18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin 2020-02-10 12:06:16 STENBOL - Ev 18 rojin agahî ji Mehmet Bal (58) ê ji bo hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Sîlîvrî dimîne, ji Êlihê hat Stenbolê nayê girtin. Malbata Bal serî serî lig elek saziyan dan, lê heya niha tu bersiv negirtin. Dozgerê ku bi malbatê re hevdîtin kir, pirsa tevlî PKK’ê bûye yan na ji malbatê kir.  Bavê 10 zarokan Mehmet Bal ê 58 salî, ji bo hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Sîlîvrî dimîne, di 24'ê Çileya 2020'an de ji Êlihê hat Stenbolê, di heman rojê de hevdîtîn bi xizmên xwe re kir û ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Bi vî awayî 18 rojin bi ser windabûna Bal re derbas bûn. Birayê Bal, Mehmet Şîrîn Bal, diyar kir ku ew lêgerîna birayê xwe dewam dikin û wiha axivî: “Me serî li polîs û dozger da. Lê ligel vê jî ev 18 rojin ne dozger û ne jî polîsan bi tu awayî agahiyekê bi tendurist nedane me.”   Bira Bal, da zanîn ku her ku diçin ewlekariyê, polîs ji wan re dibin “Rawestin emê li we bigirin” û wiha got: “Di hefteya derbasbûyî de me hevdîtin bi dozger re kir. Lê dozger bi me re eleqedar nebû. Bi zimanekê tinazker nêzî me bû. Me ji dozger re got ‘li Ûlûdaga Bûrsayê du kes winda bûn, lê pir zû hatin dîtin. Gelo çima 18 rojin birayê min nayê dîtin.’ Li ser vê pirse dozger ji me re got, ‘Ew cudaye, ev cudaye.’ Me dîsa got ‘ di encamê de ew jî winda bûne, ev jî winda bûne.’ Li ser vê yekê dozger ev yek ji me re got ‘Li pêşiya min gelek karê min heye. Tenê hûn nînin.’ Dozger bi vî awayî em qewitandin.”   ‘MIROVEK MA TIZBIYE WINDA BIBE!’   Bal, anî ziman ku birayê wî Stenbolê baş nas dikir û wiha bilêv kir: “Hemû deverên Tirkiyeyê dizanîbû. Çawan dibe ku winda bibe? Çawan dibe ku mirov winda bibe. Mirovek ma tizbiye winda bibe? Ger dewlet bixwaze dikare di 2 saetan de bibîne. Çi ji birayê min hat em jî nizanin. Em nizanin di destê dewletê deye yan na. Li ku derê dibe bila bibe, em dixwazin bê dîtin.”    ‘TU FIKREKE ME TUNEYE’   Kurê Bal Nîhat Bal jî, diyar kir ku bavê wî li Amedê dixebitî û wiha axivî: “Bavê min di her zivîstanê de tê Stenbolê serdana me. Di 24’ê Çile de jî hat serdana me. Ez û du birayên min li Stenbolê dijîn. Birayekê min di girtîgehê deye û du birayên min jî berî bi salan tevlî PKK’ê bûne. Ji ber birayê min ê di girtîgehê de, polîsan çend caran bi ser mala me de girtin. Bavê min hat binçavkirin. Çend caran jî, ji ber birayên min ên din, bavê min çû midûriyeta polîsan û îfade da. Derbarê windabûna bavê min de tu fikrekê min tuneye. Bavê min bi tendurist bû û hişê wî li serê wî bû. Ji bo ku winda bibe tu sedem tuneye.”   ‘AGAHÎ NADIN ME’   Nîhat Bal, fikarên xwe anîn ziman û wiha got: “Ger dewletê bavê min biribe, çima dernaxwe holê. Çi karê wan bi bavê min re heye. Em çûn dozger û miduriyeta polîsan. Em şandin buroya kesên winda. Polîsekê ji me re got, ‘Ji ber ku lêpirsîna lêgerînê dewam dike em nikarin agahî bidin.’ Ev kar encex bi şopandina teknîkê bê çareserkrin. Dikarin hevdîtinên telefonê û kamerayên MOBESE lêkolîn bikin. Me hevdîtin bi dozger re jî kir. Dozger pir xemsar nêzî me bû. Çend pirs ji me kirin û got lêkolînê dewam dikin. Dozger derbarê malbat, bav, xwişk û birayên min de hin pirs ji min kirin. Min jî got ‘du birayên min tevlî PKK’ê bûne.’ Dozger li ser vê yekê pirsa ‘Gelo bavê te jî tevlî ne bûbe?’ ji min kir. Min jî got, ‘zilameke di vî temenî de çawan dibe ku tevlî bibe. Ger fikir û ramanekê wî yê wisan hebûya nedihat Stenbolê.’”    ‘EM ÇÛN HEMÛ DERAN’   Kurê apê Bal Abdulselam Bal jî, dest nîşan kir ku cihekê ew ne çûne nemaye û wiha got: “Em çûn nexweşxaneyan, qereqolan, qereqolên ser sînor û her derê. Lê bi tu awayî me bersivek erênî negirt. Tiştek di destê me de tuneye. Ez pismamê xwe ji dewletê dixwazim. Ev mafê me ye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike. Lê lêpirsîn di çi astê deye ne diyare. Di serê me de nakokiyek heye. Herî dawî gotibû ku ewê biçe Kadikoyê. Gelo çima dewlet Mehmet Bal nabîne. Kurê wî diçe qereqola polîsan a Gayrettepe, lê wî nagirin hûndir. Em bi telefonê li qereqolê digerin ji me re dibêjin ‘Ger hûn werin qereqolê emê we ji derî biqewirînin.’ Divê agahî bidin me. Ev mafê me yê herî xwezayî ye.”    MA / Erdogan Alayûmat