ŞIRNEX - Li navenda navçeya Cizîrê, pitşî 3 salan berf barî. Welatiyên ku ji ber barîna berfê keyfxweş bûn, derketin kolanan û bi berfê şabûn.
Li navenda navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî 3 salan berf barî. Ji ber barîna berfê ya di saetên şevê de, bajar spî bû. Berfa ku bariya di saetên şevê de herd spî kir û dîmenên rengîn derxistin holê. Zarok û ciwanan berfa ku barî wek firsend dît û derketin kolan û parkan bi topên berfê lîstin. Zarok û ciwanên ku bi berfê lîstin, wêne kişandin.
Cizîriyan, anî ziman ku ji ber berfa dibare gelek kêfxweş bûne û gotin ku ji çend salan carekê li Cizîrê berf dibare.