'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye'

  • rojane
  • 09:20 22 Çile 2020
  • |
img

WAN - Waniyan, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişandin ser girîngiya têkoşîneke hevpar û gotin: "Ev şer sed salên din jî bidome, dîsa çareserî bi Ocalan pêkan e. Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye". 

 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawî bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê û bi tevlêbûna bi hezaran girtiyî bi dawî bûbû. Piştî vê parêzer di Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxa 2019'an de 5 caran û malbat jî 2 caran çûbûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re çê kiribûn. Lê belê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bi Ocalan re çê bikin. Bi vê boneyê waniyan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîdkirina gelê kurd e û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê. 
 
'BÊYÎ OCALAN ÇARESERÎ NE PÊKAN E' 
 
Şevket Aladag, bal kişand ser qewimînên li Rojhilata Navîn û got, bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e. Her wiha Aladag bal kişand ser krîza siyasî û aborî ya Tirkiyeyê jî û got, polîtîkaya şerî ya AKP'ê ya li hemberî gelê kurd û derdorên demokrasiyê bi kêrî welat nayê. Aladag, destnîşan kir ku kêliya ku AKP di polîtîkayên xwe yên şerî de dixitime ber bi Îmraliyê ve diçe û got: "Wekî çareyek be êrîşî Ocalan dikin. Perspektîfên Ocalan ên ji bo jiyana hevpar qebûl nake. Di komkujî û înkarê de israr dike". Aladag, anî ziman ku ji bo kurdan çareserî tenê yekîtiya neteweyî û têkoşîneke hevpar e. 
 
Kadîr Çîçek jî diyar kir ku wê polîtîkayên tecrîd û tepisandinê bi kêr neyên û got: "Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û bi giştî jî ji bo hemû gelan têkoşiyaye. Recep Tayyîp Erdogan dibêje, 'lê bidin, bişkînin, bikujin'. Lê xwe dixapînin, wê gelê kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede. Bi tecrîdkirina Ocalan, bi girtina mirovan wê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Demildest divê hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Ev şer sed salên din jî bidome, dîsa çareserî bi Ocalan pêkan e. Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye". 
 
'TECRÎDÊ RAKIN' 
 
Îsmet Demîr, jî diyar kir ku divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û got: "Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin parêzer û malbat biçin hevdîtinê bi Ocalan re çê bikin. Aştî bi xwe re serketin, şer jî krîzê tîne. Sedema krîza aborî polîtîkayên şer e". 
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN' 
 
Nîmetûllah Ak jî got: "Ocalan, di axaftinên xwe de tim aştî, yekîtî, hiqûq û demokrasiyê diparêze. Hin kes ji bo ji şer bixwin, naxwazin muxatab bê girtin. Rêya aştiyê Îmralî ye, em dixwazin rojek berî rojekê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Şer bi kêrî kesî nayê. Qezenca mezin çareserî û diyalog e". 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Azad Akkalkan jî anî ziman ku di şexsê Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. Akkalkan, got: "Em li dijî vê tecrîdê ne. Em ê tim li cem Ocalan bin û bitêkoşin. Ev tecrîd, polîtîkaya tepisandinê ye. Ocalan, dibêje 'Tenê du rojan muhletê bidin ez ê mifteya çareseriyê ya ji bo şerê li Rojhilata Navîn bibînim'. Ji bo şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe tenê rêyek heye, ew jî Îmralî ye". 

Sernavên din

22/01/2020
09:43 '8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar'
09:24 15 romanên kurdî ên zêde hatine firotin
09:23 Malbatên endamên Koma Yorûmê: Dengê zarokên me bibihîsin
09:23 Şaredariya Rezanê amûrên bi 228 hezar TL'yî bi 825 hezar TL'yî kiriye
09:22 Di 'civînên bêhiqûqî' de ji bo mizgefta qaçax erse tahsîs kirin
09:22 ‘Çarox ji nû ve hatin vedîtin'
09:21 Bersûcê doza Kemal Kûrkût navê 2 polîsên gumanbar aşkere kir
09:20 'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye'
09:19 Parêzerê Devrîm Ayik: Di van şertan de jiyana wî di talûkê de ye
09:18 ‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:14 Dozger xwest Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dabû beraat bike
21/01/2020
22:39 Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir
20:35 Rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû hat berdan
16:48 Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
14:45 'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'
14:33 Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir
13:59 14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin
13:53 Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin?
13:25 Tecawizkar hat cezakirin
13:11 Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin
13:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:03 Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir
12:26 Konê li ber HDP’ê hat vedan qahwexaneyê da girtin
12:19 Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin
11:37 Îdîaya dest û lingê girtiyan şikandin: Wezaretê daxuyanî daye!
10:54 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir
10:37 Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin
09:36 Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin
09:35 Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin
09:08 Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:07 'Hez ji jiyanê dikir'
09:06 Nerazîbûna ji bo pêkanîna parkomatê: Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?
09:06 Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite
09:05 Nivîskar Robar: Divê em li saziyên ziman xwedî derkevin
09:05 Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN
20/01/2020
22:37 Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan
16:14 Ji bo Melîk Bal mewlûd dan
16:00 Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê
15:46 KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest
15:35 Li Êlihê qezaya trafîqê: 9 kes birîndar bûn
15:13 Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin
14:47 HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
14:40 MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir
14:10 Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
13:53 'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
13:06 Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel
13:05 Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn
12:34 Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran
12:10 Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn
11:39 Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin
11:30 Xwişka Gulîstana winda: Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin
11:26 Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
10:44 Li Qoserê Şefîka ya 19 salî 9 roj in winda ye
09:06 ‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
09:05 ‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’
09:04 Li Şaredariya Artûklûyê bi bertîlê kar tê birêvebirin
09:03 Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin
09:02 ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN
19/01/2020
17:27 Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin
17:12 Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi dawî bû
16:40 HDP bi malbatan re civiya
16:16 Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir
16:14 Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin
15:59 Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin
15:44 Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:42 Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
14:50 Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin
13:39 Ji bo Nurcan Bakir mewlûd dan
13:22 Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin
13:07 Hrant Dink li ser gora wî bi bîr anîn
12:57 Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê: Dê zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve
12:53 Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt
11:20 Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin
10:07 ‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’
09:55 Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin
09:43 ‘Girtî di tecrîdê de ne'
09:29 Beriya ku Efrînê dagir bikin aramî hebû
Piştî Efrîn dagirkirin kaos, talankirin û kuştin zêde bû
09:10 ‘Armanc veşartina tecawizê ye'
09:09 Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e
09:08 Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn
09:05 5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne
09:03 Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
18/01/2020
16:53 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Şertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike
16:33 Li Stenbolê polîsan kesek kuştin
16:19 Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin
16:10 Ciwanê 20 salî întîhar kir
16:06 Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban
Li Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban
15:48 Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand
15:47 Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire
14:29 Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne
14:20 Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn
14:14 Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat
14:07 Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist
13:51 Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn