêjin.    MA / Adnan Bîlen