RIHA – Li gundê Qosara navçeya Hewengê 2 kes hatin binçavkirin.
Li gundê Qosara girêdayî navçeya Hewengê ya Rihayê cendirmeyan bi ser malan de girt. Cendirmeyan bi angaşta “Alîkariya rêxistinê kirine” Niyazî Gumuş û welatiyek navê wî nehat zanîn binçav kirin. Polîsan di lêgerîna malan de kelûpelên malan serûbinkirin û dest danîn ser alavên elektronîk.
Binçavkiriyan birin Fermandariya Cendirmeyan a Hewengê.