4 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin 2020-01-25 16:24:04 XARPÊT - 4 kesên li Meletî û Xarpêtê di erdhejê de jiyana xwe ji des dan, hatin definkirin.  Jina bi navê Gazal Say û kurê wê Yûsûf Alî Say ên navenda navçeya Doganyol a Meletiyê di erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan li Goristana Doganyolê hatin definkirin.      DAYIK Û KURÊ XWE JIYANA XWE JI DEST DAN    Cenazeyê Fatma Yildiz û kurê wê Dorûk Abbas ên ji bin xirbeyên Avahiya Dîlek a li Taxa Sursuru ya Xarpêtê hatin derxistin, li Goristana Asrî ya Xarpêtê hatin definkirin.