Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê

  • rojane
  • 12:12 31 Çile 2020
  • |
img

ŞENGAL - Êrişên hewayî yên balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser axa Şengalê didome. Bertek û nerazîbûnên civaka êzîdî ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê didome. Gelê Êzidî, êrîşên Tirkiye yên li dijî axa xwe şermezar kirin. Serokeşîrê Eşîra Qiraniya Xidir Hecî Mîrza, bertek nîşanî êrîşan da û got: "Bi sedan fermanên ku hatine ser gelê Êzidî, ji aliyên Dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatine. 

Serokeşîrê Eşîra Qiraniya Xidir Hecî Mîrza, di derbarê êrîşên Tirkiyeyê de bû mêvanê bernameya Radyoya Dengê Çira Şingalê ya Nesrîn Şengalî. Hecî Mîrza bal kişand ser êrîşan û diyar kir ku heta niha bi sedan ferman di serê gelê ezîdî de hatine û tavahiya van fermanan jî ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin. Hecî Mîrza di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê DAÎŞ’jê pêk hatî jî bi îcazet û destûra dewleta Tirk pêk hatiye û wiha got: “Bi sedan fermanên ku hatine ser gelê Êzidî, ji aliyên Dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatine. Fermana 3'ê’ Tebaxa 2014’an heta niha li ber çav e. Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya Erdogan û hevkarên wî êrîşek hovan anîn ser Şingalê. Li ber çavê cihanê kirîn û firotina bi hezaran keç û jinên Êzidî çêbû. Bi hezaran ji gelê me axa xwe terk kirin û koçî welatên Ewropayê bûn. Êşa ku gelê Şingalê jiyî, ne êşeke sivik bû. Dewleta Tirk ne bi serê xwe van êrîş û fermanan pêk tîne; li pişt van kiryaran Emerîka, Rûsya û hinek aliyên din jî hene û destek dan van kiryaran. Ev hêzên navborî Ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî dengê xwe nakin û gel dibe qurbanî. Lewma hemû cihan bêdeng e û tu helwest li hemberî van nîne.”
 
DI DÎROKÊ DE GELÊ ÊZÎDÎ SERÊ XWE NETEWANDIYE
 
Hecî balkişan ser Berxwedane gelê Êzidî û wiha dom kir: “Di dîrokê de her tim gelê Êzidî li hemberî hemû zilm û zordestiya heyî serê xwe netewandiye û bi serbilindî li berxwe daye. Li hemberî 74 fermanan gelê Êzidî bi qehremanî li hemberî faşîst û desthiltdariyên qirker têkoşiyaye. Tu carî bê îrade û bêhêz nebûye. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dîsa gelê me rastî qirkirineke xedar hat û ev qirkirin jî wekî her car bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Wê demê gelê Êzidî bi tenê ma. Hêzên Iraq û pêşmergeyên (PDK) yên ku qaşo ji bo parastina Şingalê hatibûn, bi erka xwe ranebûn. Lê belê dema ku feram pêk hat, di wan rojên reş de em bi tenê hatin hiştin û parastina gelê me nehat kirin, gel bi qirikirinê re rû bi rû hate hiştin."  
 
Hecî, da zanin ku gelê ku li Şingalê meyî, disa bi îrade xwe û bi qeheremantiya xwe dev ji axa xwe berneda û wiha lê zêde kir: "Parastina xwe û axa xwe kir û paşê jî  hêzeke xwe ya parastinê ava kir. Yekeniyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ji bo parastina gelê Êzidixanê hate avakirin û ji wê demê de bi dilsoziyeke mezin û bê fikar gelê Şingalê û axa xwe diparêzin. YBŞ’e li gorî rêgez û pîvanên civaka xwe û qanûnên fermî tevgeriyaye. Ma mirov axa xwe, gelê xwe û nirxên xwe yên netewî biparêze tiştekî şaşe gelo? YBŞ û YJŞ’ê bi vî erkî radibin û li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi hezaran keç û dayîkên me li bazaran kirîn û firotin, şer dikin. Ev jî mafê me ye ku em xwe biparêzin gava ku em dibînin tu kes me naparêze em ê li berxwe bidin û parstina gelê xwe bikin.”
 
IRAQ DI NAVA ALOZIYÊ DE YE
 
Hecî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser aloziya li tê Iraqê tê jiyîn û wiha got, “Iraq bi xwe niha di nav alozî û qeyranekê de ye û ber bi parçebûnê ve diçe. Ji ber wê nikarê gelê xwe li hemberî êrîşên Deweleta Tirk bi parêzê. Ev parçebûna Iraqê jî dihêle ku dewletên  derve siyaseta xwe li ser Iraqê bidin meşandin. Di nav Iraqê bi xwe de jî mirov nikare bêje kesekî ku bi dilsozî ji bo gelê xwe kar dike maye! Lewma jî niha dewleta Iraqê li hemberî hemû êrîşan bêdeng e. Em nikarin hêviya xwe ne bi deweleta Iraqê ne jî bi hikumeta herêma Kurdistanê ve girê bidin. Niha hikûmeta herêma Kurdistanê nikare, ne xwedî wê hêz û daxwazê ye ku di serî de MÎT, hêzên Tirkiyê ji xaka xwe derxîne. Lewma jî, ji bo gelê Şingalê û êrîşên li ser wê bêdeng dimînê.  Em baş dizanin  ku hikûmeta herêma Kurdistanê û ya Iraqê wê li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya xwe bidomînin. Me ders ji fermane 3’ê Tebaxa 2014’an derxistiye; ger ku dilsozê me bana wê demê em di nava çeteyên DAÎŞ ê’ de nedihiştin.”
 
Hecî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ger ku dewleta Iraqê xwestibûya gelê Êzidî bibe xwedî hêz, wê her tim destek dabûya gelê Êzidî. Divê dewleta Iraqê baş bizane ku hebûna Hêzên Parastina gelê Êzidî, ji bo Iraqê jî baş e û ne zirare. Ji ber ku gelê Şingalê jî dixwaze li ser axa xwe bijî û parastina ax û nerxên xwe bike. Ev mafê me ye ku em li berxwe bidin û li hemberî dijmin bisekinin.  Em wekî gelê Êzidî yek rêya çareserî ji bo me heya; ew jî yeketiya gelê me ye. Divê em şiyar bin û yektiya xwe xurt bikin, ji bo ku ji hemû êrîşan re bikaribin bibin bersiv. Çawa ku di dîrokê de her tim gelê Êzidî li hemberî hemû ferman û êrîşên  hêzên serdest, serî netewandiye û biser ketiye. Vê carê jî em ê li hemberî hemû gef û êrîşên Deweleta Tirk a dagirker bisekinin û berxwedeniya xwe bidomînin. Bi sedan keç û xortên me îro soz dane şehîdên xwe, wê rêya wan bişopînin û soza ku şehîdan ji bo gelê xwe daye li pê wê sozê ne. Em ê jî li hemberî zilmê serî rakin û çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê berxwedaniya xwe bidomînin.”
 
 

Sernavên din

03/02/2020
14:30 Li navçeyên Mêrdînê endamên meclîsê hatin astengkirin
14:29 Dadgehê qezenca neheq a Şaredariya Rihayê rawestand
14:23 Hejmara eskerên li Idlibê hatın kuştin derket 6’an
13:15 Li Cizîr û Hezexê endamên meclisê negirtin şaredariyan
12:40 Civîna Kongreya Star dest pê kir
12:31 Li Rihayê 2 kesên ku zarokan îstismar kiribûn hatin girtin
12:22 Di meha Çile de 27 jin hatin kuştin
12:21 Ji Rûsyaye daxuyaniya Îdlibê: Êrîşa hewayî pêk nehatiye
12:20 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha sibatê eşkere kir
12:09 TUAY-DER: Wezaret bila daxwazên Grûp Yorumê pêk bîne
11:52 HDP: Wê bi pergala Bekçîvaniyê binpêkirina mafan zêde bibe
11:46 Li Girtîgeha Eskîşehîrê polîsên tîmên taybet jî beşdarî lêgerînê bûn e
11:35 ‘Ger tecrîda li ser Ocalan rabe wê tecrîda li ser jinan jî rabe’
11:15 HDP: Êrîşa li dijî Mexmûrê zindîbûna DAIŞ'ê nîşan dide
11:05 Polîsan destûr neda encûmenên HDP’yî beşdarî civînê bibin
10:38 ‘Ocalan, li pergala Îmraliyê rêyek li aştiyê vekir'
10:20 Rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe: 4 leşker mirin
10:07 DFG'ê rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê aşkera kir
10:02 ‘Em ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin’
09:18 Ûzgel: Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e
09:18 Rojname ji ber peyva 'komkujî' asteng kirin
09:13 Sayiştayê nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yek bi yek rêz kir
09:13 Parêzera Berfîn: 1.5 lître asîta ku hatiye reşandin delîla sûcê kuştinê
09:12 Di doza cînayeta Eylem Tîler de biryar wê bê dayîn
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2020'AN
02/02/2020
18:41 Parazvanên Mexmûrê êrîşa DAIŞ’iyan şikand: 2 DAIŞ'î hatin kuştin
18:24 Meşên dirêj di roja 2'emîn de li Berlîn û Hannoverê berdewam kir
17:25 Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin
16:53 Dormîşa alîkariyê ya HDP'ê hat astengkirin
16:44 Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin
16:08 Çeteyên DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê dikin
15:28 Li dijî projeya Kanal Îstanbul 11 kilometre meşiyağn
15:21 Ji bo 80 dibistanan biryara hilweşandinê hat dayîn
15:17 Birîna teqina Davutpaşa 12 salin ne kewiya ye
14:47 Şaxa SES'ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:05 Hinceta qedexeya Dayikên Şemiyê: Acizkirina turîstan e
13:39 CHP'ê ji bo Kizilayê pêşniyara Komîsyona Lêkolîna Meclisê kir
12:59 50 kolberên li Seqizê winda bûn hatin dîtin: Yekî jiyana xwe ji dest da
12:50 Dîmenên êrîşa li ser kampa Eyn Îsa dertetin holê
12:16 ‘Kî qatilan efû bike bila bike, lê em efû nakin'
11:41 Xwebûn: Erdhejê rastî derxist holê
11:25 23 roj in Hurmuz û Şîmonî Dîril li ku nu ne?
11:16 Konferansa TJA'yê di roja 2'emîn de didome
10:47 Her kes dikare alîkariyê bişîne, lê ya HDP'ê desteser dikin
09:36 'Ola Îslamê dikin amûrê zewaca zarokan'
09:09 Eren Keskîn: Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê
09:07 Stenbolî li dor HDP'ê bûn xelek
09:06 ‘Ne ji bo Qenal Stenbolê ji bo erdhejê xerc bikin'
09:03 Dadgehê ji bo êrîşa bi kezavê got, 'delîlên berbiçav bi dest neketine'
09:02 Neliritiyek bi qasî qama Minareya Çarnig
09:01 Tûtinfiroşên Semsûrê wateyê nadin qedexekirina tûtinê
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'AN
01/02/2020
16:37 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Êdî cotstandartiyê nekin
15:55 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
15:46 Ji ber berfê rêya 55 gundan li Amedê hat girtin
15:28 Minaz û Aşkan hatin berdan
15:25 Temellî: Li vî welatî tecrîda mûtlaq heye
15:16 Mamosteya tundî li xwendekar kir ji wezîfeyê dûr kirin
14:55 Filistînê Peymanên Osloyê xera kir
14:41 Kurê Serdar Taniş: Ez tu carî wan efû nakim
14:38 ‘Ne notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin’
14:12 SMO'yê li El Babê êrîşî rejîmê kir
13:58 Konferansa Jinan bi dirûşma 'Em hene û li ser piya nin' dest pê kir
13:16 Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît!
12:44 Ji HDP’'ê amadekariyên kongreyê: Komîsyona Mûtabakatê ji bo qadroyên dema nû dixebite
12:26 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
11:51 Hejmara 30'emîn a Demokratîk Moderniteyê derket
11:35 Aktîvîsta TJA’yê Aşkan hat binçavkirin
11:35 Li Ceyhanê cesedê jinekê hat dîtin
10:12 Cûdakariya navbera herêman mirina zarok û dayikan zêde dike
09:47 Dexîl Garo: Helbest eynika mirov e
09:44 Girtî û malbatên wan muameleya xerab şermezar kirin
09:22 Ji Vîrûsa Corona 259 kes mirin
09:04 Qeyûm dixwaze Kiziltepe Belediyesporê qels bike
09:03 Beyter: Divê xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî li her malê bên kirin
09:01 'Em dikarin bi kilameke kurdî tenê jî ji qirkirina çandî rizgar bibin'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2020'AN
08:43 Li Xarpêtê li pey hev du erdhej rû dan
08:36 Li Wanê jinek hat kuştin
31/01/2020
21:20 Li Dîlok û Semsûrê 484 kes jehrî bûn
16:23 Bi 7 pirsan Vîrusa Corona: Li 22 welatan belav bû
16:00 Di lêpirsîna Elçî de encamê negirin dê serî li AYM’ê bidin
15:35 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
15:25 Jina ciwan a hatibû angaştkirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:08 Onlu yê HDP’î: Walî berpirsê bûyerên li Dersimê rû dide ye
14:40 Biryara bidûrxistinê pêk ne anîn: Hejîna xwe ya berê û keça xwe kuşt
14:15 Dozger beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli bê cezakirin
14:02 OHD'ê li dijî tecrîdê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:44 Coronavirûsê xwe li Stenbolê jî da nîşandan
13:05 Hevşaredara Tûşbayê Minaz hat binçavkirin
12:59 Malbat ji bo için Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Biryara AYM’ê ya ji bo faksa ji Ocalan re hat şandin: Ji bo motivasyonê bilind bikin nivisîn
12:31 Hin kevirên Sûrê li Peyasê veşartî hatin dîtin
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin