Li Hewengê 2 hatin binçavkirin 2020-01-27 12:42:15   RIHA – Li gundê Qosara navçeya Hewengê 2 kes hatin binçavkirin.    Li gundê Qosara girêdayî navçeya Hewengê ya Rihayê cendirmeyan bi ser malan de girt. Cendirmeyan bi angaşta “Alîkariya rêxistinê kirine” Niyazî Gumuş û welatiyek navê wî nehat zanîn binçav kirin. Polîsan di lêgerîna malan de kelûpelên malan serûbinkirin û dest danîn ser alavên elektronîk.    Binçavkiriyan birin Fermandariya Cendirmeyan a Hewengê.