Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire

  • rojane
  • 15:47 18 Çile 2020
  • |
img
AMED - Xizmên Windayan, li Amed û Êlihê di çalakiyên rûniştinê yên pêk anîn de, pirsa aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û agahî jê nayê girtin kirin û gotin: “Ji bo dîtina Dokû lêpirsînek kûr nayê kirin. Walîtî bi biryara qedexekirinê, dixwaze ser bûyerê bigire.” 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 571’emîn de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên kesên winda hatin hilgirtin.  Serokê ŞAxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zaytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Polîtîkayên ne cezakirina faîlên windayan bi rêve dibin. Ji hiqîqetê ditirsin. Ev jî aştiya civakî asteng dike.”
 
13 SALAN BI ŞÊWEYÊ ŞEKLÎ DARIZANDIN
 
Zeytûn, da zanîn ku heya edalet bê bi cih anîn ewê bi dayikan re têkoşîna xwe dewam bikin û wiha bilêv kir: “Em gerînendeyê giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk ê di 19’ê Çileya 2007’an de hat kuştin bi bîr tînin. Faîlên wî li ber çavan Dînk kuştin û bi awayekê pergalî ji nava me veqetandin. Heya 13 salan faîlên wî yên rast nehatin dîtin û bi şêweyê şeklî darizandin kirin. Lê me şopdarê doza wî bin û emê têkoşîna jiyana wî bi hevre berdewam bikin.”
 
‘YEKÎNEYÊN DARAZÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ DIPARÊZIN’
 
Zeytûn, bal kişand ser doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û wiha domand: “Di hefteya derbasbûyî de danişîna Kûrkût hat dîtin. Me dît ku mudaxileyê doza Kûrkût tê kirin. Di hemû bûyerên hêzên ewlekariyê sûcdar û faîlîn de, polîtîkayên ne cezakirinê tên bi rêve birin. Yekîneyên darazê, ji bo parastina hêzên ewlekariyê, hemû daxwazan bi cih tînin. Vê yekê bi awayekê şênber dike.”
 
‘DIVÊ JI BO DOKÛ LÊKOLÎNEK BI BANDOR BÊ KIRIN’
 
Zeytûn, aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û 13 rojin agahî jê nayê girtin pirsî û xwest lêkolînek bi bandor bê birêvebirin. Zeytûn, da zanîn ku ewê şopdarê bûyera Dokû bin. 
 
Dûre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin, çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê di 26’ê Sibata 1994’an de, li navçeya Gever a Colemêrgê hat înfazkirin xwend. 
 
Piştî axaftinan 5 dezeya çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
‘WALÎ DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGIRE’
 
Li Êlihê jî, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 477'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankart hatin vekirin.
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser bûyera xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya di 5’ê Çile de li Dersimê winda bû û ji agahî nayê girtin û bûyera tecawîza zarokan a li Dersimê hat jiyîn. Asûtay, diyar kir ku gelê Dersimê ji bertekên xwe bîne ziman dadikevin qadan û wiha got: “Walîtiya Dersimê ji bo ku ser vê tabloya tarî bigire, çalakiyên li bajêr bên lidarxistin heya 15 rojan qedexe kirin. Lê erka sereke ya walîtiyê ew ku mafê jiyanê yê mirovan biparêze. Walî bi vê biryarê mafê hiqûqî yê gerdûnê jî, bin pê dike. Em vê ferasetê qebûl nakin. Ji bo ku aqûbeta Gulîstan Dokû bê aşkere kirin, divê demildest lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.” 
 
Asûtay, dûre çîroka Hakkî Kaya yê di 18’ê Mijdara 1996’an de li Amedê bi wesayîta Toros a spî hat binçavkirin û dûre agahî jê nehat girtin xwend û aqûbeta wî pirsî. Asûtay, da zanîn ku ligel hemû hewldanên malbatê û vegotinên şahidan jî, tu encam nehatin girtin. 
 
Xizmên windayan piştî daxuyanî, çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 

Sernavên din

22/01/2020
09:43 '8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar'
09:24 15 romanên kurdî ên zêde hatine firotin
09:23 Malbatên endamên Koma Yorûmê: Dengê zarokên me bibihîsin
09:23 Şaredariya Rezanê amûrên bi 228 hezar TL'yî bi 825 hezar TL'yî kiriye
09:22 Di 'civînên bêhiqûqî' de ji bo mizgefta qaçax erse tahsîs kirin
09:22 ‘Çarox ji nû ve hatin vedîtin'
09:21 Bersûcê doza Kemal Kûrkût navê 2 polîsên gumanbar aşkere kir
09:20 'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye'
09:19 Parêzerê Devrîm Ayik: Di van şertan de jiyana wî di talûkê de ye
09:18 ‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:14 Dozger xwest Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dabû beraat bike
21/01/2020
22:39 Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir
20:35 Rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû hat berdan
16:48 Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
14:45 'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'
14:33 Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir
13:59 14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin
13:53 Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin?
13:25 Tecawizkar hat cezakirin
13:11 Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin
13:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:03 Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir
12:26 Konê li ber HDP’ê hat vedan qahwexaneyê da girtin
12:19 Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin
11:37 Îdîaya dest û lingê girtiyan şikandin: Wezaretê daxuyanî daye!
10:54 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir
10:37 Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin
09:36 Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin
09:35 Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin
09:08 Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:07 'Hez ji jiyanê dikir'
09:06 Nerazîbûna ji bo pêkanîna parkomatê: Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?
09:06 Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite
09:05 Nivîskar Robar: Divê em li saziyên ziman xwedî derkevin
09:05 Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN
20/01/2020
22:37 Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan
16:14 Ji bo Melîk Bal mewlûd dan
16:00 Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê
15:46 KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest
15:35 Li Êlihê qezaya trafîqê: 9 kes birîndar bûn
15:13 Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin
14:47 HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
14:40 MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir
14:10 Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
13:53 'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
13:06 Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel
13:05 Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn
12:34 Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran
12:10 Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn
11:39 Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin
11:30 Xwişka Gulîstana winda: Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin
11:26 Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
10:44 Li Qoserê Şefîka ya 19 salî 9 roj in winda ye
09:06 ‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
09:05 ‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’
09:04 Li Şaredariya Artûklûyê bi bertîlê kar tê birêvebirin
09:03 Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin
09:02 ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN
19/01/2020
17:27 Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin
17:12 Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi dawî bû
16:40 HDP bi malbatan re civiya
16:16 Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir
16:14 Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin
15:59 Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin
15:44 Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:42 Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
14:50 Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin
13:39 Ji bo Nurcan Bakir mewlûd dan
13:22 Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin
13:07 Hrant Dink li ser gora wî bi bîr anîn
12:57 Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê: Dê zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve
12:53 Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt
11:20 Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin
10:07 ‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’
09:55 Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin
09:43 ‘Girtî di tecrîdê de ne'
09:29 Beriya ku Efrînê dagir bikin aramî hebû
Piştî Efrîn dagirkirin kaos, talankirin û kuştin zêde bû
09:10 ‘Armanc veşartina tecawizê ye'
09:09 Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e
09:08 Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn
09:05 5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne
09:03 Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
18/01/2020
16:53 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Şertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike
16:33 Li Stenbolê polîsan kesek kuştin
16:19 Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin
16:10 Ciwanê 20 salî întîhar kir
16:06 Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban
Li Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban
15:48 Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand
15:47 Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire
14:29 Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne
14:20 Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn
14:14 Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat
14:07 Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist
13:51 Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn