Tan: Newroza îsal dê bibe Newroza kurdî
Fîdan: Kesên pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanibin

  • rojane
  • 09:14 15 Çile 2020
  • |
img

AMED – Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku wê Tora Ziman û Çanda Kurdî nexşerêyekê amade bike û got: "Em ê Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî." Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan jî destnîşan kir ku kêsên doza pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanibin. 

 
Lijneya Rêveber a Tora Ziman û Çandan piştî komxebata 2 rojan encamnameya xwe bi raya giştî re parve kir. Lijneyê di encamnameya xwe de, navê torê guherand û kir “Tora Çand û Zimanê Kurdî”. Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan û Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan, encamnameya torê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin.
 
'BERPIRSIYARIYA ME EM PÊŞÎ ZIMAN Û ÇANDA XWE BIPARÊZIN'
 
Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku dixwestin di nava torê de ziman û çandên mezopotamyayî jî cih bigirin û got: “Lê me di civîna xwe ya yekemîn de dît ku ev nepêkan e. Di pratîkê de nameşe. Wekî din jî berpirsyariya me ye ku em pêşiyê çand û zimanê xwe biparêzin. Niqaşek bi vî awayî hat kirin û pêşniyar bi vî awayî hatin. Me bi awayekî demokratîk niqaş kir û di dawiyê de em gihiştin encamek ku ev xebat weke xebata çand û zimanê kurdî bimeşe. Lê ev xebat tu caran çand û zimanên din red nake û hiyerarşiya di nava çandan de jî qebûl nake. Baweriya me bi xwişk û biratiya ziman û çandan heye. Ji ber wê yekê em dixwazin her çand bê parastin. Mirov lê xwedî derkeve bi vî awayî geş bibe. Em vê erdnîgariyê jî bi giştî Tirkiyê jî wekî baxçeyekî rengîn dibînin. Em yekrengî û yekdengiyê naparêzin. Lê berpirsyariya me ew e ku pêşiyê em çand û zimanê xwe biparêzin. Bi vê bîr û baweriyê me nav guhert.”
 
‘EM Ê NEXŞERÊYEKÊ DERXÎNIN’
 
Tan, da zanîn ku li ser pêşniyarên ku di komxebatê de derketî wê bixebitin û wê nexşereyêkê amade bikin. 
 
Tan, got: “Em ê nexşerêya xwe derxînin. Dema nêzîk dema navîn û dema dûr û li gorî vê em ê xebatê bikin. Hin tişt hatin xwestin weke 8’ê Adarê bi taybetî tundiya li ser ziman bê teşhîrkirin. Ev pêşniyara maseya jinan bû. Wekî din 21’ê Sibatê li pêşiya me ye, dê hin tişt werin kirin. 15’ê Gulanê heye berî wê Newroz heye li pêşiya me. Biryarek wisa jî hebû ku Newroza îsal bibe Newroza zimanê kurdî.” 
 
Tan, anî ziman ku di vê pevajoyê de rexneya herî xurt li siyaseta kurd hat kirin û got: “Em dixwazin ku siyaset jî piştgiriyê bide vê xebatê. Ev xebat ne li dijî siyasetê ye. Lê gotina sivîl di ser gotina qada siyasetê de ye, em di wê bîr û baweriyê de ne. Em hêvî dikin ku ew jî piştgiriyê bidin vê xebatê û em îsal bikin sala çand û zimanê kurdî û bi hêviyeke xurtir em xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘DI WARÊ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ DE VÎNEK DERKET HOLÊ’
 
Tan, bilêv kir ku tor bi tena serê xwe statuyeke û di asta neteweyî d etê qebûlkirin. Tan, got: “Ji ber wê jî me biryar da ku heta demekê em bi vî awayî bimeşînin. Sazî û komele jî di nava me de hene. Endam û rêveberên wan hene. Ji bo xebatên me yên fermî hembêza xwe vedikin û dixwazin malovaniyê bikin ji xebatên me re. Ji ber wê yekê pirsgirêka me tune. Xebatên tên kirin jî dikarin li ser navê saziyên ku di nava torê de cih digirin bimeşînin.” 
 
Her wiha Tan, dest nîşan kir ku di warê çand û zimanê kurdî de vînek derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vîneke rêxistinî, pirreng û pirdeng derketiye holê. Ji gelek beşên civakê kes beşdarî vê xebatê bûne. Ji ber wê yekê jî ji niha û pêde divê gelê me zêdetir bala xwe bide vê xebatê. Wê helwesta yek zimanî red bike.”
 
‘TORA ME DIXWAZE KU LI STENBOLÊ JÎ TOREK WERE AVAKIRIN’
 
Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan, diyar kir ku nêrîna wan ya li hemberî ziman û çanda gelên din zelal e û got: “Me dixwest ku ji derveyî zimanê kurdî cih bidin zimanên din yên Kurdistanê û hewl bidin bikevin nava vî karî. Lê mixabin di civîna yekemîn de yek tevlî bû, di ya duyemîn de kes beşdar nebû. Tora me dixwaze ku ev tor bibe mînak û bi heman awayî li aliyê Tirkiyeyê jî bi taybetî li Stenbolê jî torek were avakirin. Ev gelên li Kurdistanê dijîn ji ber ku navend, sazî û dezgehên wan li Stenbolê ne, me xwest xebateke bi vî rengî li Stenbolê were kirin. Ew jî di nava wê xebatê de cih bigirin û em li gel hev bi ziman û çanda xwe têbikoşin.”
 
‘RÊZIKNAME Û KARNAME DÊ WERE AMADE KIRIN’
 
Fîdan, da zanîn ku ji bo torê sekretaryayeke berfireh hatiye hilbijartin ku nûneriya hemû maseyan tê de heye û got: “Ew sekreterya di serî de wê rêziknameyekê amade bike ji bo hiqûqa navxweyî ya ew kesên ku beşdarî van xebata bûne. Ew ê hem ji bo torê hem jî ji bo her maseyekê karnameyekê derxînin. Li gor vê karnameyê wê xebat bên kirin. Bo nimûne dê di 21’ê Sibatê, 8’ê Adarê, Newrozê, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de xebat bên kirin. Îsal weke sala Baba Tahirê Hemedanî hat diyarkirin wê li ser vê gelek xebat bên kirin. Biryareke din jî dê her salek li ser navê kurdekî klasîknûs daxuyanî û ji bo danasîn, berhem û fikrên wan hewl bê dayîn ku xebat bên kirin.”
 
‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ ZIMAN Û ÇANDÊ BIXIN BERNAMEYA XWE’
 
Fîdan, diyar kir ku kêsên ku doza pêşengiya kurdan dikin, nûneriya kurdan dikin, divê ku ziman û çanda kurdan baş bizanin û got: “Ev hêvî û daxwazeke bi salan e tê dubarekirin. Tor jî bi israr wê daxwazê dike û dibê nûnerên vî gelî, gelî baş nas bikin ku bikaribin nûneriya wî bikin. Ev xebat du lingên wê hene. Ku karnameyek bê amade kirin. Ji bo xwe gihandina gel em ê çi bikin? Ji bo berfirehkirina vî karî hem ji serdestan daxwaz bê kirin zor bê dayîn. Tor hewl dide ku bibe otoriteyek diyarkirina polîtîkayên ziman û çandê. Polîtîkayên ku pisporên vî karî diyar bikin, divê hemû partiyên siyasî bêxin bernameya xwe û di bernameyên xwe de bisepînin û bi wî awayî xebatên xwe bimeşînin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç

Sernavên din

25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye! | HATE NÛKIRIN
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn