Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî: Tekane astengiya li pêşiya yekîtiyê ‘bêbaweri’ye

  • rojane
  • 11:25 15 Çile 2020
  • |
img

AMED – Serokê Gitşî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşîtî diyar kir ku astengiya mezin li pêşiya yekîtiya neteweyî ya kurd “nabaweriya” di navbera rêxistinên siyasî de ye û heke ev rewş ji holê rabe dê yekîtî bigihîje serkeftinê. 

 
Rêze dosyeya hevpeyvînên me yên têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd ku li gel partiyên siyasî yên kurd em didomînin, yek ji mêvanên dosyeyê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşîtî ye. Partiya Azadî di qada siyasetê de partiyek nû ye û di hezîrana 2019’an de avakirina xwe ragihand. Partiya Azadî bi Înisiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê (Înîsiyatîfa Azadî) di hezîrana 2012’an de dest bi rêwîtiya xwe ya siyasetê dike. Piştî rêxistinê ji hev veqetiya Partiya Azadî hat avakirin. Sazûmankarê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî ye. 
 
Partiya Azadî navê xwe ji Rêxistina Azadî ya di serdema raperîna 1925’an a Şêx Seîd hatibû birêxistinkirin digire. Partiya Azadî li ser xeta îslamî siyaseta xwe birêve dibe û Kurdistanek serbixwe diparêz e. Lîderê partiyê Ayetullah Aşîtî di medreseyên kurdî de perwerdehî dîtiye û bi salane siyasetê dike. 
 
Aşîtî her wiha bi nêrînek îslamî nêzî yekîtiya neteweyî ya kurd dibe. 
 
'ÎSLAMIYET NE LI DIJÎ NETEWBÛNÊ YE’ 
 
Aşîtî yê di nava xebatên yekîtiya neteweyî de cih digire dibêje “dînê îslamê ne li dijî neteweyîbûnê ye” û wiha got: “Neteweyîbûn hewcehî ye. Di roja me ya îro de têgihea netew cuda tê fêmkirin. Netew cuda ye netewperestî cuda ye. Netewperestî ew tişt e ku îro tirk li serê netewperestiyê dikin û dibêjin ‘Bextewar im ku tirk im.’ Ev netewperestiye. Yanî ev tê wê wateyê ku tirk bi ser her kesî re ne û ji her kesî baştir in. Di îslamiyetê de cihê vê nîne. Peyxemberê me dilovan tişta ku rexne dike ev e. Xwedayê dilovan dibêje ‘ji bo ku dîn kêmasiyan ji holê rake derketiye.’ Em jî dibêjin ku îro kêmasiyên kurdan gelek in. Ji bo vê yekê jî xebatên me û bangên me ji bo rakirina kêmasiyan e.” 
 
'ME PARÇE PARÇE KIRINE’ 
 
Aşîtî da zanîn ku kurd ji ber dijminahiya tirk, ereb û farsan li hember wan kiriye heta niha nebûne yek û got: “Ziman û çanda me qedexe dikin.  Çanda kurd û Kurdistanê parçe parçe kirine. Yên zalim ew in. Zalim ne em in. Divê êdî kurdên misilman şiyar bin. Bila malbat pişta hev bigirin. Îro dinya ji bo kurdan amade ye, bes tenê bila kurd amade bin. Dîndar dibêjin ‘heke kurd bibin dewlet wê îslamê înkar bikin.’ Ev ferasetek şaş e. Çima ji bo her kesî dewlet heye lê ji bo kurdan nebe.” 
 
'BÊBAWERÎ ASTENGIYAN DERDIXE’ 
 
Aşîtî destnîşan kir ku kurd ji bo avakirina yekîtiya xwe her çiqas dereng mabin jî lê divê ji niha şûn ve hemû rêxistinên siyasî ji bo yekîtiya neteweyî gav biavêjin û got: “Astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî rewşa ‘bêbawerî’ ya di nava rêxistinên siyasî yên kurdan de ye. Heke ev rewş were çareserkirin yekîtiya neteweyî hêsantir dibe.” 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 

Sernavên din

18/01/2020
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn
12:20 Dîsa serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
11:40 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Li Dersîmê polîtîkaya şerê taybet heye
11:14 ‘Xebata Yekîtiya Neteweyî' dest pê kir
11:01 Li Mêrdînê di dema lêkirina dûwarê paldanê de şikeftek hat dîtin
10:15 Hevseroka KCD'ê Guven: Tenê astengî nebûna Yekîtiya Neteweyî ye
09:57 Kîno Gabriyel: Raporên digihîjin Lavrov ji rastiyê dûr in
09:16 Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan
09:16 Ji bo alîkariya zarokan serî li weqfê da, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:15 Heta kêliya dawî jî çapemeniya azad parast
09:15 Bi tayînkirina qeyûman re projeyên duzimanî hatin qedexekirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2020'AN
17/01/2020
18:04 7 roj borîn lê Hurmuz û Şîmonî yên keldanî hêj nehatine dîtin
16:18 ‘Daraz ketiye bin kontrola îqtîdarê’
16:08 Ji ÎHD’ê rapora sala 2019’an: Li 61 kesan sîxûrtî hat ferzkirin
15:56 Bavê zaroka xwe îstîsmar kir hat binçavkirin
15:37 Kubîlay: AKP nikare bibe Ferhat tenê dikare ji bo pereyan aşiq bibe
15:29 Kedkarên tundî şermezar kirin rastî tundiya polîsan hatin
14:57 Bertekên li dijî Waliyê Dersîmê: Heta niha hûn li ku bûn?
14:55 Rêxistinên Tenduristiyê: Heke tundî bi dawî nebe, em ê rojekê dest ji kar berdin
14:20 Zilamê ku Şehrîban Çatı kuşt hat girtin
13:44 ‘Komxebata Yekîtiya Neteweyî’ sibê dest pê dike
13:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:57 HDP wê beriya kongreya mezin konferansa xwe li dar bixe
11:52 Tecawiza 3 çawîşên pispor wiha veşartin!
11:44 Kaya ya 3 salin tê darizandin nehat berdan
11:17 Walîtiya Şirnexê piştî 7 rojan ji bo malbata Dîrîl daxuyanî da: Lêgerîn didome
11:08 Bapîrê tecawîzê neviyên xwe kir bi 23 salan hat cezakirin
10:16 Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê: Çinar: Ji bo yekîtiya neteweyî mutabakat lazim e
09:39 Ustun: Wê qenal rêyên koçberiyê û celebên wan tune bike
09:27 YSK’ê navê 15 partiyên dikarin bikevin hilbijartinek muhtemel aşkere kir
09:14 Girtiyên Girtîgeha Xarpêtê 13 name ji ÎHD'ê re şandin
09:13 Wê endamên meclîsên şaredariyan qeyûman gilî bikin
09:13 Qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir
09:13 Ji bo heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye
09:11 Piştî ava lehiyê ziwa bû zirara wan jî xuya bû
09:10 ‘Heke em kurdî biparêzin wê kurdî nemire’
09:09 Qeyûm derî girt û tabelaya navê Ayşe Şanê daxist!
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 esker mirin
16/01/2020
16:14 Nûrcan Bakir li gundê lêhatibû dinê hat definkirin
15:21 Hulya Alokmen: Em her dem ji xweliya xwe çêbûn û geş bûn
15:12 Êrîşa li dijî HDP'ê ya Stenbolê hat şermezerkirin: Desthilatdarî zemînê ava dike
14:47 Ji bo qursên kurdî yên ÎSMEK'ê eleqeyek zêde heye
14:44 Platforma Jinan a Enqerê: Em ê şopdarê bûyera Gulîstan bin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:41 Gelê Şengalê ji bo Zerdeşt Şengalî û hevalên wî merasimek girseyî li dar xist
13:33 Tevgera Azadî: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrîşên DAIŞ’ê ye
13:09 11 kesên ku qeyûm protesto kiribûn beraet kirin
12:48 HDP'ê xwest cînayeta Hrant Dink ronî bibe
12:29 Meclîsa jinê bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên jin da
12:20 Leşkeran 2 kesan li Licê binçav kir
12:07 Walîtiya Dersimê çalakiyên li bajêr qedexe kir
12:04 Hêzên demokrasiyê ji bo Gulîstan Dokû mîtîngê li dar dixin
12:00 Serlêdana dawî ya Mihrîcana Fîlm a Yilmaz Guney 25'ê Çile ye
10:52 Bang li Meclîsê kirin: Em efoya îstîsmara zarokan naxwazin
10:12 Aydenîz: Konjonktur yekîtiyê dispêre me
10:08 Berdevkê DDKD'ê Okumuş: Ewil yekîtiyî piştre mafên neteweyî
09:34 2 leşker li Colemêrgê mirin
09:20 Piştî 4 salan wê polîsê ku Daşkan kuşt bê darizandin
09:19 Li qişleya eskerî girû û werem: 4 esker xistin Qarantînayê
09:19 Hevserokê DFG'ê Altan: Armanca me binpêkirina mafan û zextên tên kirin xuyangtir bike
09:18 'Torê kir ku em li ser ziman û çandê bibin yek'
09:18 Dadgehê beraat kir, dozger îtiraz kir
09:17 Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê: Dawî li Rewşa Awarte bînin!
09:16 Sefarî û sifirkarî jî hêdî hêdî diqede
09:16 Li Girtîgeha Tarsûsê mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2020
18:10 Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat 7 sal û 6 meh ceza birîn
16:57 Gelek kes çûn serdana şîna Ramazan Toprak
16:41 Wê li Amedê "Komxebata Yekitiya Neteweyî" bê sazkirin
16:13 Li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê êrişa çekdarî
15:53 Dîmenên Dokû ku bi Abarakov re hevdîtin dike derketin holê
15:25 Malbata Keldanî ku 5 rojin agahî jê nayê stendin hat dîtin
15:08 Buldan: Tevî zextên giran jî em li ser piya ne
Temellî: Kongreya me banga ji bo hevdîtinek mezin e
14:13 10 meh ceza li Hevseroka HDP'ê yê Cizîrê Tunç birîn
13:46 Girtiya 28 salan Nûrcan Bakir dawî li jiyana xwe anî
13:23 Ji Heyeta Mirovên Aqilmend ji bo Soylû: Em li cem Kadîr Înanir in
12:23 Operasyona eskerî ya li Liceyê didome
12:22 Li Amedê jinek hat qetilkirin
11:54 Der barê 400 Kurdên li Almanyayê dijîn lêpirsîn vekirin
11:54 Li Elkê 5 roj in agahî ji malbata Keldanî nayê wergirtin
11:45 Li Ebaxê serma 27 pîle daket bin sifirê
11:25 Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî: Tekane astengiya li pêşiya yekîtiyê ‘bêbaweri’ye
11:25 Li Enqereyê 5 jin binçav kirin
10:38 Serokê Giştî yê PSK'ê Tek: Dewlet red bike nabe surpriz
10:21 Piştî 3 salan Wikipedia azad bû
10:02 Bi 3 zimanan ferhenga perwerdehiyê derxistin
09:21 'Li Girtîgehê mama nedidan pitika 4 salî'
09:21 Meger Îdareya Taybet rê çê kiriye!
09:18 Her meh bi qasî nîviyê meaşê digire deyndar e!
09:17 ‘Her kes wekî mirineke asayî be li vê trajediyê mêze dike'
09:16 Girtiyên ji ber derbkirinê li ber gardiyanan rabûn hatin derbkirin
09:16 'Qezenc tune, lêçûn pir in'
09:15 Girtiyê ku diranên wî hemû kurmî bûne nayê tedawîkirin
09:14 Tan: Newroza îsal dê bibe Newroza kurdî
Fîdan: Kesên pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanibin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
00:59 Cenazeyê Ramazan Toprakê HPG'î defin kirin
14/01/2020
23:59 Li Amedê wesayîteke zirxî zilamekî 68 salî kuşt