Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan

  • rojane
  • 22:37 20 Çile 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca salvegera ketina Tirkiyeyêya Efrînê li seranserî bajar û herêmên Rojava meş hatin lidarxistin.   
 
Bi minasebeta salvegera 20'ê Çileya 2018'an ku Tirkiye bi hêza TSK'ê û OSO ket Efrînê, bi deh hezaran gelê Kurd li Rojava daketin qadan û meşinan. 2 sal berê piştî Tirkiye ket Efrînê bi hezaran kes li ser axa xwe koç bûn û Efrîn ket kontrola Tirkiyeyê. Gelên li Rojava ji bo şermezarkirina vê rojê, daketin qadan û helwestên xwe li hember êrîşên dewleta tirk nîşan dan. Li seranserî herêm, bajar û kantonên Rojava meş hatin lidarxistin. 
   
QAMIŞLO 
 
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê 2’emîn salvegera  dagirkirina Efrînê bi meşekê şermezar kirin. Bi dirûşma "Em ê berxwedanê mezin bikin, Efrîn, SerêKaniyê û Girê Sipî rizgar bikin" bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê tevî sazî û dezgehên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, meşek li dar xistin. Meş ji çerxereya Osman Sebrî dest pê kir û li çerxereya Rûbar hat rawestandin. Di meşê de pankartên "Bi rihê berxwedana şehîdên Şengalê, em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî rizgar bikin", alên Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.  Li ser navê Kongreya Star Şemsîxan Gulo axivî û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn û giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk ên dagirker û komkûjiyên  wê derheqê Gelê Kurd de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî de pêk anîn, em şermezar dikin . Em ê hemû têkoşîn û xebata  xwe berdewam bikin. Efrîn heya roja îro jî berxwedan û têkoşînê dike. Her pelek ji şaxê zeyîtûnan, em ê bikin gule û di sînga Erdoxan de biteqînin. Em ê her dem li pêş bin û herêmên welatê xwe ji  dewleta Tirk rizgar bikin." 
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
 
DÊRIK
 
Şêniyên bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşiyan.  Meş ji qada azadî dest pê kir û li  ber dêra Marşmonî  ya xiristiyana rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û wêneyên zarokên komkujiya Efrînê hatin hildan. Berî meşê deqeyek rêz ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin.  Li ser navê Meclîsa Bajarê Dêrikê Sahib Osman roja êrîşên dewleta tirk ên li ser Efînê  bi bîr xist û wiha got: "Weke vê rojê beriya du salan dewleta tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên hemû dewletên navneteweyî bi hemû çekên xwe yê giran êrîşî Efrînê kirin.  Bi hezaran gelê me bi komkujiyên xwe kuştin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, da ku em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
 
HESEKÊ 
 
Li Hesekê jî bi heman armancê meşiyan. Gelê Hesekê bi boneya êrîşa li ser Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar bikin daketin qadan. Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe û koçberên Efrînê meşek li ber navenda Heyva Sor a taxa Til Hecer li dar xistin. Di meşê de  Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD'ê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên "Jin rabin ser piya ji bo Efrînê", "Em ê berxwedanê mezin bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" hatin hildan. Meş li  Navenda Meclisa Bajarê Hesekê a taxa Til Hecer veguherî mêtîngê.  Endama Rêvberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Mûna Yûsif bal kişand ser rojên qehremaniya gelê Efrînê û wiha domand: "Dewleta tirk bi deh hezaran  çete û bi bikaranîna hemû cureyên çekan, tevî çekên qedexekirî, Efrîn dagir kir û yekser sivîl, binesazî, şûnwar û qirkirina Kurdan a çandî û hebûna wan kir hedef. Lê  êrîşên wê yên hovane rastî berxwedaneke 58 rojan hat."
 
Mûnayê di domandina axaftina xwe de wiha got: "Êrîşên Tirkiyeyê bi encama hevdîtina berjewendiyên di navbera dewletên ku destwerdana kar û barên Sûriyê dikin , pêk hatin. Banga me li rêxistinên mirovahî heye ku dagirkerî û dizîya şûnwaran bi dawî bike û şêniyên Efrînê vegerin warê wan."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Serdemê" , "Bijî berxwedana rûmetê " bi dawî bû.
 
ŞEHBA 
 
Li Navçeya Fafînê ya Şehbayê jî gel meşiyan û êrîş şermezar kirin. Ji bo şermezarkirina duyemîn salvegera êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne daketin qadan û helwestên xwe li hember dagirkeriya xaka xwe bi meşekê nîşan dan. Meş bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Şehbayê pêk hat. Di meşê de wêneyên rêberê PKK'ê Ebdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, şaxên zeyîtûnan û pankartên weke"Bi rihê berxwedana serdemê û rûmetê em ê vegerin Efrînê" hatin hildan. Meş ji destpêka navçeya Fafîne dest pê kir û heya navenda navçeyê dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Meclisa kantona Efrînê Mihemed Naso, li ser navê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo, li ser navê Kongreya Star a Efrînê Wehîda Xelîl, axivîn. 
 
Di axaftinan de wiha hat gotin: "Îro du sal  li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê derbas dibe, hemû cîhan ji bo dagirkirina axa me li hev kirin. Li hember êrîşên hov, gelê Efrînê bi seknek azad destanên dîrokî nivîsandin. Dibe ku du sal in gelê Efrînê di hemû şert û mercên zehmet de dijîn, lê bi rihê yekbûn û berxwedana gel Efrîn wê rizgar bibe û faşîzma dewleta tirk wê têk biçe."
 
Meş bi dirûşmên"Bê Efrîn jiyan nabe","Şehîd namirin","Bijî berxwedana Serdemê" bi dawî bû.
  
 
 
 

Sernavên din

22/01/2020
09:43 '8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar'
09:24 15 romanên kurdî ên zêde hatine firotin
09:23 Malbatên endamên Koma Yorûmê: Dengê zarokên me bibihîsin
09:23 Şaredariya Rezanê amûrên bi 228 hezar TL'yî bi 825 hezar TL'yî kiriye
09:22 Di 'civînên bêhiqûqî' de ji bo mizgefta qaçax erse tahsîs kirin
09:22 ‘Çarox ji nû ve hatin vedîtin'
09:21 Bersûcê doza Kemal Kûrkût navê 2 polîsên gumanbar aşkere kir
09:20 'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye'
09:19 Parêzerê Devrîm Ayik: Di van şertan de jiyana wî di talûkê de ye
09:18 ‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:14 Dozger xwest Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dabû beraat bike
21/01/2020
22:39 Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir
20:35 Rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû hat berdan
16:48 Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
14:45 'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'
14:33 Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir
13:59 14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin
13:53 Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin?
13:25 Tecawizkar hat cezakirin
13:11 Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin
13:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:03 Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir
12:26 Konê li ber HDP’ê hat vedan qahwexaneyê da girtin
12:19 Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin
11:37 Îdîaya dest û lingê girtiyan şikandin: Wezaretê daxuyanî daye!
10:54 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir
10:37 Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin
09:36 Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin
09:35 Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin
09:08 Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:07 'Hez ji jiyanê dikir'
09:06 Nerazîbûna ji bo pêkanîna parkomatê: Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?
09:06 Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite
09:05 Nivîskar Robar: Divê em li saziyên ziman xwedî derkevin
09:05 Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN
20/01/2020
22:37 Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan
16:14 Ji bo Melîk Bal mewlûd dan
16:00 Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê
15:46 KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest
15:35 Li Êlihê qezaya trafîqê: 9 kes birîndar bûn
15:13 Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin
14:47 HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
14:40 MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir
14:10 Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
13:53 'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
13:06 Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel
13:05 Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn
12:34 Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran
12:10 Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn
11:39 Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin
11:30 Xwişka Gulîstana winda: Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin
11:26 Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
10:44 Li Qoserê Şefîka ya 19 salî 9 roj in winda ye
09:06 ‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
09:05 ‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’
09:04 Li Şaredariya Artûklûyê bi bertîlê kar tê birêvebirin
09:03 Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin
09:02 ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN
19/01/2020
17:27 Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin
17:12 Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi dawî bû
16:40 HDP bi malbatan re civiya
16:16 Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir
16:14 Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin
15:59 Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin
15:44 Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:42 Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
14:50 Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin
13:39 Ji bo Nurcan Bakir mewlûd dan
13:22 Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin
13:07 Hrant Dink li ser gora wî bi bîr anîn
12:57 Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê: Dê zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve
12:53 Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt
11:20 Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin
10:07 ‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’
09:55 Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin
09:43 ‘Girtî di tecrîdê de ne'
09:29 Beriya ku Efrînê dagir bikin aramî hebû
Piştî Efrîn dagirkirin kaos, talankirin û kuştin zêde bû
09:10 ‘Armanc veşartina tecawizê ye'
09:09 Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e
09:08 Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn
09:05 5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne
09:03 Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
18/01/2020
16:53 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Şertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike
16:33 Li Stenbolê polîsan kesek kuştin
16:19 Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin
16:10 Ciwanê 20 salî întîhar kir
16:06 Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban
Li Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban
15:48 Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand
15:47 Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire
14:29 Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne
14:20 Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn
14:14 Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat
14:07 Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist
13:51 Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn