Temelli: 100 sal in dijminahiya zimanê kurdî dikin 2020-02-04 14:45:07 ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî polîtîkaya derve ya Tirkiyê rexne kir û got: “Derdek îqtîdarê tenê heye ew jî dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin.” Temellî astengî û qedexekirina zimanê kurdî jî rexne kir û got: “100 sal in li dijminahiya zimanê kurdî dikin. Li her deverê kurdî qedexe ye û xizmeta bi kurdî nayê dayîn.” Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî.    Temellî bal kişand ser serdana xwe ya navçeya Cizîrê û got: “Di 7’ê sibata 2016’an de 189 însan li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin. Mixabin lêpirsîna 189 însanan nehat kirin. Hesabê vê yekê nehat pirsîn. Jixwe em ne li benda vê îqtîdarê ne ku hesabê vê komkujiyê bipirse. Me wan cangoriyan ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Ez carek din li ber cangoriyan bejna xwe ditewînim. Çima li wan jêrzemînan ev felaket qewimî, çimkî planek vê îqtîdarê bû. Ev plan jî Plana Têkbirinê bû. Ev plan di 5’ê Nîsana 2015’an de girankirina tecrîdkirinê xistin meriyetê. Pişt re jî komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê pêk hatin. Vê yekê wisa dewam kir û hat heta îro.”   ‘SIYASETA DEMOKRATÎK TÊK BIRIN’    Temellî da zanîn ku îqtîdarê bi planên xwe welat têk biriye û wiha got: “Bêhiqûqî bi tecrîda girankirî dest pê kir. Êdî vê yekê kirine rewşek asayî. Li her deverê bêedaletî û bêhiqûqî heye. Hiqûqê û darazê têk birin. Bajaran dem û dûz kirin û têk birin. Destnedayîna parlamenteran rakirin û siyaseta demokratîk têk birin. Bi darbeya 4’ê Mijdara 2016’an darbeya herî mezin li siyaseta demokratîk dan. Bi tayînkirina qeyûman li vî welatî aştiya civakî têk birin. Dema em radibin û lê dinêrin dibînin ku ev welat ji ber destê vê îqtîdarê ketiye çi halî. Mînaka qeyûman li navçeya me Hezexê baş tê dîtin. Li aliyekî fermandarê cendirmeyan û li aliyekî jî amirê emniyetê. Vaye wêneyê Tirkiyê ev e. Hûn nikarin wêneyek wiha di sepanên darbeya 12’ê Îlonê de bibînin. Rastiya ku welat gihîştiye ev e. Serkeftina Plana Têkbirinê ev e. Liv î welatî lis er navê siyaseta demokratîk tiştek nemaye. Tiştek li ser navê aştiya civakî nemaye.”    ‘CERDEVANIYÊ LI KOLANAN BICIH KIRIN E’    Temellî pergala ku hikumet dixwaze ava bike wek “pergala zordest” pênase kir û wiha domand: “Mekanîzmayên tundiyê didomin. Rabûne rayeya notirvanan mezin dikin. Îqtîdar dixwaze tevahiya welat bixe bin kontrola xwe. Bi qanûna notirvanan dixwze vê bixin meriyetê. Wek pergala cerdevaniyê ya li Kurdîstanê îro jî bi qanûna notirvanan cerdevanan li kolanan û kuçeyan bicih kirine. Dixwazin civakê û welat terorîze bikin. Em di nava kabûsek bê dawî de ne. Sedemê vê kabûsê îqtîdar bixwe ye.”   ‘DERDÊ WAN TENÊ EW E KU DESTKEFTIYÊN KURDAN TÊK BIBIN’    Temellî bal kişand ser polîtîkaya derve ya Tirkiyê, hikumetê rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe. Dema îro em li Idlibê dinêrin wêneyê herî dawî yê hemû meseleyan di Idlibê de xwe nîşan dide. Nizanin çi dikin. Ji polîtîkayê û pergala cîhanê ne haydar e. Ev îqtîdar dixwaze di nava emperyalan de berjwendiyên xwe dabîn bike. Tişta em jê re dibêjin polîtîkaya SûriyÂe ev yek e. Dixwaze xwe li ser vê bide rûniştandin. Rojek li deriyê Rûsya û rojek jî li deriyê Amerîka dixe. Îqtîdarek dixwaze xwe bi aloziyê têr bike û li ser pêya bigire li hember me heye. Derdê wan tenê ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Derdê wan tenê ew e ku dijminahiya kurdan zindî bihêlin û derdê wan tenê ew e ku koka destkeftiyên demokratîk ên gelên herêmê bînin. Vaye bi vê zîhniyetê li Rojhilata Navîn veguherandine qada şewatê û şer. Bi bîdonên destê xwe dibezin vemirandina agir. Xelasî û çareseriya vî welatî bi îqtîdarek din mimkin e.”   ‘DIJMINAHIYA 100 SALÎ XWE DI ZIMANÊ KURDÎ DIDE NÎŞANDAN’    Temellî bal kişand zext û nêzîkatiyên li hember zimanê kurdî û wiha got: “Belê embehsa bîrekê dikin. Em behsa polîtîkayên lis er kurdan tên sepandin dikin. Di esasê xwe de yek ji nêzîkatî û ferasetên zîhniyeta asîmîlasyonger a 100 salî jî ew e ku tehamulî kurdî nakin. Nêzîkatiya li hember kurdî tabloya herî diyarker derdixe pêşiya me. Zimanê bi milyonan kurdî ye. Tenê li Tirkiyê 25 milyon kurd dijîn û zimanê wan kurdî ye. Dema em li tevahiya herêmê dinêrin, 50 milyon kurd hene. Aqilê em jê re dibêjin ittihatkar ev aqil e. Di serdema qeyûmên wan de hemû nêzîkatiya xwe li dijî kurd û ziman û çanda kurdî dan nîşandan. Tişta ku aştiya civakî zindî dihêle û li ser pêya digire, bêguman hemû nasnameyên cuda ne ku dikaribin bi ziman û çanda xwe bijîn. Berevajî vê yekê ne mimkin e ku em dikaribin aştiya civakî ava bikin. Çimkî îqtîdarek ku zimanê kurdan tune dike heye. Divê êdî em ji vê îqtîdarê rizgar bibin. Heke em ji vê îqtîdarê xelas nebin, vî welatî ku baxçeyê zimanan e, beyar bihêle û veguherîne çolek ziwa.    EV MECLÎS A KURDAN E JΠ   Demek li vî welatî cendirmeyên ziman hebûn. Niha jî wezîfeya wan cendirmeyên ziman dewrî qeyûman kirine. Qeyûman wê wezîfeyê daye ser milên xwe. Di bin sîwana Meclîsê de jî tehamûlî kurdî nakin. Nahêlin wekîlên me yên kurd bi zimanê dayika xwe bi kurdî biaxivin û mafê axaftina wan kurdî tê desteserkirin. Heta heqaretê li zimanê kurdî dikin. Dema hevalên me bi zimanê kurdî daixivin jî wek îşareta ‘X’ dinivîsinin. Ev hedê kî ye? Ev çi şerm û xefletî ye. Ev ferasetek çawa ye. Ez li vir bang li Serokê Meclîsê dikim; gavek beriya gavekê dawî li vê şermê bînin. Ev Meclîs, meclîsa kurd û tirkan e. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn e. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyê hestiyariyê nîşanî mijara ziman bidin. Di jiyana rojane de jî mirov dikare vê yekê bibîne. Dema di geştan de astengiya li pêşiya ziman derdikeve pêşiya mirovan. Em li balafirê siwar dibin, tenê anansa tirkî û îngîlîzî heye. Di balafirên diçin Amed, Wan û bajarên din hemû kurd in. Lê ji bilî tirkî û îngîlîzî zimanek din ango kurdî nîne. Divê li hemû qadên giştî ango cemwariyê bi zimanê kurdî xizmet were dayîn.”