Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya 2020-02-10 09:26:20 ŞIRNEX - Li navenda navçeya Cizîrê, pitşî 3 salan berf barî. Welatiyên ku ji ber barîna berfê keyfxweş bûn, derketin kolanan û bi berfê şabûn.  Li navenda navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî 3 salan berf barî. Ji ber barîna berfê ya di saetên şevê de, bajar spî bû.  Berfa ku bariya di saetên şevê de herd spî kir û dîmenên rengîn derxistin holê. Zarok û ciwanan berfa ku barî wek firsend dît û derketin kolan û parkan bi topên berfê lîstin. Zarok û ciwanên ku bi berfê lîstin, wêne kişandin.     Cizîriyan, anî ziman ku ji ber berfa dibare gelek kêfxweş bûne û gotin ku ji çend salan carekê li Cizîrê berf dibare.