Wê komên çekdar ên li Îdlîbê bi ku ve biçin? 2020-02-09 09:07:13   ÎDLÎB - Her diçe rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe. Niha tenê komên girêdayî El Qaîdeyê û bermayiyên DAIŞ'ê mane. Tişta bûye cihê meraqê jî ew e ku piştî Îdlîb ji dest van koman bê girtin, wê ev komên çekdar bi ku ve biçin.    Her diçe şerê li Îdlîbê yê di navbera rejîma Sûriyeyê û Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nûsra) de ku Tirkiye piştgiriyê dide wan gur dibe. Niha piraniya şer li hêla bakurrojhilatê navçeya Serakîb û derdora wê gur bûye. Her wiha bi vê re tansiyona di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de jî zêde bûye. Her ku rejîma Sûriyeyê pêş ve diçe ligel Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, DYA, NATO û hêzên Ewropayê jî dikevin nav hin liv û tevgeran. Lê belê ligel vî şerî, tişta bûye cihê meraqkê jî ew e, ev komên selefî ku Tirkiye di bin navê "muxalefeta Sûriyeyê" de wan bi kar tîne kî ne?    Ev komên ku Tirkiyeyê di dema Efrînê de jî ew bi kar anîn, li ber çareserkirina krîza Sûriyeyê wekî astengiya herî mezin tên dîtin. Ji niha vê bûye cihê nîqaşê ku piştî Îdlîb ji dest van koman bê girtin wê ev komên selefî û paramîlîter bi ku ve biçin û wê aqûbeta wan çi be?    Hema bêje piraniya van komên selefî digihên El Qaîdeyê û di nav wan de ya herî xurt jî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nûsra) e. HTŞ, di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad de daxilî nav şerê Sûriyeyê bûbû. Çendî ku çend caran nav guherandibe jî lê hem ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) û hem jî ji hêla DYA'yê de daxilî nav lîsteya "rêxistinên terorî" hatiye kirin.    ARTÊŞA FETHÊ    Ligel HTŞ'ê, bi dehan kom hene ku li dijî rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şer dikin. Di sala 2015'an de gelek kom hatin cem hev û Artêşa Fethê ava kirin û Îdlîbê ji dest rejîmê derxistin. Komên ku heta niha krîza li Îdlîbê gur dikin Ehrar El Şam, El Nûsra, Tûgaya El Haqq, Ceyş El Sûne, Ecnad El Şam, Cûnd El Aksa, Feylek EL Şam û Cemiyeta Îmamî Bûharî ne ku ev kom di bin navê "Artêşa Fethê" de hatibûn cem hev.    HEYET TEHRÎR EL ŞAM   El Nûsra, piştî daxilî nav lîsteya "rêxistina terorî" hat kirin, navê guheran û xwest bi vî awayî xwe bi xelasiyê bixe. Vê carê komên bi navê Nûsra, Eniya Ensareddîn, Ceyş El Sûne, Lîva El Şah û Nûreddîn Zengî di bin navê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) hatin cem hev.    ENIYA RIZGARIYÊ YA SÛRIYEYÊ    Komên li Îdlîbê tenê e ev komên navbirî ne. Piştî rejîma Sûriyeyê li başûrê welat herêma Dera û Kûneytra û herêma Gûta û Kalamûmê bi dest xist, gelek komên din jî berê xwe dan Îdlîbê. Her wiha bi demê re ji van komên navbirî hin jê pev ketin û ji ber nakokiyên di navbera wan de komên wekî Nûreddîn Zengî û Ehrar El Şam rabûn Eniya Rizgariyê ya Sûriyeyê ava kirin.    ENIYA RIZGARIYÊ YA NETEWEYΠ   Feylek El Şam, Şuheda El Îslam, Ceyş El Nûxbe, Ceyş El Sanî, Firqa El Hûrriye, Fevc El Evvel, Tumena Sahîlê ya Yekemîn û ya Duyemîn, Cey El Nasr, Firqet Îdlîb jî rabûn Eniya Rizgariyê ya Neteweyî ava kirin.    BERMAYIYÊN DAIŞ'Ê    Her wiha Ensar El Tevîd, Ceyş El Melahîm, Cûnd El Şerîa, Ensal El Haq, Tûgayên Ebû Bekrî Siddiq, Ceyş El Badiye, Ceyş El Sahîl, Saraya El Xûraba, Saraya El Qebûl, Tûgayên Ebû Ûbeyde Cerrah jî Hûrras El Dîn ava kirin ku ev rêxistin piştî DAIŞ'ê wekî rêxistina herî radîqal tê zanîn.    TURKÎSTANÎ   Partiya Îslamî ya Turkîstanê ku piraniya wê ji kesên ji komarên turkî pêk tên jî li herêma Cîsîr El Şûgûr a Îdlîbê xweybandor e. Ev kom li Sûriyeyê daxilî nav gelek şeran bûye û gelek endamên wê tev li DAIŞ'ê bûne.    ÇEÇEN   Komên ku çeçen pêşengtiya wan dikin jî li Îdlîbê hene. Ji vana ên girîng Mûhacîrîn, Artêşa Ensar, Cûnd El Şam, Ceyş Ûsra û Ecnad El Kafkas in.    ARTÊŞA NETEWEYÎ YA SÛRIYEYÊ    Ji van rêxistinên navbirî ya herî girîng jî komên ku Tirkiyeyê ew di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de kom kirine. Ev hêz tenê ne li Îdlîbê, di heman demê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî bal kişandibûn ser xwe. ANS, ku bi talan, tecawiz, îşkence û pêkanînên xwe yên guherandina demogarfiyê tê zanîn ji komên Feylek El Şam, Tumena Hamza, Ehrar El Şerqye, Ceyş El Ehrar, Tûgayên Siltan Mûrad, Mûntasir Bîllah, Tûgaya Selhaddîn, Ehrar Şam, Tevgera Hazimê, Nûreddîn Zengî, Artêşa Îslamê, Sûkûr Şam, Artêşa Mucahîdan, Tûgaya Farûk, Ceyş El Mûhacirîn, Tûgaya Fatîh Siltan Mehmed, Tûgaya Semerkantê, Cephet Şamiye, Lîva Şîmal Ezaz û Ceyş Nûxbeyê pêk tê.    PIŞTÎ ÎDLÎBÊ!    Tê gotin hejmara van hêzên selefî, radîqal û paramîlîter nêzî 100 hezarî ye. Ev komên ku berê ji Haama, Hûmûs, Dera, Kûneytra, Şam, Helebe û deverên din hatibûn derxistin niha piraniya wan li Îdlîbê ne û li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin. Niha jî nayê zanîn ku gava ji Îdlîbê bên derxistin wê ev kom bi ku ve biçin an jî wê wan bibin kuderê. Gava mirov malbatên wan jî hesab bike hejmara wan sedhezaran derbas dike û tê derpêşkirin ku piştî Îdlîb ji dest wan bê girtin wê têkiliya wan î bi Tirkiyeyê re jî xirab bibe.    Her wiha dîsa tê gotin piştî Îdlîbê, ji ber ku cihekî xwe lê bigirin namîne wê bi hêrseke mezin bi ser Tirkiyeyê de biçin.    MA / Nazim Daştan