Jina gef lê tên xwarin: Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin

  • rojane
  • 09:50 30 Çile 2020
  • |
img

AMED – Melîke Canli ku 6 sal in zilamê bi navê Tûncay Kaltar gefan lê dixwe û dest davêjê, heta niha 10 caran çûye qereqolê û 10 caran jî çûye dozgeriyê. Doza ewil bi "neşopandinê" bi dawî bûye û ya dudoyan jî bi 8 meh cezayê girtîgehê bi dawî bûye. Canli, gazî saziyên jinan kir ku xwedî lê derkevin û got: "Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin". 

 
Melîke Canli (28), diyar kir ku ji ber şidet û destavêtinê hew li Îzmîrê qedandiye û hatiye li Amedê bi cih bûye. Canli gazî saziyên jinan kir ku alîkariya wê bikin. 
 
Bavê 3 zarokan Tûncay Kaltarê 42 salî tim dest avêtiye Canliyê û gef lê xwarine. Ji ber vê yekê Canli jî heta niha 10 caran çûye qereqolê gilî kiriye. Canli, destnîşan kir ku ji ber ku Kaltar nayê cezakirin jiyana wê tarûmar bûye û got, gava pê hesiyaye ku Kaltar zewicandiye di sala 2014'an de têkiliya xwe ya pê re qut kiriye û ji wê rojê heta niha tim gef lê tên xwarin û tê tacizkirin. 
 
Kaltar heta par jî Serokê Tîma Fûtbolê ya Jinan a Qulûba Werzîşê ya Gazîemîr Seydîkoyê bûye û piştî aşkere bûye ku tacizê dike serokatiya wî jî hatiye betalkirin. 
 
Melîke Canli, anî ziman ku ji ber tacizên Kaltar, malbata wê gefan lê dixwe û niha bi mirinê gef li dergistiyê wê û malbata dergisstiyê wê tê xwarin. Canli, da zanîn ku danişîna dozê di 4'ê Sibatê de ye û got, heger Kaltar neyê cezakirin wê hîn rihetir tev bigere. 
 
JI ÎZMÎRÊ HAT AMEDÊ 
 
Canli, diyar kir ku 6 sal in ku Kaltar gefan lê dixwe û wê taciz dike. Canli, got: "Min dev ji wî berda. Gava dixebitîm ewraqên min tev di di çavika maseyê de bûn. Dîplomaya min, pasaporta min. Hemû hildane. Ez çûm qereqola polîsan a Gazîemîrê û tevî polîsan çûm û min eraqên xwe wergirtin. Ewilî min li wir giliyê wî kir. Dadgeha me ya ewil di sala 2014'an de hat lidarxistin. Dadgehê têkiliya me ya 5 mehan esas girt û ji ber vê destavêtina wî û gefên wî esas negirtin. Tiştek ji vê dadgehê derneket. Biryara neşopandinê da. Di sala 2015'an de ji Îzmîrê çûm Bergamayê. Min li Bergamayê jî giliyê wî kir. Dihat gef li malbata min dixwar û dixwest biçim cem wî. Min li Îzmîrê jî giliyê wî kir. Ji bo zirarekê nede malbata min, ez û malbata xwe hatin Amedê". 
 
8 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ 
 
Canli, diyar kir ku di dadgeha dudoyan de heyeta dadgehê 8 meh ceza li Kaltar biriye, lê belê dîsa jî taciz û gefên wî dewam kirine. 
 
Canli, destnîşan kir ku piştî hatiye Amedê, vê carê Kaltar bi telefon û medyaya civakiyî ew taciz dike û vê carê jî çûye Dadgeha Amedê û giliyê wî kiriye. 
 
Canli, got: "Her ku min giliyê wî dikir pêvajoya darizandinê jî hêdî dibû. Danişîn ji bo 2 mehan dihatin taqlokirin. Di vê demê de tim gef li min dixwarin. Di her gilîkirinê de biryara 'neşopandinê' didan û digotin, heger di nav 5 salan de heman tiştî bike wê bê cezakirin. Lê belê gelek caran hemn tişt kiriye. Ji 0 carî zêdetir min giliyê wî kiriye". 
 
Canli, anî ziman ku di danişîna dawî de dadgehê biryara parastinê daye. 
 
Canli, da zanîn ku dadgehê ji bo mehekê biryara parastinê daye û got, hîn jî Kaltar peyaminên cinsî dişîne û peyamên bi vî rengî ji malbata wê û dergistiyê wê re jî dişîne. 
 
‘HÊVIYEK MIN HEYE' 
 
Canli, anî ziman ku meh û nîvek berê dîsa çûye Edliyeya Amedê û gilî kiriye û dadgehê biryara neşopandinê daye, lê belê di vê demê de danişînên wê 2 caran hatine taloqkirin û got, danişîna dawî di 4'ê Sibatê de ye. Canli, got: "Li ber destê min gelek qeydên dengan hene. Ev peyamên gefxwarinê ne. Lê dîsa jît iştek nayê kirin. Bi awayekî neyekser bi mirinê gefan li min dixwe. Dibêje, 'heger tu bizewicî tu zanî wê çi bê serê te'. Yanî aşkere nabêje ez ê te bikujim. Lê wisa xuyaye dadgeh dixwaze bêm kuştin. Heqaretê li dergistiyê min, li dê û bavê min, li kekê min dike. Gefan li me dixwe. Heta duh jî hêviyek min tunebû. Lê niha bi hêviya ku dê jin xwedî li min derkevin hêviyek li min peyda bûye". 
 
Canli, destnîşan kir ku tenê dixwaze rojek berî rojekê ji Kaltar xelas bibe û got: "Mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Ez ê ji zanîngehê biçûma zanîngehek din. Lê roja ezmûnê neçûm. Li Îzmîrê çê bûme û mezin bûme. Mecbûr mam ji wir derkevim. Min zanîngeh xwendiye, lê niha li fabrîkayekê dixebitim. Ev yek hem tesîrê li manewiyata min hem jî li rewşa min a aborî dike. Her wiha bertekên civakê jî hene. Bi çavê 'te leke anî ser namûsa me' mêze dikin. Malbata min li min da, derdora min ez qebûl nekirim". 
 
Her wiha Canli, peyamên nivîskî û bideng ên ku Kaltar ji wê û dergistiyê wê re şandiye jî yeko yeko nîşan da. 
 
 

Sernavên din

31/01/2020
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin
10:04 Gulum: AKP ji bo îqtîdara xwe xurt bike pekçiyan peyvirdar dike
09:01 Gelo ji ber ku girtiyê siyasî bû nexweşxaneyê ew qebûl nekiriye?
09:01 Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'
09:01 Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne
09:01 Berteka ji bo pêşnûmaya efûkirina faîlên îstismarê: Şerm e
09:01 Îdianameya nûçegihanên me hat amadekrin
09:01 ‘Xurtbûna çand û ziman, xurtbûna jiyanê ye’
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN
30/01/2020
21:28 Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin hat berdan
19:12 Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn
16:24 Ji malbata Dokû bang: Gulistan bibînin
15:49 Di doza êrîşa zayendî de parêzerê bersûc teklîfa pere kir!
15:43 Heftiyeke agahî ji welatiyê çûbû girtîgehê nayê girtin
15:27 li Wanê di sala 2019’an de hezar û 657 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:11 Malbatên Pirsûsê ji bo dozê ber bi Rihayê ve derketin rê
14:58 AYM’ê ji bo girtî Kocaturk biryara mafê wî hatiye binpêkirin da
14:49 25 sal cezayê girtîgehê dan 4 kesên Roboskî
14:48 OHAL rabû, lê qedexeyên li Dîlok, Şirnex, Colemêrg, Çewlîk û Wanê ranebûn
14:08 Li Şirnexê 15 herêm weke 'Herêma Ewle ya Taybet' hatin îlankirin
13:55 Komeleya 78’an: Divê tecrîd raweste
13:37 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
13:34 Mexdûrên Erdhejê : Alîkariya xwe bişopînin
12:31 Ji Rûsyayê heyetek bi Barzanî re rûnişt
12:14 Doza Komkujiya Pirsûsê sibê ye
11:50 Ciwan wê li Wan û Erdîşê şahiyê li dar bixin
11:36 Li Farqînê 10 kes hatin binçavkirin
11:35 Ji bo Egeyê hişyariya erdhejê: Xetên fayê aktîf bûne pêwîste amadekarî werin kirin
11:05 Tirkiye di nelirêtiyê de li binî xistiye: Têkiliya rejîmê ya bi nelirêtiyê re wê zêdetir bibe
10:50 Şahidê nepen 'Mudanya 2016' li xwe mukur hat: Her tişt derew e
10:37 Endamê Meclîsa Şaredariya Xarpêtê: Li Xarpêtê xeteya rayedaran heye
10:24 Li Girtîgeha Wanê rojê saet û nîv ava germ didin girtiyan
09:50 Jina gef lê tên xwarin: Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin
09:20 'Em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?'
09:19 Hevşaredara HDP'î hat sewqkirin û wê xistin hucreyek qirêjî
09:18 Qeyûm heqê xwarinê nade karmendên ku sendîkaya xwe naguherînin
09:17 Vê carê jî xebatkarekî din ê MARSÛ'yê dest avêtiye jineke astengdar
09:17 Her sibeh karê wî yê ewil êm bide kevokan
09:16 Qeyûmê Wanê fiyetê avê ji sedî 42 buha kir
09:16 Bêdengiya Iraqê gumana ku Şengal firotiye pêş dixe
Êrîşa Tirkiyeyê berdewama plana DAIŞ'ê ye
09:12 Qeyûm hat av ji sedî 150 zem bû
Gaza xwezayî ji sedî 100 zem bû
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2020'AN
29/01/2020
16:01 Li Meletî û Xarpêtê dê dibistan di 10'ê Sibatê de vebibin
15:53 Angaşta jina ciwan hewl daye întîhar bike
15:08 Ocalan got: DYA çareseriyê nîne, tenê çare Konfederalizma Demokratîk e
14:32 Dozger ji bo rojnameger Azîz Orûç ceza xwest
14:03 Platforma Tenduristiyê: Divê xizmeta tenduristiyê ya bi kurdî bê dayîn
13:35 Elewiyên xwe avêtin stara Cemxaneyê: Alîkarî tê kirin lê fêdeya wê nageje me
13:32 Serokdewletê Filistînê Abbas plana Amerîkayê red kir
12:55 Buldan û Temellî jî di nav de ji bo 6 parlamenteran 10 fezleke şandin meclîsê
12:23 Girtiyên PKK û PAJK’î: Em xwedî li girtiyan derkevin
12:13 Li Hevşaredarê Stewrê yê berê 10 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:22 Qeyûm pereyê alîkariya mazotê ya dabû şaredariya Hezo, ji encûmenên HDP'î xwest
10:58 Walitiya Meletiyê: 430 avahî hilweşiyane
10:57 Penaberên Sûriyê li konên erdhejê bi cudakariyê re hevrû dimînin
10:53 Dadgehê li M.A., yê tecawizî zaroka 9 salî kir 62 sal û 6 meh ceza birî
10:34 Karkerên pîşesaziyê û MESS'ê li hev kirin
10:19 Li navenda erdhejê Xûxê nexweşxane tune ye: Em terkî mirinê tên kirin
10:12 ‘Cenazeyê bavê min roja cejnê dan me, êdî me cejnan pîroz nekir’
10:11 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
09:01 Li hucreya yekkesî de jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin!
09:01 Heta ku jiyana xwe ji dest daye wî dane sekinandin!
09:01 Ji bo karê oto galeriyê dikan kirê kir, lê kir avahiya AKP'ê
09:01 Ji ber ceryanê bêhna wî dernayê!
09:01 Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê
09:01 ‘Bacên erdhejê ji bo tevdîrgirtinê nehatine bikaranîn'
09:01 Budçe têra qeyûm nekiriye: Her ku dahat zêde bûye deyn jî zêde bûne
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2020'AN
28/01/2020
20:14 AKP-MHP'ê daxwaza lêkolîna erdhejê red kir
19:40 Artêşa Sûriyeyê ket Idbilê
Tirkiye: Em ê bi tundî bersîvê bidin
18:26 Dadgeha Bilind a Belçîk: PKK ne rêxistina terorê ye
16:40 Polîsan alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji Xarpêtê re şand asteng kir
16:09 Xebatên dîtina Gulistan Dokû didomin
15:47 Akademiya Ma Musicê vê carê li Mêrsînê bû
15:38 ‘Alîkarî negihîşt hin mexdûrên erdhejê'
15:23 ‘Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hat xelatkirin’
15:12 Ji HDP'ê pêşniyarqanûn: Bila Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin
14:56 Ayşe Nûr Zarakolû li ser gora xwe hat bibîranîn
14:53 Tirkiye di Cenevreyê de bi tenê ma
13:49 Ji bo mexdûrên erdhejê stranan dibêjin
13:48 Dozger ji Velî Encu re ceza xwest
13:43 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê da
13:30 Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
12:54 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan carek din dirêj kirin
12:23 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin
12:18 Meta zarokê 8 salî yê hatibû kuştin hat berdan
12:05 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Di kêliya erdhejê de cîranan wan ji şewatê rizgar kir
11:05 Operasyona li Lîcê bi dawî bû
10:55 Îdîanameya zaroka hatibû tecawîzkirin hat qebûlkirin
10:44 Şandeya HDP’ê: Astengkirina alîkariyê cezayek kolektîf e
10:21 Mexdûrên erdhejê yên li gundan: Heta niha alîkarî nedane me
09:01 ‘Êrişê dibin ser çand û baweriya Dersimê'
09:01 'Heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çete şandine Lîbyayê wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne'