Qeyûm derî girt û tabelaya navê Ayşe Şanê daxist!

  • rojane
  • 09:09 17 Çile 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Qeyûmê tayînî Şaredariya Bêgirê hat kirin, Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan a ji aliyê rêveberiya HDP’ê ve hatibû çêkirin girt û tabelaya wê daxist. 

Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Bêgirê ya Wanê bi ser ket û şaredariyê bi rê ve bir. Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan di 6’ê Kanûna 2019’an de hatin binçavkirin. Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî hevşaredarên HDP’yî ji wezîfeyê hatin girtin û Qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Hevşaredar Yilmaz Şalan di 9’ê Kanûnê de hat girtin û Hevşaredar Leyla Balkan jî hat berdan. 
 
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin bi qeflekirina deriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan ku di 11’ê Mijdarê de hatibû vekirin de dest bi kar kir. Endamên HDP’î yên Meclîsa Şaredariya Bêgirê diyar kirin ku piştî ku qeyûm hat tayînkirin kêliyek jî deriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneyê nehatiye vekirin û deriyê wê ji xizmetê re hatiye girtin. Qeyûm bi girtina deriyê avahiyê re bi sînor nema, tabelaya navê Ayşe Şan lê hatibû nivisandin jî daxist. Avahî niha bêtabela hatiye hiştin. 
 
‘MESELEYEK SÎSTEMATÎK E’ 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Bêgirê û Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez jî da zanîn ku piştî qeyûm hat tayînkirin heftiyek şûn ve pirtûkxane û mêvanxaneyê girtiye û got: “Sedemê vê yekê ew e ku qeyûm naxwaze gelê Bêgirê teqdîriyê nîşanî xebata me kiriye bide. Ev meseleyek sîstematîk e. Dixwazin hemû xebata me li ber çavê xelkê bidin jibîrkirin. Dixwazin xelk berhemên me û xebata me nebîne. Ev zilm û neheqiyek mezin e. Em dixwazin ev zilm rabe û bi dawî bibe.”  
 
‘ME WIR BI DESTÛRA QEYMEQAMIYÊ VEKIRIBÛ’ 
 
Gulmez destnîşan kir ku meclîsa şaredariyê bi piraniya dengan erê kir ku pirtûkxane û mêvanxane li ser navê Eyşe Şan were vekirin û li ser vê yekê serî li Qeymeqamiya navçeyê dane. Gulmez got wan bi biryar ango destûrdayîna qeymeqamiyê pirtûkxane û mêvanxaneyê vekirine. 
 
‘HÊNCET NEHATIYE NÎŞANDAN’ 
 
Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan a ji wezîfeyê hat dûrxistin jî li dijî sepanên qeyûm wiha got: “Deriyê wê hatiye girtin. Heta niha tu hêncet nehatiye nîşandan. Taqtîkê wan nû ew e ku deriyên cihên wiha kurdewar digirin.”  
 
‘DIXWAZIN HUNERA KURDÎ QEDEXE BIKIN’ 
 
Hunermend Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ku qeyûm dixwaze bi vî rengî huner, ziman û bîra hunera kurdî di nava civakê de birizîne û bihelîne û got: “Mîrateya çand û hunera kurdî bi hunermendên wek Eyşe Şan dijî. Eyşe Şan navê çand û hunera kurdî ye. Daxistina tabelayê û girtina vî deriyi bêtehamuliya li dijî hunermend û hunera kurdî ye.” 
 
‘LI PÊŞ KAMERAYAN SERBESTÎ LI PIŞT KAMERYAN QEDEXEKIRIN’ 
 
Kanîwar diyar kir ku rayedarên hikumetê li pêş kamerayan serbestiya ziman û çanda kurdî tînin ziman û got: “Li aliyekî li ser ‘azadkirin ziman û çanda kurdî’ propagandaya xwe dikin, li aliyekî jî li pişt kamerayan huner, çand û zimanê kurdî qedexe dikin.” 
 
‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ HUNERA KURDÎ YE’ 
 
Kanîwar bi bîr xist ku astengî û qedexeyên li ser ziman, çand û hunera kurdî ji 20 sal berê xirabtir bûye û got: “Niha ji salên berê wêdetir bûye. Niha bi awayek eşkere tabelayên kurdî dadixînin. Ev cûreyek çavtirsandinê ye. Lê wê negihîjin armanca xwe. Her çiqas ew van tabelayan daxînin jî lê wê zarokên me û gelê kurd bêtir xwedî li huner û çanda xwe derkevin û geştir bikin.” 
 
MA / Bîlal Guldem 
 

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket