Qeyûm derî girt û tabelaya navê Ayşe Şanê daxist! 2020-01-17 09:09:29 NAVENDA NÛÇEYAN – Qeyûmê tayînî Şaredariya Bêgirê hat kirin, Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan a ji aliyê rêveberiya HDP’ê ve hatibû çêkirin girt û tabelaya wê daxist.  Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Bêgirê ya Wanê bi ser ket û şaredariyê bi rê ve bir. Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan di 6’ê Kanûna 2019’an de hatin binçavkirin. Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî hevşaredarên HDP’yî ji wezîfeyê hatin girtin û Qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Hevşaredar Yilmaz Şalan di 9’ê Kanûnê de hat girtin û Hevşaredar Leyla Balkan jî hat berdan.    Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin bi qeflekirina deriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan ku di 11’ê Mijdarê de hatibû vekirin de dest bi kar kir. Endamên HDP’î yên Meclîsa Şaredariya Bêgirê diyar kirin ku piştî ku qeyûm hat tayînkirin kêliyek jî deriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneyê nehatiye vekirin û deriyê wê ji xizmetê re hatiye girtin. Qeyûm bi girtina deriyê avahiyê re bi sînor nema, tabelaya navê Ayşe Şan lê hatibû nivisandin jî daxist. Avahî niha bêtabela hatiye hiştin.    ‘MESELEYEK SÎSTEMATÎK E’    Endama Meclîsa Şaredariya Bêgirê û Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez jî da zanîn ku piştî qeyûm hat tayînkirin heftiyek şûn ve pirtûkxane û mêvanxaneyê girtiye û got: “Sedemê vê yekê ew e ku qeyûm naxwaze gelê Bêgirê teqdîriyê nîşanî xebata me kiriye bide. Ev meseleyek sîstematîk e. Dixwazin hemû xebata me li ber çavê xelkê bidin jibîrkirin. Dixwazin xelk berhemên me û xebata me nebîne. Ev zilm û neheqiyek mezin e. Em dixwazin ev zilm rabe û bi dawî bibe.”     ‘ME WIR BI DESTÛRA QEYMEQAMIYÊ VEKIRIBÛ’    Gulmez destnîşan kir ku meclîsa şaredariyê bi piraniya dengan erê kir ku pirtûkxane û mêvanxane li ser navê Eyşe Şan were vekirin û li ser vê yekê serî li Qeymeqamiya navçeyê dane. Gulmez got wan bi biryar ango destûrdayîna qeymeqamiyê pirtûkxane û mêvanxaneyê vekirine.    ‘HÊNCET NEHATIYE NÎŞANDAN’    Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan a ji wezîfeyê hat dûrxistin jî li dijî sepanên qeyûm wiha got: “Deriyê wê hatiye girtin. Heta niha tu hêncet nehatiye nîşandan. Taqtîkê wan nû ew e ku deriyên cihên wiha kurdewar digirin.”     ‘DIXWAZIN HUNERA KURDÎ QEDEXE BIKIN’    Hunermend Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ku qeyûm dixwaze bi vî rengî huner, ziman û bîra hunera kurdî di nava civakê de birizîne û bihelîne û got: “Mîrateya çand û hunera kurdî bi hunermendên wek Eyşe Şan dijî. Eyşe Şan navê çand û hunera kurdî ye. Daxistina tabelayê û girtina vî deriyi bêtehamuliya li dijî hunermend û hunera kurdî ye.”    ‘LI PÊŞ KAMERAYAN SERBESTÎ LI PIŞT KAMERYAN QEDEXEKIRIN’    Kanîwar diyar kir ku rayedarên hikumetê li pêş kamerayan serbestiya ziman û çanda kurdî tînin ziman û got: “Li aliyekî li ser ‘azadkirin ziman û çanda kurdî’ propagandaya xwe dikin, li aliyekî jî li pişt kamerayan huner, çand û zimanê kurdî qedexe dikin.”    ‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ HUNERA KURDÎ YE’    Kanîwar bi bîr xist ku astengî û qedexeyên li ser ziman, çand û hunera kurdî ji 20 sal berê xirabtir bûye û got: “Niha ji salên berê wêdetir bûye. Niha bi awayek eşkere tabelayên kurdî dadixînin. Ev cûreyek çavtirsandinê ye. Lê wê negihîjin armanca xwe. Her çiqas ew van tabelayan daxînin jî lê wê zarokên me û gelê kurd bêtir xwedî li huner û çanda xwe derkevin û geştir bikin.”    MA / Bîlal Guldem