Wê komên çekdar ên li Îdlîbê bi ku ve biçin?

img
ÎDLÎB - Her diçe rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe. Niha tenê komên girêdayî El Qaîdeyê û bermayiyên DAIŞ'ê mane. Tişta bûye cihê meraqê jî ew e ku piştî Îdlîb ji dest van koman bê girtin, wê ev komên çekdar bi ku ve biçin. 
 
Her diçe şerê li Îdlîbê yê di navbera rejîma Sûriyeyê û Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nûsra) de ku Tirkiye piştgiriyê dide wan gur dibe. Niha piraniya şer li hêla bakurrojhilatê navçeya Serakîb û derdora wê gur bûye. Her wiha bi vê re tansiyona di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de jî zêde bûye. Her ku rejîma Sûriyeyê pêş ve diçe ligel Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, DYA, NATO û hêzên Ewropayê jî dikevin nav hin liv û tevgeran. Lê belê ligel vî şerî, tişta bûye cihê meraqkê jî ew e, ev komên selefî ku Tirkiye di bin navê "muxalefeta Sûriyeyê" de wan bi kar tîne kî ne? 
 
Ev komên ku Tirkiyeyê di dema Efrînê de jî ew bi kar anîn, li ber çareserkirina krîza Sûriyeyê wekî astengiya herî mezin tên dîtin. Ji niha vê bûye cihê nîqaşê ku piştî Îdlîb ji dest van koman bê girtin wê ev komên selefî û paramîlîter bi ku ve biçin û wê aqûbeta wan çi be? 
 
Hema bêje piraniya van komên selefî digihên El Qaîdeyê û di nav wan de ya herî xurt jî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nûsra) e. HTŞ, di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad de daxilî nav şerê Sûriyeyê bûbû. Çendî ku çend caran nav guherandibe jî lê hem ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) û hem jî ji hêla DYA'yê de daxilî nav lîsteya "rêxistinên terorî" hatiye kirin. 
 
ARTÊŞA FETHÊ 
 
Ligel HTŞ'ê, bi dehan kom hene ku li dijî rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şer dikin. Di sala 2015'an de gelek kom hatin cem hev û Artêşa Fethê ava kirin û Îdlîbê ji dest rejîmê derxistin. Komên ku heta niha krîza li Îdlîbê gur dikin Ehrar El Şam, El Nûsra, Tûgaya El Haqq, Ceyş El Sûne, Ecnad El Şam, Cûnd El Aksa, Feylek EL Şam û Cemiyeta Îmamî Bûharî ne ku ev kom di bin navê "Artêşa Fethê" de hatibûn cem hev. 
 
HEYET TEHRÎR EL ŞAM
 
El Nûsra, piştî daxilî nav lîsteya "rêxistina terorî" hat kirin, navê guheran û xwest bi vî awayî xwe bi xelasiyê bixe. Vê carê komên bi navê Nûsra, Eniya Ensareddîn, Ceyş El Sûne, Lîva El Şah û Nûreddîn Zengî di bin navê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) hatin cem hev. 
 
ENIYA RIZGARIYÊ YA SÛRIYEYÊ 
 
Komên li Îdlîbê tenê e ev komên navbirî ne. Piştî rejîma Sûriyeyê li başûrê welat herêma Dera û Kûneytra û herêma Gûta û Kalamûmê bi dest xist, gelek komên din jî berê xwe dan Îdlîbê. Her wiha bi demê re ji van komên navbirî hin jê pev ketin û ji ber nakokiyên di navbera wan de komên wekî Nûreddîn Zengî û Ehrar El Şam rabûn Eniya Rizgariyê ya Sûriyeyê ava kirin. 
 
ENIYA RIZGARIYÊ YA NETEWEYΠ
 
Feylek El Şam, Şuheda El Îslam, Ceyş El Nûxbe, Ceyş El Sanî, Firqa El Hûrriye, Fevc El Evvel, Tumena Sahîlê ya Yekemîn û ya Duyemîn, Cey El Nasr, Firqet Îdlîb jî rabûn Eniya Rizgariyê ya Neteweyî ava kirin. 
 
BERMAYIYÊN DAIŞ'Ê 
 
Her wiha Ensar El Tevîd, Ceyş El Melahîm, Cûnd El Şerîa, Ensal El Haq, Tûgayên Ebû Bekrî Siddiq, Ceyş El Badiye, Ceyş El Sahîl, Saraya El Xûraba, Saraya El Qebûl, Tûgayên Ebû Ûbeyde Cerrah jî Hûrras El Dîn ava kirin ku ev rêxistin piştî DAIŞ'ê wekî rêxistina herî radîqal tê zanîn. 
 
TURKÎSTANÎ
 
Partiya Îslamî ya Turkîstanê ku piraniya wê ji kesên ji komarên turkî pêk tên jî li herêma Cîsîr El Şûgûr a Îdlîbê xweybandor e. Ev kom li Sûriyeyê daxilî nav gelek şeran bûye û gelek endamên wê tev li DAIŞ'ê bûne. 
 
ÇEÇEN
 
Komên ku çeçen pêşengtiya wan dikin jî li Îdlîbê hene. Ji vana ên girîng Mûhacîrîn, Artêşa Ensar, Cûnd El Şam, Ceyş Ûsra û Ecnad El Kafkas in. 
 
ARTÊŞA NETEWEYÎ YA SÛRIYEYÊ 
 
Ji van rêxistinên navbirî ya herî girîng jî komên ku Tirkiyeyê ew di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de kom kirine. Ev hêz tenê ne li Îdlîbê, di heman demê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî bal kişandibûn ser xwe. ANS, ku bi talan, tecawiz, îşkence û pêkanînên xwe yên guherandina demogarfiyê tê zanîn ji komên Feylek El Şam, Tumena Hamza, Ehrar El Şerqye, Ceyş El Ehrar, Tûgayên Siltan Mûrad, Mûntasir Bîllah, Tûgaya Selhaddîn, Ehrar Şam, Tevgera Hazimê, Nûreddîn Zengî, Artêşa Îslamê, Sûkûr Şam, Artêşa Mucahîdan, Tûgaya Farûk, Ceyş El Mûhacirîn, Tûgaya Fatîh Siltan Mehmed, Tûgaya Semerkantê, Cephet Şamiye, Lîva Şîmal Ezaz û Ceyş Nûxbeyê pêk tê. 
 
PIŞTÎ ÎDLÎBÊ! 
 
Tê gotin hejmara van hêzên selefî, radîqal û paramîlîter nêzî 100 hezarî ye. Ev komên ku berê ji Haama, Hûmûs, Dera, Kûneytra, Şam, Helebe û deverên din hatibûn derxistin niha piraniya wan li Îdlîbê ne û li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin. Niha jî nayê zanîn ku gava ji Îdlîbê bên derxistin wê ev kom bi ku ve biçin an jî wê wan bibin kuderê. Gava mirov malbatên wan jî hesab bike hejmara wan sedhezaran derbas dike û tê derpêşkirin ku piştî Îdlîb ji dest wan bê girtin wê têkiliya wan î bi Tirkiyeyê re jî xirab bibe. 
 
Her wiha dîsa tê gotin piştî Îdlîbê, ji ber ku cihekî xwe lê bigirin namîne wê bi hêrseke mezin bi ser Tirkiyeyê de biçin. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

09/02/2020
17:08 Ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û STO’yan bang: Mzirakli berdin
16:02 Aydenîz: AKP û MHP li ser mexdûriyetiyê şow dikin
15:24 Guven: Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide
14:22 Danişîna Mizrakli sibê ye
14:04 Şenoglû: Li dijî polîtîkayên hilwişandinê xeyalên me hene
13:45 Polîsê Trafîkê bi motorê li jinekê xist
13:05 Bavê 3 zarokên wî girtî binçav kirin
12:55 Kyrle: Daraz ji bo bêdengkirina çapemeniyê bû amûrê siyasetê
11:43 Li Şemrexê agir bi malekê ket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:30 Temellî: Şewata mirovan şerma vî welatî ye
10:27 Hediye Levent: Tirkiye bi Sûriyeyê re têkeve şer dê bi tenê bimîne
09:21 Li Wanê 13 penaber qerizîn û mirin
09:20 Li Hezar û 176 rojên qedexe 15 rojên din zêde kirin
09:07 Wê komên çekdar ên li Îdlîbê bi ku ve biçin?
09:06 Xwest ên gor çêkirin û dan çêkirin tevan ceza bikin
09:05 Piştî nerazîbûna ji bo lêgerînê cezayê hucreyê hat betalkirin
09:04 Kaya yê ji bin aşûtê filitî: Tevdîr nehatibûn girtin
09:04 Keşîş Bîleçen bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' tê sûcdarkirin
09:03 Girtiyê nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe
09:02 Doz li 30 kesên tev li çalakiya şermezarkirina qeyûman bûn hat vekirin
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir