Tan: Newroza îsal dê bibe Newroza kurdîFîdan: Kesên pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanibin 2020-01-15 09:14:48 AMED – Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku wê Tora Ziman û Çanda Kurdî nexşerêyekê amade bike û got: "Em ê Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî." Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan jî destnîşan kir ku kêsên doza pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanibin.    Lijneya Rêveber a Tora Ziman û Çandan piştî komxebata 2 rojan encamnameya xwe bi raya giştî re parve kir. Lijneyê di encamnameya xwe de, navê torê guherand û kir “Tora Çand û Zimanê Kurdî”. Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan û Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan, encamnameya torê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin.   'BERPIRSIYARIYA ME EM PÊŞÎ ZIMAN Û ÇANDA XWE BIPARÊZIN'   Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku dixwestin di nava torê de ziman û çandên mezopotamyayî jî cih bigirin û got: “Lê me di civîna xwe ya yekemîn de dît ku ev nepêkan e. Di pratîkê de nameşe. Wekî din jî berpirsyariya me ye ku em pêşiyê çand û zimanê xwe biparêzin. Niqaşek bi vî awayî hat kirin û pêşniyar bi vî awayî hatin. Me bi awayekî demokratîk niqaş kir û di dawiyê de em gihiştin encamek ku ev xebat weke xebata çand û zimanê kurdî bimeşe. Lê ev xebat tu caran çand û zimanên din red nake û hiyerarşiya di nava çandan de jî qebûl nake. Baweriya me bi xwişk û biratiya ziman û çandan heye. Ji ber wê yekê em dixwazin her çand bê parastin. Mirov lê xwedî derkeve bi vî awayî geş bibe. Em vê erdnîgariyê jî bi giştî Tirkiyê jî wekî baxçeyekî rengîn dibînin. Em yekrengî û yekdengiyê naparêzin. Lê berpirsyariya me ew e ku pêşiyê em çand û zimanê xwe biparêzin. Bi vê bîr û baweriyê me nav guhert.”   ‘EM Ê NEXŞERÊYEKÊ DERXÎNIN’   Tan, da zanîn ku li ser pêşniyarên ku di komxebatê de derketî wê bixebitin û wê nexşereyêkê amade bikin.    Tan, got: “Em ê nexşerêya xwe derxînin. Dema nêzîk dema navîn û dema dûr û li gorî vê em ê xebatê bikin. Hin tişt hatin xwestin weke 8’ê Adarê bi taybetî tundiya li ser ziman bê teşhîrkirin. Ev pêşniyara maseya jinan bû. Wekî din 21’ê Sibatê li pêşiya me ye, dê hin tişt werin kirin. 15’ê Gulanê heye berî wê Newroz heye li pêşiya me. Biryarek wisa jî hebû ku Newroza îsal bibe Newroza zimanê kurdî.”    Tan, anî ziman ku di vê pevajoyê de rexneya herî xurt li siyaseta kurd hat kirin û got: “Em dixwazin ku siyaset jî piştgiriyê bide vê xebatê. Ev xebat ne li dijî siyasetê ye. Lê gotina sivîl di ser gotina qada siyasetê de ye, em di wê bîr û baweriyê de ne. Em hêvî dikin ku ew jî piştgiriyê bidin vê xebatê û em îsal bikin sala çand û zimanê kurdî û bi hêviyeke xurtir em xebatên xwe bimeşînin.”   ‘DI WARÊ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ DE VÎNEK DERKET HOLÊ’   Tan, bilêv kir ku tor bi tena serê xwe statuyeke û di asta neteweyî d etê qebûlkirin. Tan, got: “Ji ber wê jî me biryar da ku heta demekê em bi vî awayî bimeşînin. Sazî û komele jî di nava me de hene. Endam û rêveberên wan hene. Ji bo xebatên me yên fermî hembêza xwe vedikin û dixwazin malovaniyê bikin ji xebatên me re. Ji ber wê yekê pirsgirêka me tune. Xebatên tên kirin jî dikarin li ser navê saziyên ku di nava torê de cih digirin bimeşînin.”    Her wiha Tan, dest nîşan kir ku di warê çand û zimanê kurdî de vînek derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vîneke rêxistinî, pirreng û pirdeng derketiye holê. Ji gelek beşên civakê kes beşdarî vê xebatê bûne. Ji ber wê yekê jî ji niha û pêde divê gelê me zêdetir bala xwe bide vê xebatê. Wê helwesta yek zimanî red bike.”   ‘TORA ME DIXWAZE KU LI STENBOLÊ JÎ TOREK WERE AVAKIRIN’   Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan, diyar kir ku nêrîna wan ya li hemberî ziman û çanda gelên din zelal e û got: “Me dixwest ku ji derveyî zimanê kurdî cih bidin zimanên din yên Kurdistanê û hewl bidin bikevin nava vî karî. Lê mixabin di civîna yekemîn de yek tevlî bû, di ya duyemîn de kes beşdar nebû. Tora me dixwaze ku ev tor bibe mînak û bi heman awayî li aliyê Tirkiyeyê jî bi taybetî li Stenbolê jî torek were avakirin. Ev gelên li Kurdistanê dijîn ji ber ku navend, sazî û dezgehên wan li Stenbolê ne, me xwest xebateke bi vî rengî li Stenbolê were kirin. Ew jî di nava wê xebatê de cih bigirin û em li gel hev bi ziman û çanda xwe têbikoşin.”   ‘RÊZIKNAME Û KARNAME DÊ WERE AMADE KIRIN’   Fîdan, da zanîn ku ji bo torê sekretaryayeke berfireh hatiye hilbijartin ku nûneriya hemû maseyan tê de heye û got: “Ew sekreterya di serî de wê rêziknameyekê amade bike ji bo hiqûqa navxweyî ya ew kesên ku beşdarî van xebata bûne. Ew ê hem ji bo torê hem jî ji bo her maseyekê karnameyekê derxînin. Li gor vê karnameyê wê xebat bên kirin. Bo nimûne dê di 21’ê Sibatê, 8’ê Adarê, Newrozê, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de xebat bên kirin. Îsal weke sala Baba Tahirê Hemedanî hat diyarkirin wê li ser vê gelek xebat bên kirin. Biryareke din jî dê her salek li ser navê kurdekî klasîknûs daxuyanî û ji bo danasîn, berhem û fikrên wan hewl bê dayîn ku xebat bên kirin.”   ‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ ZIMAN Û ÇANDÊ BIXIN BERNAMEYA XWE’   Fîdan, diyar kir ku kêsên ku doza pêşengiya kurdan dikin, nûneriya kurdan dikin, divê ku ziman û çanda kurdan baş bizanin û got: “Ev hêvî û daxwazeke bi salan e tê dubarekirin. Tor jî bi israr wê daxwazê dike û dibê nûnerên vî gelî, gelî baş nas bikin ku bikaribin nûneriya wî bikin. Ev xebat du lingên wê hene. Ku karnameyek bê amade kirin. Ji bo xwe gihandina gel em ê çi bikin? Ji bo berfirehkirina vî karî hem ji serdestan daxwaz bê kirin zor bê dayîn. Tor hewl dide ku bibe otoriteyek diyarkirina polîtîkayên ziman û çandê. Polîtîkayên ku pisporên vî karî diyar bikin, divê hemû partiyên siyasî bêxin bernameya xwe û di bernameyên xwe de bisepînin û bi wî awayî xebatên xwe bimeşînin.”   MA / Fahrettîn Kiliç