Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire 2020-01-18 15:47:58   AMED - Xizmên Windayan, li Amed û Êlihê di çalakiyên rûniştinê yên pêk anîn de, pirsa aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û agahî jê nayê girtin kirin û gotin: “Ji bo dîtina Dokû lêpirsînek kûr nayê kirin. Walîtî bi biryara qedexekirinê, dixwaze ser bûyerê bigire.”    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 571’emîn de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên kesên winda hatin hilgirtin.  Serokê ŞAxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zaytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Polîtîkayên ne cezakirina faîlên windayan bi rêve dibin. Ji hiqîqetê ditirsin. Ev jî aştiya civakî asteng dike.”   13 SALAN BI ŞÊWEYÊ ŞEKLÎ DARIZANDIN   Zeytûn, da zanîn ku heya edalet bê bi cih anîn ewê bi dayikan re têkoşîna xwe dewam bikin û wiha bilêv kir: “Em gerînendeyê giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk ê di 19’ê Çileya 2007’an de hat kuştin bi bîr tînin. Faîlên wî li ber çavan Dînk kuştin û bi awayekê pergalî ji nava me veqetandin. Heya 13 salan faîlên wî yên rast nehatin dîtin û bi şêweyê şeklî darizandin kirin. Lê me şopdarê doza wî bin û emê têkoşîna jiyana wî bi hevre berdewam bikin.”   ‘YEKÎNEYÊN DARAZÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ DIPARÊZIN’   Zeytûn, bal kişand ser doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û wiha domand: “Di hefteya derbasbûyî de danişîna Kûrkût hat dîtin. Me dît ku mudaxileyê doza Kûrkût tê kirin. Di hemû bûyerên hêzên ewlekariyê sûcdar û faîlîn de, polîtîkayên ne cezakirinê tên bi rêve birin. Yekîneyên darazê, ji bo parastina hêzên ewlekariyê, hemû daxwazan bi cih tînin. Vê yekê bi awayekê şênber dike.”   ‘DIVÊ JI BO DOKÛ LÊKOLÎNEK BI BANDOR BÊ KIRIN’   Zeytûn, aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û 13 rojin agahî jê nayê girtin pirsî û xwest lêkolînek bi bandor bê birêvebirin. Zeytûn, da zanîn ku ewê şopdarê bûyera Dokû bin.    Dûre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin, çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê di 26’ê Sibata 1994’an de, li navçeya Gever a Colemêrgê hat înfazkirin xwend.    Piştî axaftinan 5 dezeya çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ‘WALÎ DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGIRE’   Li Êlihê jî, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 477'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankart hatin vekirin.   Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser bûyera xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya di 5’ê Çile de li Dersimê winda bû û ji agahî nayê girtin û bûyera tecawîza zarokan a li Dersimê hat jiyîn. Asûtay, diyar kir ku gelê Dersimê ji bertekên xwe bîne ziman dadikevin qadan û wiha got: “Walîtiya Dersimê ji bo ku ser vê tabloya tarî bigire, çalakiyên li bajêr bên lidarxistin heya 15 rojan qedexe kirin. Lê erka sereke ya walîtiyê ew ku mafê jiyanê yê mirovan biparêze. Walî bi vê biryarê mafê hiqûqî yê gerdûnê jî, bin pê dike. Em vê ferasetê qebûl nakin. Ji bo ku aqûbeta Gulîstan Dokû bê aşkere kirin, divê demildest lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.”    Asûtay, dûre çîroka Hakkî Kaya yê di 18’ê Mijdara 1996’an de li Amedê bi wesayîta Toros a spî hat binçavkirin û dûre agahî jê nehat girtin xwend û aqûbeta wî pirsî. Asûtay, da zanîn ku ligel hemû hewldanên malbatê û vegotinên şahidan jî, tu encam nehatin girtin.    Xizmên windayan piştî daxuyanî, çalakiya rûniştinê li dar xistin.