Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî: Tekane astengiya li pêşiya yekîtiyê ‘bêbaweri’ye 2020-01-15 11:25:44 AMED – Serokê Gitşî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşîtî diyar kir ku astengiya mezin li pêşiya yekîtiya neteweyî ya kurd “nabaweriya” di navbera rêxistinên siyasî de ye û heke ev rewş ji holê rabe dê yekîtî bigihîje serkeftinê.    Rêze dosyeya hevpeyvînên me yên têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd ku li gel partiyên siyasî yên kurd em didomînin, yek ji mêvanên dosyeyê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşîtî ye. Partiya Azadî di qada siyasetê de partiyek nû ye û di hezîrana 2019’an de avakirina xwe ragihand. Partiya Azadî bi Înisiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê (Înîsiyatîfa Azadî) di hezîrana 2012’an de dest bi rêwîtiya xwe ya siyasetê dike. Piştî rêxistinê ji hev veqetiya Partiya Azadî hat avakirin. Sazûmankarê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî ye.    Partiya Azadî navê xwe ji Rêxistina Azadî ya di serdema raperîna 1925’an a Şêx Seîd hatibû birêxistinkirin digire. Partiya Azadî li ser xeta îslamî siyaseta xwe birêve dibe û Kurdistanek serbixwe diparêz e. Lîderê partiyê Ayetullah Aşîtî di medreseyên kurdî de perwerdehî dîtiye û bi salane siyasetê dike.    Aşîtî her wiha bi nêrînek îslamî nêzî yekîtiya neteweyî ya kurd dibe.    'ÎSLAMIYET NE LI DIJÎ NETEWBÛNÊ YE’    Aşîtî yê di nava xebatên yekîtiya neteweyî de cih digire dibêje “dînê îslamê ne li dijî neteweyîbûnê ye” û wiha got: “Neteweyîbûn hewcehî ye. Di roja me ya îro de têgihea netew cuda tê fêmkirin. Netew cuda ye netewperestî cuda ye. Netewperestî ew tişt e ku îro tirk li serê netewperestiyê dikin û dibêjin ‘Bextewar im ku tirk im.’ Ev netewperestiye. Yanî ev tê wê wateyê ku tirk bi ser her kesî re ne û ji her kesî baştir in. Di îslamiyetê de cihê vê nîne. Peyxemberê me dilovan tişta ku rexne dike ev e. Xwedayê dilovan dibêje ‘ji bo ku dîn kêmasiyan ji holê rake derketiye.’ Em jî dibêjin ku îro kêmasiyên kurdan gelek in. Ji bo vê yekê jî xebatên me û bangên me ji bo rakirina kêmasiyan e.”    'ME PARÇE PARÇE KIRINE’    Aşîtî da zanîn ku kurd ji ber dijminahiya tirk, ereb û farsan li hember wan kiriye heta niha nebûne yek û got: “Ziman û çanda me qedexe dikin.  Çanda kurd û Kurdistanê parçe parçe kirine. Yên zalim ew in. Zalim ne em in. Divê êdî kurdên misilman şiyar bin. Bila malbat pişta hev bigirin. Îro dinya ji bo kurdan amade ye, bes tenê bila kurd amade bin. Dîndar dibêjin ‘heke kurd bibin dewlet wê îslamê înkar bikin.’ Ev ferasetek şaş e. Çima ji bo her kesî dewlet heye lê ji bo kurdan nebe.”    'BÊBAWERÎ ASTENGIYAN DERDIXE’    Aşîtî destnîşan kir ku kurd ji bo avakirina yekîtiya xwe her çiqas dereng mabin jî lê divê ji niha şûn ve hemû rêxistinên siyasî ji bo yekîtiya neteweyî gav biavêjin û got: “Astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî rewşa ‘bêbawerî’ ya di nava rêxistinên siyasî yên kurdan de ye. Heke ev rewş were çareserkirin yekîtiya neteweyî hêsantir dibe.”    MA / Mehmet Şah Oruç