'8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar'

  • rojane
  • 09:43 22 Çile 2020
  • |
img

AMED – Malbata Kiliç ku li navçeya Rezan a Amedê dijî, bi alîkariyên cînarên xwe debara xwe dike. Dayik Layika Kiliç ku di xaniyekî yekodeyî de dimîne, anî ziman ku ji ber perê wê tunebûye arvan bikire 8 rojan miqarne xwarine. 

 
Li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê, Layika Kiliç a 65 salî tevî keça xwe Remziye Kiliç (33) û neviyê xwe Bariş ê 14 salî di xaniyekî yekodeyî de dijî. Tuwaleta xaniyê wan jî li hewşê ye û malbat wekî serşoyê jî bi kar tîne. Her wiha metbaxa malbatê jî tuneye. Malbat, ji bo fatûreya wan î ceryanê zêde neyê êvarî findan pê dixe û ji bo germkirinê jî sobeya êzingan pê dixe. Lê ji ber ku tona êzingan bi 900 lîreyî ye, malbat ji mecbûrî betanî û kartonan davêje sobeyê. 
 
'GAVA MIROV BIRÇÎ BE ŞERM JÎ NAMÎNE'
 
Malbata Kiliç, 25 sal berê ji mecbûrî ji gundê Goernê yê navçeya Pasûr a Amedê hatiye navenda Amedê. Ji ber rewşa aborî ya malbatê nebaş e bi alîkariyên cînaran debara xwe dike. Dayik Layika Kiliç ku nexweş e û tenê gurçikek wê heye, ji ber rewşa aborî nikare tedawî jî bibe.
 
Dayik Kiliç ku got, "Berê ji ber feqşriya xwe min şerm dikir. Lê gava nanê mirov tunebe mirov fedî jî nake" anî ziman ku gava xwarin tunebe rûn û arvan sor dikin û dixwin.
 
Ji ber sîgorteya Kiliçê tuneye, nikare dermanên xwe jî bikire. 
 
Kiliç, anî ziman ku neviyê wê yê 4 salî Bariş jî ji ber baş nayê xwedî kirin tim nexweş dikeve. 
 
Kiliçê, diyar kir ku hevjînê wê 30 sal berê jiyana xwe ji dest daye û got, keça wê jî nexweş e û ji ber nexweşîna xwe nikare bixebite. Dayik Kiliç, got: "Ez diçim bazara taxê, lê nikairm tiştekî bikirim û destvala têm malê. Heger em şevekê xwarineke germ bixwin, şeva din em nikarin bixwin. Va te wêneyê sifreya min girt. Min ji bo taştê arvan sor kiriye. Car carna dibêjim, xwezî bimirama û neketama vî halî û kesî nedîtana". 
 
8 ROJAN JI DÊVLA NAN MIQARNE XWARINE 
 
Kiliç, diyar kir ku demeke dirêj nexwestine der û cînar bi halên wan zanibin û ji ber vê çend şevan birçî razane û got: "her tişt biha bûye. Kîsekî biçûk ê arvan bûye 55 TL. Kîsê mezin 110 TL. Perê min tunebû arvan bikirim. 8 rojan nan neket mala me. Min her roj miqarne çê dikir. Êdî ji ber miqarneyê nava keça min diêşiya. Min hew îdare kir. Rojekê min xwest biçim ser avahiyekê û xwe bavêjim. Lê paşê min got, wê keça min bi tenê bimîne û min dev jê berda. Ev rewş bala nanpêjê taxê kişand. Gava min got, arvan tuneye ez hevîr çê bikim, ji wê rojê ve her roj du nanan dide min. Krîzê tesîr li wan jî kir. Ên alîkariyê dikirin niha bi zorê dikarin li çare serê xwe binerin". 
 
ROJEKÊ TÊR, ROJEKÊ BIRÇΠ
 
Kiliç, got: "Dev ji birçîbûnê berde, gava nikairm heqê kirê an jî deynê firinê û dikandaran bidim xirabtir dibe. Carinan der û cînar pereyan jî didin me. Ji bo heqê kirê û heqê ceryanê hiltînim. Bi îhtimala ku em ceryana qaçax bi akr tînin 3 hezar TL ceza li me birîn. Îca ez ê ji ku peyda bikim û bidim? Ez ê biçim cem qeymeqam û jê re bêjim. Hûn dewlet in, çima hûn alîkariya me nakin? Zem zem zem. her tişt buha bûye. Heger rojekê kesî tiştek anî anî, ne anî em jî wê rojê tiştekî naxwin". 
 
BETANIYAN DIŞEWITÎNIN Û XWE GERM DIKIN 
 
Kiliç, anî ziman ku hema bêje di 30 rojên mehê de tim û tim nok, fasûle, miqarne û bulxurê dixwin, lê carinan bi saya cînaran xwarinên cuda jî dixwin. Kiliç, destnîşan kir ku herî dawî di Cejna Qurbanê de goştê sor xwarine. Gava Kiliç, wiha digot cînarekî wê yê sûriyeyî jê re goştê mirişkê anî û got: "Tu dibînî ji ber şer reviyane hatine, lê dilê wan bi ser min ve ye". 
 
Her wiha Kiliç diyar kir ku ji ber êzin û komir buha bûye nikarin bikirin û got: "Em jî betanî û kincan dişewitînin. Gava betanî tune bin em qartonan dişewitînin. Her roj diçim Sîteya Tomerîfiroşan qartonan kom dikim û tînim malê". 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel

Sernavên din

25/01/2020
01:57 Wezir: Li Xarpêtê 15, li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
01:47 Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir
01:23 Li Madenê 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
01:14 Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye
00:44 Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene
00:13 AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
00:05 Keyayên gundên Sîvrîceyê: Hê tu alîkarî ji me re nehatiye
24/01/2020
23:52 Berdevkê Serokkomariyê Kalin: Sazî hemû hatine serferberkirin
23:43 Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne
23:35 Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir
17:34 Karkerê ji qata 9'an ket jiyana xwe ji dest da
17:29 Kesekî din jî ji AKP'ê îstifa kir
15:57 Li Îzmîrê 25 HDP’î yên binçavkirî hatin berdan
15:53 Muharrem Akkaya bû serokê YSK’ê
15:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:12 Ciwanê berî 4 rojan hatibû berdan dîsa hat binçavkirin
15:06 'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’
14:35 20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin
14:22 'Em ê serê xwe li dijî êrişên îqtîdara AKP-MHP’ê netewînin’
13:20 Danişîna doza qezaya trênê hat dîtin
13:08 Polîsên bi ser malê de girtin: Tevlî malbatên li ber HDP’ê bibin
13:08 Komên çekdar 10 kes li Efrînê revandin
13:07 Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin
12:43 Buldan: Em ê bibin pira gelan
12:22 Li Wanê ji ber berfê rêya bi sedan gund hat girtin
12:10 Polîsan bi ser TUHAY-DER’a Wanê de girtin, gelek kes binçavkirin
12:00 Ceza li rojnameger Osman Akin hat birîn
11:34 Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir
11:28 Wêneyên Ocalan bi Zanîngeha Silêmaniyê ve kirin
11:03 Beriya danişîna doza Ceren Damar jinan daxuyanî dan: Êdî bes e!
10:46 Dozger wê derbarê kuştina zarokê 8 salî de îfadeyek din bigire
10:40 Li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên keyfî pêk tên
10:33 'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan'
'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike'
10:22 Lîstika ‘Pergal’ ku pergalê rexne dike derket ser dikê
10:19 Polîsên ku gef li malbatê xwarin, karê xwe kirine!
10:07 Daş: Heta yekîtî pêk neyê rizgarî jî pêk nayê
09:15 19 sal derbas bûn hê jî winda ne
09:14 Girtî hatin derbkirin, îdareyê got 'girtîgeh nû ye loma tiştên wiha çê dibin'
09:13 Ji ber qedexeyan êdî nikarin sewalvaniyê bikin
09:12 Malbata Şehrîban Çatê: Em dixwazin cezayê herî giran lê bê birîn
09:07 Dadgehê ji bo cezayê pereyî got, 'dijî hiqûqê ye'
09:06 'Zarokê ji zimanê dayikê bêparmayî zarokê nîvcomayî ye'
09:05 Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin!
09:04 Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin
09:03 'Jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî wê rola pêşengtiyê bilîzin’
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN
23/01/2020
19:44 Li Amedê 13 kes hatin girtin
16:51 Esîn Kavrûk ê gotibû ‘Ji şer re na’ hat tahliyekirin
16:34 Derbarê peyva 'Kurdistanê' doz venekirin
16:28 Dayika Aştiyê ya bi erdê re hat kaşkirin xistin ber lêpirsînek nû
16:25 Der barê berdevkê HDP'ê Kubilay de ji xala 301'an lêpirsîn dan destpêkirin
16:08 KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin
15:47 Parêzeran Ocalan dîsa serlêdana hevdîtinê kirin
15:26 Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye
14:38 Endeksa Têgihandina Nelirêtiyê ya Tikriyeyê kêm dibe
14:35 Danişîna doza darizandina HDP’iyên li Cizîrê hat dîtin
14:26 Danişîna doza Akdemir taloq kirin
14:24 Der barê Rojnameya Ozgur Gelecek de biryara komkirinê dan
14:23 Siyasetmedarê kurd li Bulgaristanê hat binçavkirin.
12:52 Baroya Amedê biryara qeyûm bir Dadgeha Bilind
12:39 Li Bedlîsê daran jê dikin û defin dikin
12:17 Di doza KURDSÎAD’ê de biryara girtinê
11:55 Piştî Akîtê Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin
11:20 Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin
11:06 Qedexeya li Wanê dîsa hat dirêjkirin
10:51 'Aqilê dewletê bûye yek û li Dersimê li dijî jinan şer daye destpêkirin’
10:43 Di lêpirsîna ji bo greva birçîbûnê de biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:31 Li Çinarê zarokê 8 salî hat kuştin
10:21 Buroya Hiqûqê ya Esrînê ji bo tecrîdê serî li AYM'ê da
10:09 Trabzoniya fêrî Kurdî dibe: Ziman dê hişmendiya me biguherîne
09:12 ‘Ji bo Koma Yorûmê ji destê kê çi tê divê bike'
09:12 Beton rijandin ser dîrokê, wezaretê got: Rapor tunene
09:11 'Ne bac, xeracê ji me digirin'
09:11 Midûrê qeyûm hêjî nehatiye girtin
09:10 Nivîskar Îşler: Bişavtin ketiye nav mala me
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2020'AN
22/01/2020
17:00 Ji bo Melîke Demîrok li hev civiyan: Em ne di şînê de di serhildanê de ne
16:52 Ji bo girtiyên nexweş serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê dan
16:28 'Em ê Tora Ziman û Çanda Kurdî di jiyan û xebatên xwe de esas bigirin'
15:58 Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne
15:55 Li dijî êrîşên elewiyan helwesta hevpar
15:20 ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê îşkence li welatiyan hatiye kirin
15:19 Qeyûm Guzeloglû pirtûkên Hevşaredar Mizrakli desteser kir
15:04 Meclisa dîsa li hev neciviya
15:03 ÎHD’ê rapora girtîgehên Tarsûsê eşkere kir: Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike
14:51 Baroya Mêrdînê zema avê ya qeyûm bir darazê
13:57 AKP reyeya zêde dide notirvanan
13:51 Dundar: TOKÎ li Nisêbînê malan teslîm nake
13:20 Ekaterînî Sakelaropûlû bû yekemîn serokkomara jin a Yewnenistanê
12:23 Kesekî ku 26 berê ji leşkeriyê firar kiribû hat binçavkirin
11:14 Li Amedê polîsan pozê welatiyekê şikand û binçavkirin
10:34 Turk: Ji bo êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye
10:34 Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt