Temelli: 100 sal in dijminahiya zimanê kurdî dikin

img

ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî polîtîkaya derve ya Tirkiyê rexne kir û got: “Derdek îqtîdarê tenê heye ew jî dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin.” Temellî astengî û qedexekirina zimanê kurdî jî rexne kir û got: “100 sal in li dijminahiya zimanê kurdî dikin. Li her deverê kurdî qedexe ye û xizmeta bi kurdî nayê dayîn.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî. 
 
Temellî bal kişand ser serdana xwe ya navçeya Cizîrê û got: “Di 7’ê sibata 2016’an de 189 însan li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin. Mixabin lêpirsîna 189 însanan nehat kirin. Hesabê vê yekê nehat pirsîn. Jixwe em ne li benda vê îqtîdarê ne ku hesabê vê komkujiyê bipirse. Me wan cangoriyan ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Ez carek din li ber cangoriyan bejna xwe ditewînim. Çima li wan jêrzemînan ev felaket qewimî, çimkî planek vê îqtîdarê bû. Ev plan jî Plana Têkbirinê bû. Ev plan di 5’ê Nîsana 2015’an de girankirina tecrîdkirinê xistin meriyetê. Pişt re jî komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê pêk hatin. Vê yekê wisa dewam kir û hat heta îro.”
 
‘SIYASETA DEMOKRATÎK TÊK BIRIN’ 
 
Temellî da zanîn ku îqtîdarê bi planên xwe welat têk biriye û wiha got: “Bêhiqûqî bi tecrîda girankirî dest pê kir. Êdî vê yekê kirine rewşek asayî. Li her deverê bêedaletî û bêhiqûqî heye. Hiqûqê û darazê têk birin. Bajaran dem û dûz kirin û têk birin. Destnedayîna parlamenteran rakirin û siyaseta demokratîk têk birin. Bi darbeya 4’ê Mijdara 2016’an darbeya herî mezin li siyaseta demokratîk dan. Bi tayînkirina qeyûman li vî welatî aştiya civakî têk birin. Dema em radibin û lê dinêrin dibînin ku ev welat ji ber destê vê îqtîdarê ketiye çi halî. Mînaka qeyûman li navçeya me Hezexê baş tê dîtin. Li aliyekî fermandarê cendirmeyan û li aliyekî jî amirê emniyetê. Vaye wêneyê Tirkiyê ev e. Hûn nikarin wêneyek wiha di sepanên darbeya 12’ê Îlonê de bibînin. Rastiya ku welat gihîştiye ev e. Serkeftina Plana Têkbirinê ev e. Liv î welatî lis er navê siyaseta demokratîk tiştek nemaye. Tiştek li ser navê aştiya civakî nemaye.” 
 
‘CERDEVANIYÊ LI KOLANAN BICIH KIRIN E’ 
 
Temellî pergala ku hikumet dixwaze ava bike wek “pergala zordest” pênase kir û wiha domand: “Mekanîzmayên tundiyê didomin. Rabûne rayeya notirvanan mezin dikin. Îqtîdar dixwaze tevahiya welat bixe bin kontrola xwe. Bi qanûna notirvanan dixwze vê bixin meriyetê. Wek pergala cerdevaniyê ya li Kurdîstanê îro jî bi qanûna notirvanan cerdevanan li kolanan û kuçeyan bicih kirine. Dixwazin civakê û welat terorîze bikin. Em di nava kabûsek bê dawî de ne. Sedemê vê kabûsê îqtîdar bixwe ye.”
 
‘DERDÊ WAN TENÊ EW E KU DESTKEFTIYÊN KURDAN TÊK BIBIN’ 
 
Temellî bal kişand ser polîtîkaya derve ya Tirkiyê, hikumetê rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe. Dema îro em li Idlibê dinêrin wêneyê herî dawî yê hemû meseleyan di Idlibê de xwe nîşan dide. Nizanin çi dikin. Ji polîtîkayê û pergala cîhanê ne haydar e. Ev îqtîdar dixwaze di nava emperyalan de berjwendiyên xwe dabîn bike. Tişta em jê re dibêjin polîtîkaya SûriyÂe ev yek e. Dixwaze xwe li ser vê bide rûniştandin. Rojek li deriyê Rûsya û rojek jî li deriyê Amerîka dixe. Îqtîdarek dixwaze xwe bi aloziyê têr bike û li ser pêya bigire li hember me heye. Derdê wan tenê ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Derdê wan tenê ew e ku dijminahiya kurdan zindî bihêlin û derdê wan tenê ew e ku koka destkeftiyên demokratîk ên gelên herêmê bînin. Vaye bi vê zîhniyetê li Rojhilata Navîn veguherandine qada şewatê û şer. Bi bîdonên destê xwe dibezin vemirandina agir. Xelasî û çareseriya vî welatî bi îqtîdarek din mimkin e.”
 
‘DIJMINAHIYA 100 SALÎ XWE DI ZIMANÊ KURDÎ DIDE NÎŞANDAN’ 
 
Temellî bal kişand zext û nêzîkatiyên li hember zimanê kurdî û wiha got: “Belê embehsa bîrekê dikin. Em behsa polîtîkayên lis er kurdan tên sepandin dikin. Di esasê xwe de yek ji nêzîkatî û ferasetên zîhniyeta asîmîlasyonger a 100 salî jî ew e ku tehamulî kurdî nakin. Nêzîkatiya li hember kurdî tabloya herî diyarker derdixe pêşiya me. Zimanê bi milyonan kurdî ye. Tenê li Tirkiyê 25 milyon kurd dijîn û zimanê wan kurdî ye. Dema em li tevahiya herêmê dinêrin, 50 milyon kurd hene. Aqilê em jê re dibêjin ittihatkar ev aqil e. Di serdema qeyûmên wan de hemû nêzîkatiya xwe li dijî kurd û ziman û çanda kurdî dan nîşandan. Tişta ku aştiya civakî zindî dihêle û li ser pêya digire, bêguman hemû nasnameyên cuda ne ku dikaribin bi ziman û çanda xwe bijîn. Berevajî vê yekê ne mimkin e ku em dikaribin aştiya civakî ava bikin. Çimkî îqtîdarek ku zimanê kurdan tune dike heye. Divê êdî em ji vê îqtîdarê rizgar bibin. Heke em ji vê îqtîdarê xelas nebin, vî welatî ku baxçeyê zimanan e, beyar bihêle û veguherîne çolek ziwa. 
 
EV MECLÎS A KURDAN E JΠ
 
Demek li vî welatî cendirmeyên ziman hebûn. Niha jî wezîfeya wan cendirmeyên ziman dewrî qeyûman kirine. Qeyûman wê wezîfeyê daye ser milên xwe. Di bin sîwana Meclîsê de jî tehamûlî kurdî nakin. Nahêlin wekîlên me yên kurd bi zimanê dayika xwe bi kurdî biaxivin û mafê axaftina wan kurdî tê desteserkirin. Heta heqaretê li zimanê kurdî dikin. Dema hevalên me bi zimanê kurdî daixivin jî wek îşareta ‘X’ dinivîsinin. Ev hedê kî ye? Ev çi şerm û xefletî ye. Ev ferasetek çawa ye. Ez li vir bang li Serokê Meclîsê dikim; gavek beriya gavekê dawî li vê şermê bînin. Ev Meclîs, meclîsa kurd û tirkan e. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn e. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyê hestiyariyê nîşanî mijara ziman bidin. Di jiyana rojane de jî mirov dikare vê yekê bibîne. Dema di geştan de astengiya li pêşiya ziman derdikeve pêşiya mirovan. Em li balafirê siwar dibin, tenê anansa tirkî û îngîlîzî heye. Di balafirên diçin Amed, Wan û bajarên din hemû kurd in. Lê ji bilî tirkî û îngîlîzî zimanek din ango kurdî nîne. Divê li hemû qadên giştî ango cemwariyê bi zimanê kurdî xizmet were dayîn.”
 

Sernavên din

06/02/2020
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir
11:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:29 Li ser giliyê Qeyûm lêpirsîn li nûçegîhana JINNEWS'ê vebû
11:25 Şanoya Kurdî li Enqereyê derdikeve ser dike
10:42 Olûç: AKP bi vê pêşnûmayê dixwaze qeyûm tayînî rojavayê welat jî bike
10:37 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
10:34 Lêgerîna kesên di bin aşûtê de serê sibê dîsa dest pê kir
10:21 Ji bo rê li pêş bermahiyên diherikin Mûnzûrê bigirin xebat didomin
09:11 'Ji bo krîz neyê dîtin, mirov divê kor be'
09:10 Li goristana bêkesan 267 cenaze hatine definkirin
09:09 Doza Qeymeqam Safîturk: Ji bo qeydên dozgeriyê xwestibûn jî gotin xerabe ne!
09:09 Rêz û ristên pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes tev sûc hatine hesibandin
09:08 Doç. Dr. Selçûk: Me ji erdhejan tecrûbe negirtiye
09:08 Surucu: Divê jinên kurd pêşengtiya yekitiya netewî bikin
09:07 Cenaze 96 roj in li nexweşxaneyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2020'AN
08:37 Wezîr: Di ketina balafirê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
05/02/2020
23:20 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk dîsa hat binçavkirin
19:08 Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê balafirek ket xwarê
18:17 Li Miksê 33 kesan di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dan
16:40 Buldan: Berpirsiyariya me mezin avakirina Yekitya Neteweyî ye
15:46 Derbarê parêzer Tugay Bek de lêpirsîn hat destpêkirin
15:43 2 HDP’yî piştî 3 mehan hatin berdan
15:39 Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me Çelîk hat binçavkirin
14:47 Parêzerên ÇHD’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Rapora cendirmeyan: Berkîn Elvan kesê dawî yê bi qusûr e
14:13 Dadgehê qedexeya derketina derveyî welat a Guven ranekir
13:32 Li Bismilê endamên meclîsa şaredariyê hilnedan civînê
13:24 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 491 kesan
13:17 Aşûta duyemîn hat xwarê: 23 kes mirin
13:12 Dayika têkoşer Emetullah Guzel jiyana xwe ji dest da
13:06 Rêya 358 gundan hatiye girtin
12:32 Cezayê li rojnameger Bîlen hatibû birîn hat erêkirin
12:26 Bersûcên tecawizî 4 zarokan kiribûn hatin berdan
12:15 Dayika Helîn Bolek: Bila keça min bijî...
11:57 Polîsê bersûcê Helîn Şen derdikeve pêşberî dadgehê
09:45 Koçyîgît: Divê gotina ewil rakirina tecrîdê be
09:20 Li Girtîgeha Kayseriyê her tişt qedexe ye!
09:18 Wêjegeh Amed vedibe
09:16 'Heger yekîtî çê bibe wê dengê me xweştir û bilindtir derkeve'
09:16 Mazlûm Çîmen: Sûcê li dijî mirovahiyê nayê efûkirin!
09:15 Qeyûm heta êzingên noqteya polîsan jî ji qaseya şaredariyê kirîne
09:15 Cotkarên Qersê: Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2020'AN
04/02/2020
23:28 Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar hat berdan
22:17 Ji kesên di bin aşîtê de man 5 kesan jiyana xwe ji dest daye
20:54 Mînîbusa di bin aşîtê de ma hîn jî nehatiye dîtin
17:38 'Di 48 saetan de 400 maşîneyên eskerên Tirk derbasi Suriyeyê bûn'
16:52 Bi hezaran malbatên komên çeteyan li Efrînê bi cih dikin
16:49 Platforma Zimanê Kurdî HDP'ê ziyaret kir
15:42 Doza derbarê rojnameger Boltan de taloq bû
15:20 Ajokarê maşineya zirxî yê Tektekîn perçiqand hîna li ser kare
14:45 Temelli: 100 sal in dijminahiya zimanê kurdî dikin
14:43 Di çapemeniya cîhanê de Idlib: Dê hêza Enqereyê têr neke
14:30 Rapora Girtîgeha Amedê li Meclisê ye: Bi awayekî têrker xuerek nadin zarokan
14:13 200 malbatên ji şerê Idlibê reviyan gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê
14:12 ÎHD: Bila Erdagon rayeya xwe ji bo girtiyên nexweş û extiyar jî bi kar bîne
13:17 Daxwaza baro mudaxilê doza Eylem Tîler bibe hat redkirin
12:52 Hevserokê HDP’ê yê Xelîliyê hat berdan
12:21 Malên Gel giliya Kizilay û Başkentgazê kir
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:05 Serokê ATO'yê Bûlût: Vîrusa coronayê hê li Tirkiyeyê nehatiye tespîtkirin
11:43 Di doza Şahîn Oner de polîsê bersûc tevlî danişînê nebû
11:09 Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de: Deng bidin dengê me
10:54 Piştevaniya Mor dê 2'emîn Konferansa Jinana Tirkiyeyê li dar bixin
10:14 Li Xarpêtê bi 4.6 pîleyî erdhej çêbû
09:58 Qeyûm zemê paşde xist AKP'ê daxuyanî da
09:30 Her ku ava bendavê pingar dide dîroka 12 hezar salî binav dibe
09:27 Ji gardiyan ji bo girtî: 'Dewlet hat rabe piya'
09:04 Qeyûmê Sûrê tenê ji bo miftîtî û midûriyeta perwerdehiyê xizmet kiriye
09:04 Qeyûm bûrayê xwe ji Tarbazon aniye û li Licê ew kiriye karmendekî bikadro
09:04 Qeyûm deynên xwe qebûl kir, lê xizmeta ku nekiriye jî xist stuyê HDP'ê
09:01 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2020'AN
03/02/2020
19:05 Asya Abdullah: Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûve vejîne
18:52 Li Idlibê 5 jê eskerên TSK'ê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
18:03 Dîmenên nû yên Gulistan Doku derketin holê
17:05 Nameyên kurdî yên girtiyan bi pereyan werdigerînin tirkî
16:31 Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê: Girtî terkî mirinê kirin e
16:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Bila Weqfa Ensarê ji statuya berjewendiya giştî bê derxistin
14:39 ÎHD: Jinên ducanî û xwedî zarok ên girtî berdin