XARPÊT - 4 kesên li Meletî û Xarpêtê di erdhejê de jiyana xwe ji des dan, hatin definkirin.
Jina bi navê Gazal Say û kurê wê Yûsûf Alî Say ên navenda navçeya Doganyol a Meletiyê di erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan li Goristana Doganyolê hatin definkirin.
DAYIK Û KURÊ XWE JIYANA XWE JI DEST DAN
Cenazeyê Fatma Yildiz û kurê wê Dorûk Abbas ên ji bin xirbeyên Avahiya Dîlek a li Taxa Sursuru ya Xarpêtê hatin derxistin, li Goristana Asrî ya Xarpêtê hatin definkirin.