'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye' 2020-01-22 09:20:36 WAN - Waniyan, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişandin ser girîngiya têkoşîneke hevpar û gotin: "Ev şer sed salên din jî bidome, dîsa çareserî bi Ocalan pêkan e. Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye".    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawî bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê û bi tevlêbûna bi hezaran girtiyî bi dawî bûbû. Piştî vê parêzer di Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxa 2019'an de 5 caran û malbat jî 2 caran çûbûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re çê kiribûn. Lê belê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bi Ocalan re çê bikin. Bi vê boneyê waniyan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîdkirina gelê kurd e û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê.    'BÊYÎ OCALAN ÇARESERÎ NE PÊKAN E'    Şevket Aladag, bal kişand ser qewimînên li Rojhilata Navîn û got, bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e. Her wiha Aladag bal kişand ser krîza siyasî û aborî ya Tirkiyeyê jî û got, polîtîkaya şerî ya AKP'ê ya li hemberî gelê kurd û derdorên demokrasiyê bi kêrî welat nayê. Aladag, destnîşan kir ku kêliya ku AKP di polîtîkayên xwe yên şerî de dixitime ber bi Îmraliyê ve diçe û got: "Wekî çareyek be êrîşî Ocalan dikin. Perspektîfên Ocalan ên ji bo jiyana hevpar qebûl nake. Di komkujî û înkarê de israr dike". Aladag, anî ziman ku ji bo kurdan çareserî tenê yekîtiya neteweyî û têkoşîneke hevpar e.    Kadîr Çîçek jî diyar kir ku wê polîtîkayên tecrîd û tepisandinê bi kêr neyên û got: "Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û bi giştî jî ji bo hemû gelan têkoşiyaye. Recep Tayyîp Erdogan dibêje, 'lê bidin, bişkînin, bikujin'. Lê xwe dixapînin, wê gelê kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede. Bi tecrîdkirina Ocalan, bi girtina mirovan wê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Demildest divê hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Ev şer sed salên din jî bidome, dîsa çareserî bi Ocalan pêkan e. Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye".    'TECRÎDÊ RAKIN'    Îsmet Demîr, jî diyar kir ku divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û got: "Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin parêzer û malbat biçin hevdîtinê bi Ocalan re çê bikin. Aştî bi xwe re serketin, şer jî krîzê tîne. Sedema krîza aborî polîtîkayên şer e".    ‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN'    Nîmetûllah Ak jî got: "Ocalan, di axaftinên xwe de tim aştî, yekîtî, hiqûq û demokrasiyê diparêze. Hin kes ji bo ji şer bixwin, naxwazin muxatab bê girtin. Rêya aştiyê Îmralî ye, em dixwazin rojek berî rojekê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Şer bi kêrî kesî nayê. Qezenca mezin çareserî û diyalog e".    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Azad Akkalkan jî anî ziman ku di şexsê Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. Akkalkan, got: "Em li dijî vê tecrîdê ne. Em ê tim li cem Ocalan bin û bitêkoşin. Ev tecrîd, polîtîkaya tepisandinê ye. Ocalan, dibêje 'Tenê du rojan muhletê bidin ez ê mifteya çareseriyê ya ji bo şerê li Rojhilata Navîn bibînim'. Ji bo şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe tenê rêyek heye, ew jî Îmralî ye".