Jina gef lê tên xwarin: Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin 2020-01-30 09:50:38 AMED – Melîke Canli ku 6 sal in zilamê bi navê Tûncay Kaltar gefan lê dixwe û dest davêjê, heta niha 10 caran çûye qereqolê û 10 caran jî çûye dozgeriyê. Doza ewil bi "neşopandinê" bi dawî bûye û ya dudoyan jî bi 8 meh cezayê girtîgehê bi dawî bûye. Canli, gazî saziyên jinan kir ku xwedî lê derkevin û got: "Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin".    Melîke Canli (28), diyar kir ku ji ber şidet û destavêtinê hew li Îzmîrê qedandiye û hatiye li Amedê bi cih bûye. Canli gazî saziyên jinan kir ku alîkariya wê bikin.    Bavê 3 zarokan Tûncay Kaltarê 42 salî tim dest avêtiye Canliyê û gef lê xwarine. Ji ber vê yekê Canli jî heta niha 10 caran çûye qereqolê gilî kiriye. Canli, destnîşan kir ku ji ber ku Kaltar nayê cezakirin jiyana wê tarûmar bûye û got, gava pê hesiyaye ku Kaltar zewicandiye di sala 2014'an de têkiliya xwe ya pê re qut kiriye û ji wê rojê heta niha tim gef lê tên xwarin û tê tacizkirin.    Kaltar heta par jî Serokê Tîma Fûtbolê ya Jinan a Qulûba Werzîşê ya Gazîemîr Seydîkoyê bûye û piştî aşkere bûye ku tacizê dike serokatiya wî jî hatiye betalkirin.    Melîke Canli, anî ziman ku ji ber tacizên Kaltar, malbata wê gefan lê dixwe û niha bi mirinê gef li dergistiyê wê û malbata dergisstiyê wê tê xwarin. Canli, da zanîn ku danişîna dozê di 4'ê Sibatê de ye û got, heger Kaltar neyê cezakirin wê hîn rihetir tev bigere.    JI ÎZMÎRÊ HAT AMEDÊ    Canli, diyar kir ku 6 sal in ku Kaltar gefan lê dixwe û wê taciz dike. Canli, got: "Min dev ji wî berda. Gava dixebitîm ewraqên min tev di di çavika maseyê de bûn. Dîplomaya min, pasaporta min. Hemû hildane. Ez çûm qereqola polîsan a Gazîemîrê û tevî polîsan çûm û min eraqên xwe wergirtin. Ewilî min li wir giliyê wî kir. Dadgeha me ya ewil di sala 2014'an de hat lidarxistin. Dadgehê têkiliya me ya 5 mehan esas girt û ji ber vê destavêtina wî û gefên wî esas negirtin. Tiştek ji vê dadgehê derneket. Biryara neşopandinê da. Di sala 2015'an de ji Îzmîrê çûm Bergamayê. Min li Bergamayê jî giliyê wî kir. Dihat gef li malbata min dixwar û dixwest biçim cem wî. Min li Îzmîrê jî giliyê wî kir. Ji bo zirarekê nede malbata min, ez û malbata xwe hatin Amedê".    8 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ    Canli, diyar kir ku di dadgeha dudoyan de heyeta dadgehê 8 meh ceza li Kaltar biriye, lê belê dîsa jî taciz û gefên wî dewam kirine.    Canli, destnîşan kir ku piştî hatiye Amedê, vê carê Kaltar bi telefon û medyaya civakiyî ew taciz dike û vê carê jî çûye Dadgeha Amedê û giliyê wî kiriye.    Canli, got: "Her ku min giliyê wî dikir pêvajoya darizandinê jî hêdî dibû. Danişîn ji bo 2 mehan dihatin taqlokirin. Di vê demê de tim gef li min dixwarin. Di her gilîkirinê de biryara 'neşopandinê' didan û digotin, heger di nav 5 salan de heman tiştî bike wê bê cezakirin. Lê belê gelek caran hemn tişt kiriye. Ji 0 carî zêdetir min giliyê wî kiriye".    Canli, anî ziman ku di danişîna dawî de dadgehê biryara parastinê daye.    Canli, da zanîn ku dadgehê ji bo mehekê biryara parastinê daye û got, hîn jî Kaltar peyaminên cinsî dişîne û peyamên bi vî rengî ji malbata wê û dergistiyê wê re jî dişîne.    ‘HÊVIYEK MIN HEYE'    Canli, anî ziman ku meh û nîvek berê dîsa çûye Edliyeya Amedê û gilî kiriye û dadgehê biryara neşopandinê daye, lê belê di vê demê de danişînên wê 2 caran hatine taloqkirin û got, danişîna dawî di 4'ê Sibatê de ye. Canli, got: "Li ber destê min gelek qeydên dengan hene. Ev peyamên gefxwarinê ne. Lê dîsa jît iştek nayê kirin. Bi awayekî neyekser bi mirinê gefan li min dixwe. Dibêje, 'heger tu bizewicî tu zanî wê çi bê serê te'. Yanî aşkere nabêje ez ê te bikujim. Lê wisa xuyaye dadgeh dixwaze bêm kuştin. Heqaretê li dergistiyê min, li dê û bavê min, li kekê min dike. Gefan li me dixwe. Heta duh jî hêviyek min tunebû. Lê niha bi hêviya ku dê jin xwedî li min derkevin hêviyek li min peyda bûye".    Canli, destnîşan kir ku tenê dixwaze rojek berî rojekê ji Kaltar xelas bibe û got: "Mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Ez ê ji zanîngehê biçûma zanîngehek din. Lê roja ezmûnê neçûm. Li Îzmîrê çê bûme û mezin bûme. Mecbûr mam ji wir derkevim. Min zanîngeh xwendiye, lê niha li fabrîkayekê dixebitim. Ev yek hem tesîrê li manewiyata min hem jî li rewşa min a aborî dike. Her wiha bertekên civakê jî hene. Bi çavê 'te leke anî ser namûsa me' mêze dikin. Malbata min li min da, derdora min ez qebûl nekirim".    Her wiha Canli, peyamên nivîskî û bideng ên ku Kaltar ji wê û dergistiyê wê re şandiye jî yeko yeko nîşan da.