'8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar' 2020-01-22 09:43:51 AMED – Malbata Kiliç ku li navçeya Rezan a Amedê dijî, bi alîkariyên cînarên xwe debara xwe dike. Dayik Layika Kiliç ku di xaniyekî yekodeyî de dimîne, anî ziman ku ji ber perê wê tunebûye arvan bikire 8 rojan miqarne xwarine.    Li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê, Layika Kiliç a 65 salî tevî keça xwe Remziye Kiliç (33) û neviyê xwe Bariş ê 14 salî di xaniyekî yekodeyî de dijî. Tuwaleta xaniyê wan jî li hewşê ye û malbat wekî serşoyê jî bi kar tîne. Her wiha metbaxa malbatê jî tuneye. Malbat, ji bo fatûreya wan î ceryanê zêde neyê êvarî findan pê dixe û ji bo germkirinê jî sobeya êzingan pê dixe. Lê ji ber ku tona êzingan bi 900 lîreyî ye, malbat ji mecbûrî betanî û kartonan davêje sobeyê.    'GAVA MIROV BIRÇÎ BE ŞERM JÎ NAMÎNE'   Malbata Kiliç, 25 sal berê ji mecbûrî ji gundê Goernê yê navçeya Pasûr a Amedê hatiye navenda Amedê. Ji ber rewşa aborî ya malbatê nebaş e bi alîkariyên cînaran debara xwe dike. Dayik Layika Kiliç ku nexweş e û tenê gurçikek wê heye, ji ber rewşa aborî nikare tedawî jî bibe.   Dayik Kiliç ku got, "Berê ji ber feqşriya xwe min şerm dikir. Lê gava nanê mirov tunebe mirov fedî jî nake" anî ziman ku gava xwarin tunebe rûn û arvan sor dikin û dixwin.   Ji ber sîgorteya Kiliçê tuneye, nikare dermanên xwe jî bikire.    Kiliç, anî ziman ku neviyê wê yê 4 salî Bariş jî ji ber baş nayê xwedî kirin tim nexweş dikeve.    Kiliçê, diyar kir ku hevjînê wê 30 sal berê jiyana xwe ji dest daye û got, keça wê jî nexweş e û ji ber nexweşîna xwe nikare bixebite. Dayik Kiliç, got: "Ez diçim bazara taxê, lê nikairm tiştekî bikirim û destvala têm malê. Heger em şevekê xwarineke germ bixwin, şeva din em nikarin bixwin. Va te wêneyê sifreya min girt. Min ji bo taştê arvan sor kiriye. Car carna dibêjim, xwezî bimirama û neketama vî halî û kesî nedîtana".    8 ROJAN JI DÊVLA NAN MIQARNE XWARINE    Kiliç, diyar kir ku demeke dirêj nexwestine der û cînar bi halên wan zanibin û ji ber vê çend şevan birçî razane û got: "her tişt biha bûye. Kîsekî biçûk ê arvan bûye 55 TL. Kîsê mezin 110 TL. Perê min tunebû arvan bikirim. 8 rojan nan neket mala me. Min her roj miqarne çê dikir. Êdî ji ber miqarneyê nava keça min diêşiya. Min hew îdare kir. Rojekê min xwest biçim ser avahiyekê û xwe bavêjim. Lê paşê min got, wê keça min bi tenê bimîne û min dev jê berda. Ev rewş bala nanpêjê taxê kişand. Gava min got, arvan tuneye ez hevîr çê bikim, ji wê rojê ve her roj du nanan dide min. Krîzê tesîr li wan jî kir. Ên alîkariyê dikirin niha bi zorê dikarin li çare serê xwe binerin".    ROJEKÊ TÊR, ROJEKÊ BIRÇΠ   Kiliç, got: "Dev ji birçîbûnê berde, gava nikairm heqê kirê an jî deynê firinê û dikandaran bidim xirabtir dibe. Carinan der û cînar pereyan jî didin me. Ji bo heqê kirê û heqê ceryanê hiltînim. Bi îhtimala ku em ceryana qaçax bi akr tînin 3 hezar TL ceza li me birîn. Îca ez ê ji ku peyda bikim û bidim? Ez ê biçim cem qeymeqam û jê re bêjim. Hûn dewlet in, çima hûn alîkariya me nakin? Zem zem zem. her tişt buha bûye. Heger rojekê kesî tiştek anî anî, ne anî em jî wê rojê tiştekî naxwin".    BETANIYAN DIŞEWITÎNIN Û XWE GERM DIKIN    Kiliç, anî ziman ku hema bêje di 30 rojên mehê de tim û tim nok, fasûle, miqarne û bulxurê dixwin, lê carinan bi saya cînaran xwarinên cuda jî dixwin. Kiliç, destnîşan kir ku herî dawî di Cejna Qurbanê de goştê sor xwarine. Gava Kiliç, wiha digot cînarekî wê yê sûriyeyî jê re goştê mirişkê anî û got: "Tu dibînî ji ber şer reviyane hatine, lê dilê wan bi ser min ve ye".    Her wiha Kiliç diyar kir ku ji ber êzin û komir buha bûye nikarin bikirin û got: "Em jî betanî û kincan dişewitînin. Gava betanî tune bin em qartonan dişewitînin. Her roj diçim Sîteya Tomerîfiroşan qartonan kom dikim û tînim malê".    MA / Arjîn Dîlek Oncel