Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê 2020-01-31 12:12:25 ŞENGAL - Êrişên hewayî yên balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser axa Şengalê didome. Bertek û nerazîbûnên civaka êzîdî ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê didome. Gelê Êzidî, êrîşên Tirkiye yên li dijî axa xwe şermezar kirin. Serokeşîrê Eşîra Qiraniya Xidir Hecî Mîrza, bertek nîşanî êrîşan da û got: "Bi sedan fermanên ku hatine ser gelê Êzidî, ji aliyên Dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatine.  Serokeşîrê Eşîra Qiraniya Xidir Hecî Mîrza, di derbarê êrîşên Tirkiyeyê de bû mêvanê bernameya Radyoya Dengê Çira Şingalê ya Nesrîn Şengalî. Hecî Mîrza bal kişand ser êrîşan û diyar kir ku heta niha bi sedan ferman di serê gelê ezîdî de hatine û tavahiya van fermanan jî ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin. Hecî Mîrza di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê DAÎŞ’jê pêk hatî jî bi îcazet û destûra dewleta Tirk pêk hatiye û wiha got: “Bi sedan fermanên ku hatine ser gelê Êzidî, ji aliyên Dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatine. Fermana 3'ê’ Tebaxa 2014’an heta niha li ber çav e. Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya Erdogan û hevkarên wî êrîşek hovan anîn ser Şingalê. Li ber çavê cihanê kirîn û firotina bi hezaran keç û jinên Êzidî çêbû. Bi hezaran ji gelê me axa xwe terk kirin û koçî welatên Ewropayê bûn. Êşa ku gelê Şingalê jiyî, ne êşeke sivik bû. Dewleta Tirk ne bi serê xwe van êrîş û fermanan pêk tîne; li pişt van kiryaran Emerîka, Rûsya û hinek aliyên din jî hene û destek dan van kiryaran. Ev hêzên navborî Ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî dengê xwe nakin û gel dibe qurbanî. Lewma hemû cihan bêdeng e û tu helwest li hemberî van nîne.”   DI DÎROKÊ DE GELÊ ÊZÎDÎ SERÊ XWE NETEWANDIYE   Hecî balkişan ser Berxwedane gelê Êzidî û wiha dom kir: “Di dîrokê de her tim gelê Êzidî li hemberî hemû zilm û zordestiya heyî serê xwe netewandiye û bi serbilindî li berxwe daye. Li hemberî 74 fermanan gelê Êzidî bi qehremanî li hemberî faşîst û desthiltdariyên qirker têkoşiyaye. Tu carî bê îrade û bêhêz nebûye. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dîsa gelê me rastî qirkirineke xedar hat û ev qirkirin jî wekî her car bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Wê demê gelê Êzidî bi tenê ma. Hêzên Iraq û pêşmergeyên (PDK) yên ku qaşo ji bo parastina Şingalê hatibûn, bi erka xwe ranebûn. Lê belê dema ku feram pêk hat, di wan rojên reş de em bi tenê hatin hiştin û parastina gelê me nehat kirin, gel bi qirikirinê re rû bi rû hate hiştin."     Hecî, da zanin ku gelê ku li Şingalê meyî, disa bi îrade xwe û bi qeheremantiya xwe dev ji axa xwe berneda û wiha lê zêde kir: "Parastina xwe û axa xwe kir û paşê jî  hêzeke xwe ya parastinê ava kir. Yekeniyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ji bo parastina gelê Êzidixanê hate avakirin û ji wê demê de bi dilsoziyeke mezin û bê fikar gelê Şingalê û axa xwe diparêzin. YBŞ’e li gorî rêgez û pîvanên civaka xwe û qanûnên fermî tevgeriyaye. Ma mirov axa xwe, gelê xwe û nirxên xwe yên netewî biparêze tiştekî şaşe gelo? YBŞ û YJŞ’ê bi vî erkî radibin û li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi hezaran keç û dayîkên me li bazaran kirîn û firotin, şer dikin. Ev jî mafê me ye ku em xwe biparêzin gava ku em dibînin tu kes me naparêze em ê li berxwe bidin û parstina gelê xwe bikin.”   IRAQ DI NAVA ALOZIYÊ DE YE   Hecî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser aloziya li tê Iraqê tê jiyîn û wiha got, “Iraq bi xwe niha di nav alozî û qeyranekê de ye û ber bi parçebûnê ve diçe. Ji ber wê nikarê gelê xwe li hemberî êrîşên Deweleta Tirk bi parêzê. Ev parçebûna Iraqê jî dihêle ku dewletên  derve siyaseta xwe li ser Iraqê bidin meşandin. Di nav Iraqê bi xwe de jî mirov nikare bêje kesekî ku bi dilsozî ji bo gelê xwe kar dike maye! Lewma jî niha dewleta Iraqê li hemberî hemû êrîşan bêdeng e. Em nikarin hêviya xwe ne bi deweleta Iraqê ne jî bi hikumeta herêma Kurdistanê ve girê bidin. Niha hikûmeta herêma Kurdistanê nikare, ne xwedî wê hêz û daxwazê ye ku di serî de MÎT, hêzên Tirkiyê ji xaka xwe derxîne. Lewma jî, ji bo gelê Şingalê û êrîşên li ser wê bêdeng dimînê.  Em baş dizanin  ku hikûmeta herêma Kurdistanê û ya Iraqê wê li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya xwe bidomînin. Me ders ji fermane 3’ê Tebaxa 2014’an derxistiye; ger ku dilsozê me bana wê demê em di nava çeteyên DAÎŞ ê’ de nedihiştin.”   Hecî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ger ku dewleta Iraqê xwestibûya gelê Êzidî bibe xwedî hêz, wê her tim destek dabûya gelê Êzidî. Divê dewleta Iraqê baş bizane ku hebûna Hêzên Parastina gelê Êzidî, ji bo Iraqê jî baş e û ne zirare. Ji ber ku gelê Şingalê jî dixwaze li ser axa xwe bijî û parastina ax û nerxên xwe bike. Ev mafê me ye ku em li berxwe bidin û li hemberî dijmin bisekinin.  Em wekî gelê Êzidî yek rêya çareserî ji bo me heya; ew jî yeketiya gelê me ye. Divê em şiyar bin û yektiya xwe xurt bikin, ji bo ku ji hemû êrîşan re bikaribin bibin bersiv. Çawa ku di dîrokê de her tim gelê Êzidî li hemberî hemû ferman û êrîşên  hêzên serdest, serî netewandiye û biser ketiye. Vê carê jî em ê li hemberî hemû gef û êrîşên Deweleta Tirk a dagirker bisekinin û berxwedeniya xwe bidomînin. Bi sedan keç û xortên me îro soz dane şehîdên xwe, wê rêya wan bişopînin û soza ku şehîdan ji bo gelê xwe daye li pê wê sozê ne. Em ê jî li hemberî zilmê serî rakin û çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê berxwedaniya xwe bidomînin.”