Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan 2020-01-20 22:37:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca salvegera ketina Tirkiyeyêya Efrînê li seranserî bajar û herêmên Rojava meş hatin lidarxistin.      Bi minasebeta salvegera 20'ê Çileya 2018'an ku Tirkiye bi hêza TSK'ê û OSO ket Efrînê, bi deh hezaran gelê Kurd li Rojava daketin qadan û meşinan. 2 sal berê piştî Tirkiye ket Efrînê bi hezaran kes li ser axa xwe koç bûn û Efrîn ket kontrola Tirkiyeyê. Gelên li Rojava ji bo şermezarkirina vê rojê, daketin qadan û helwestên xwe li hember êrîşên dewleta tirk nîşan dan. Li seranserî herêm, bajar û kantonên Rojava meş hatin lidarxistin.      QAMIŞLO    Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê 2’emîn salvegera  dagirkirina Efrînê bi meşekê şermezar kirin. Bi dirûşma "Em ê berxwedanê mezin bikin, Efrîn, SerêKaniyê û Girê Sipî rizgar bikin" bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê tevî sazî û dezgehên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, meşek li dar xistin. Meş ji çerxereya Osman Sebrî dest pê kir û li çerxereya Rûbar hat rawestandin. Di meşê de pankartên "Bi rihê berxwedana şehîdên Şengalê, em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî rizgar bikin", alên Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.  Li ser navê Kongreya Star Şemsîxan Gulo axivî û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn û giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk ên dagirker û komkûjiyên  wê derheqê Gelê Kurd de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî de pêk anîn, em şermezar dikin . Em ê hemû têkoşîn û xebata  xwe berdewam bikin. Efrîn heya roja îro jî berxwedan û têkoşînê dike. Her pelek ji şaxê zeyîtûnan, em ê bikin gule û di sînga Erdoxan de biteqînin. Em ê her dem li pêş bin û herêmên welatê xwe ji  dewleta Tirk rizgar bikin."    Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.   DÊRIK   Şêniyên bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşiyan.  Meş ji qada azadî dest pê kir û li  ber dêra Marşmonî  ya xiristiyana rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û wêneyên zarokên komkujiya Efrînê hatin hildan. Berî meşê deqeyek rêz ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin.  Li ser navê Meclîsa Bajarê Dêrikê Sahib Osman roja êrîşên dewleta tirk ên li ser Efînê  bi bîr xist û wiha got: "Weke vê rojê beriya du salan dewleta tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên hemû dewletên navneteweyî bi hemû çekên xwe yê giran êrîşî Efrînê kirin.  Bi hezaran gelê me bi komkujiyên xwe kuştin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, da ku em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.   HESEKÊ    Li Hesekê jî bi heman armancê meşiyan. Gelê Hesekê bi boneya êrîşa li ser Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar bikin daketin qadan. Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe û koçberên Efrînê meşek li ber navenda Heyva Sor a taxa Til Hecer li dar xistin. Di meşê de  Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD'ê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên "Jin rabin ser piya ji bo Efrînê", "Em ê berxwedanê mezin bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" hatin hildan. Meş li  Navenda Meclisa Bajarê Hesekê a taxa Til Hecer veguherî mêtîngê.  Endama Rêvberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Mûna Yûsif bal kişand ser rojên qehremaniya gelê Efrînê û wiha domand: "Dewleta tirk bi deh hezaran  çete û bi bikaranîna hemû cureyên çekan, tevî çekên qedexekirî, Efrîn dagir kir û yekser sivîl, binesazî, şûnwar û qirkirina Kurdan a çandî û hebûna wan kir hedef. Lê  êrîşên wê yên hovane rastî berxwedaneke 58 rojan hat."   Mûnayê di domandina axaftina xwe de wiha got: "Êrîşên Tirkiyeyê bi encama hevdîtina berjewendiyên di navbera dewletên ku destwerdana kar û barên Sûriyê dikin , pêk hatin. Banga me li rêxistinên mirovahî heye ku dagirkerî û dizîya şûnwaran bi dawî bike û şêniyên Efrînê vegerin warê wan."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Serdemê" , "Bijî berxwedana rûmetê " bi dawî bû.   ŞEHBA    Li Navçeya Fafînê ya Şehbayê jî gel meşiyan û êrîş şermezar kirin. Ji bo şermezarkirina duyemîn salvegera êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne daketin qadan û helwestên xwe li hember dagirkeriya xaka xwe bi meşekê nîşan dan. Meş bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Şehbayê pêk hat. Di meşê de wêneyên rêberê PKK'ê Ebdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, şaxên zeyîtûnan û pankartên weke"Bi rihê berxwedana serdemê û rûmetê em ê vegerin Efrînê" hatin hildan. Meş ji destpêka navçeya Fafîne dest pê kir û heya navenda navçeyê dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin hatin kirin.   Li ser navê Meclisa kantona Efrînê Mihemed Naso, li ser navê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo, li ser navê Kongreya Star a Efrînê Wehîda Xelîl, axivîn.    Di axaftinan de wiha hat gotin: "Îro du sal  li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê derbas dibe, hemû cîhan ji bo dagirkirina axa me li hev kirin. Li hember êrîşên hov, gelê Efrînê bi seknek azad destanên dîrokî nivîsandin. Dibe ku du sal in gelê Efrînê di hemû şert û mercên zehmet de dijîn, lê bi rihê yekbûn û berxwedana gel Efrîn wê rizgar bibe û faşîzma dewleta tirk wê têk biçe."   Meş bi dirûşmên"Bê Efrîn jiyan nabe","Şehîd namirin","Bijî berxwedana Serdemê" bi dawî bû.