18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin

  • rojane
  • 12:06 10 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Ev 18 rojin agahî ji Mehmet Bal (58) ê ji bo hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Sîlîvrî dimîne, ji Êlihê hat Stenbolê nayê girtin. Malbata Bal serî serî lig elek saziyan dan, lê heya niha tu bersiv negirtin. Dozgerê ku bi malbatê re hevdîtin kir, pirsa tevlî PKK’ê bûye yan na ji malbatê kir. 

Bavê 10 zarokan Mehmet Bal ê 58 salî, ji bo hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Sîlîvrî dimîne, di 24'ê Çileya 2020'an de ji Êlihê hat Stenbolê, di heman rojê de hevdîtîn bi xizmên xwe re kir û ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Bi vî awayî 18 rojin bi ser windabûna Bal re derbas bûn. Birayê Bal, Mehmet Şîrîn Bal, diyar kir ku ew lêgerîna birayê xwe dewam dikin û wiha axivî: “Me serî li polîs û dozger da. Lê ligel vê jî ev 18 rojin ne dozger û ne jî polîsan bi tu awayî agahiyekê bi tendurist nedane me.”
 
Bira Bal, da zanîn ku her ku diçin ewlekariyê, polîs ji wan re dibin “Rawestin emê li we bigirin” û wiha got: “Di hefteya derbasbûyî de me hevdîtin bi dozger re kir. Lê dozger bi me re eleqedar nebû. Bi zimanekê tinazker nêzî me bû. Me ji dozger re got ‘li Ûlûdaga Bûrsayê du kes winda bûn, lê pir zû hatin dîtin. Gelo çima 18 rojin birayê min nayê dîtin.’ Li ser vê pirse dozger ji me re got, ‘Ew cudaye, ev cudaye.’ Me dîsa got ‘ di encamê de ew jî winda bûne, ev jî winda bûne.’ Li ser vê yekê dozger ev yek ji me re got ‘Li pêşiya min gelek karê min heye. Tenê hûn nînin.’ Dozger bi vî awayî em qewitandin.”
 
‘MIROVEK MA TIZBIYE WINDA BIBE!’
 
Bal, anî ziman ku birayê wî Stenbolê baş nas dikir û wiha bilêv kir: “Hemû deverên Tirkiyeyê dizanîbû. Çawan dibe ku winda bibe? Çawan dibe ku mirov winda bibe. Mirovek ma tizbiye winda bibe? Ger dewlet bixwaze dikare di 2 saetan de bibîne. Çi ji birayê min hat em jî nizanin. Em nizanin di destê dewletê deye yan na. Li ku derê dibe bila bibe, em dixwazin bê dîtin.” 
 
‘TU FIKREKE ME TUNEYE’
 
Kurê Bal Nîhat Bal jî, diyar kir ku bavê wî li Amedê dixebitî û wiha axivî: “Bavê min di her zivîstanê de tê Stenbolê serdana me. Di 24’ê Çile de jî hat serdana me. Ez û du birayên min li Stenbolê dijîn. Birayekê min di girtîgehê deye û du birayên min jî berî bi salan tevlî PKK’ê bûne. Ji ber birayê min ê di girtîgehê de, polîsan çend caran bi ser mala me de girtin. Bavê min hat binçavkirin. Çend caran jî, ji ber birayên min ên din, bavê min çû midûriyeta polîsan û îfade da. Derbarê windabûna bavê min de tu fikrekê min tuneye. Bavê min bi tendurist bû û hişê wî li serê wî bû. Ji bo ku winda bibe tu sedem tuneye.”
 
‘AGAHÎ NADIN ME’
 
Nîhat Bal, fikarên xwe anîn ziman û wiha got: “Ger dewletê bavê min biribe, çima dernaxwe holê. Çi karê wan bi bavê min re heye. Em çûn dozger û miduriyeta polîsan. Em şandin buroya kesên winda. Polîsekê ji me re got, ‘Ji ber ku lêpirsîna lêgerînê dewam dike em nikarin agahî bidin.’ Ev kar encex bi şopandina teknîkê bê çareserkrin. Dikarin hevdîtinên telefonê û kamerayên MOBESE lêkolîn bikin. Me hevdîtin bi dozger re jî kir. Dozger pir xemsar nêzî me bû. Çend pirs ji me kirin û got lêkolînê dewam dikin. Dozger derbarê malbat, bav, xwişk û birayên min de hin pirs ji min kirin. Min jî got ‘du birayên min tevlî PKK’ê bûne.’ Dozger li ser vê yekê pirsa ‘Gelo bavê te jî tevlî ne bûbe?’ ji min kir. Min jî got, ‘zilameke di vî temenî de çawan dibe ku tevlî bibe. Ger fikir û ramanekê wî yê wisan hebûya nedihat Stenbolê.’” 
 
‘EM ÇÛN HEMÛ DERAN’
 
Kurê apê Bal Abdulselam Bal jî, dest nîşan kir ku cihekê ew ne çûne nemaye û wiha got: “Em çûn nexweşxaneyan, qereqolan, qereqolên ser sînor û her derê. Lê bi tu awayî me bersivek erênî negirt. Tiştek di destê me de tuneye. Ez pismamê xwe ji dewletê dixwazim. Ev mafê me ye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike. Lê lêpirsîn di çi astê deye ne diyare. Di serê me de nakokiyek heye. Herî dawî gotibû ku ewê biçe Kadikoyê. Gelo çima dewlet Mehmet Bal nabîne. Kurê wî diçe qereqola polîsan a Gayrettepe, lê wî nagirin hûndir. Em bi telefonê li qereqolê digerin ji me re dibêjin ‘Ger hûn werin qereqolê emê we ji derî biqewirînin.’ Divê agahî bidin me. Ev mafê me yê herî xwezayî ye.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

12/02/2020
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû