Serokê Giştî yê KKP'ê Çiftyurek: Dema em bên cem hev hatiye

  • rojane
  • 10:39 14 Çile 2020
  • |
img

AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku hem li hundir û hem li derve êrîşên li ser gelê Kurd zêde bûne û wiha got: “Partiyên siyasî yên Kurd divê êdî pirsgirêkên navxweyî dînin aliyekî. Divê êdî partiyên kurd li ser esasê neteweyî bibin yek. 

Li ser Yekîtiya Neteweya Kurd nûner û rêveberên partiyan kurd demek dirêj in niqaşan dikin. Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li ser armanc û xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd axivî. 
KKP, li ser Partiya Keda Komîst a Tirkiyeyê (TKEP) di 1'ê Gulana 1980'an de hat avakirin. Li ser Rêxistina Xweser a Kurdan hatiye avakirin. Di Adara 1982’an de KOO hat avakirin. Pitre Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) ava kirin. Sekreteryaya Giştî ya Partiyê Sinan Çiftyurek da ser milê xwe. Çiftyurek di sala 1986’an de li gel endamên Komîteya Navendî hat girtin. Çiftyurek, di sala 1990’an de hat berdan. Di 3'emîn Kongreya Giştî ya TKEP’ê de perçebûn çê bû û KKP hat avakirin. 
 
Di 21'ê Kanûna 2011'an de Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) ava kirin. Sinan Çîftyurek wekî serokê sazumankar peyvir girt. 
 
OSP, di 17'ê Mijdara 2018’an de 3’emîn Kongreya giştî pêk anî û navê xwe kir Partiya Komunist  a Kurdistanê. (KKP). Partiya ku di armanca xwe de bîrdozî û fikra têkoşîna polîtîk esas digire, fikra Marksizm-Leninizmê dike rêber. Ji ber peyva “Kurdistan” Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê wê de biryara girtinê xwest. Lê piştî partiyê ev doz îtîraz kir, hêj Dadgeha Destûra Bingehîn bersîv nedaye. 
 
'DEM DEMA EM BIBIN YEK E' 
 
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku ji ber Kurdistan mêtinger e û gel di bin zextan de ye heta niha Kurd nebûne yek û wiha got: "Hemû daxwazên neteweya demokratik û hebûna me tê tunekirin. Ev ji bo em bibin yek sedema sereke ye. Em wekî partî ji bo yekîtiya neteweya Kurd di vê şibakeyê re dinerin. Divê partiyên kurd êdî nakokî û pirsgirêkên navxweyî dînin aliyekî û bên li cem hev bigirin. Divê hedef yekîtî be. 
Bi taybetî îro ji ber rageşiya di navbera DYA û ÎRanê de divê kurd bibin yek. Ger ku kurd nebin yek ev rageşiya navbera Îran û DYA dê bandorek neyînî li ser wan bike. Şerê hêzê yê navbera DYA û Îranê dê bandore li ser Kurdan bike. DYA û ÎRan welatên ‘emperyalist’ in. Dixwazin Kurd an li cem Îranê an jî li cem DYA cihê xwe bigirin. Piştî Kasim Suleyman û El Muhendis hatin kuştin, dixwazin Kurd jî tercîha xwe bikin. Ev şerê hegomonya yê navbera DYA û Îranê ye. Yek emperyalisma Kurevî ye. Ya din jî emperyalîzma dewletî ye. Di vî şerî de dixwazin Kurd bibin aliyek. Hin kes dixwazin bar li ser Kurdên dij-emperyalist bar bikin. 
Divê Kurd beri her tiştî di nava xwe de yekîtiya neteweyi ava bikin. Divê nakokiyên navbera Îran û DYA li ber çavan bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê ji bo berjewendiyên neteweyî nêzî hev bibin û kongreya neteweyî li dar bixin. Êdî Kurd mecbûr in ku îtîfaqa xwe xurt bikin. Em diyar dikin ku Yekîtiya Neteweya Kurd êdî mecbûrî ye. Divê em bi partiyên biçûk û mezin ên Kurd re îtîfaqê ava bikin. Ev ferman erdnîgariya me dide me."  
 
KOLAN DIBÊJIN 'DIVÊ YEKÎTÎ BÊ AVAKIRIN' 
 
Çîftyurek, anî ziman ku dema îro ji kolanê bipirsîn, kolan ji wan dixwaze ku yekîtiyê ava bikin û wiha lê zêde kir: "Ger ku îro hûn li kolanê ji gel bipirsin û bêjin 'Pirsgirêka gelê Kurd çiye?' wê bêjin 'Divê îtîfaqa xwe avabikin' Ev rasteqîn e. Em bi hevî ne. Me hemû hêza xwe û xebatên xwe ji bo vê yekê cuda kirine. Di navbera me de konseptên cuda hene. ji ber vê yekê em bi temkîn nêzîk dibin. Divê berî her tiştî em dîwarên li pêş xwe rakin. Divê em li ser esasê yekîtiya neteweya Kurd nêzî hev bibin û bibin yek. Divê li dijî êrîşên derve û hundir em yekîtiya xwe xurt u bi hêz bikin. 
 
Di dîrokê de Kurt bi peymana Kasr-ı Şirin kirin du perçe. Piştre Kurdistan bi peymana Lozanê kirin 4 perçe. Piştî Kurdistan kirin çar perçe ev bû trajediya dîrokî ya Kurdistanê. Duh li ser cudahiya Şîî-Sunnî Kurd di navbera Osmanî û Farsan de kirin du perçe. Piştre kirin çar perçe. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin û helwestekê nîşan bidin. Niha dixwazin barê dij- emperyalist li ser pişta Kurdan bar bikin. Divê Kurd hemû barê dij-emperyalîst red bike. Divê hem herêm û hem jî 4 perçeyên Kurdistanê em berjewendiyên neteweya Kurd dînin pêş. Divê em xalên hevpar dinin holê. 
 
12 partiyên Kurd di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de gavên girîng avêtin. "Îtifaqa hilbijartinê pêş xistin" Ev îtîfaq di hilbijartina 31'ê Adarê de jî berdewam kirin. Me navê Xebata Îtîfaqa Kurdistanê li xwe kir. Ji bo îtîfaqa mayinde em hemû dildar in. Em hemû bi biryar in. Li ser me berpirsiyariya gel û axê heye. Divê di nava partiyan de xeta sor hebe. Divê em hemu partî xeta xwe ya sor a hevpar biparêzin. Divê em 10 partî xetên hevpar diyar bikin û li ser wan xetan bibin yek. Divê hemû Kurd helwesta dij-emperyalist nîşan bidin. Divê Kurd pir baldar bin." 
 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

14/01/2020
19:14 2 endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ji peywirê kirin
18:33 Keşîş Aho Bîleçen hat berdan
16:50 Li Mêrdînê mehek din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:46 Doza rojnameger Dogrû hat taloqkirin
15:46 Jinan li Dersimê: Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin
15:09 Temellî hişyar kir: Dibe ku hûn vî welatî jî li ser meseyê bibînin
14:27 Li Amedê kesek hat binçavkirin
14:16 Dozger xwest rojnameger Akin were cezakirin
13:49 Qeyûm bi afîşan bertekên li dijî zema avê ditepisîne
13:27 Doza Kemal Kûrkût: Mudalixeyî dosyayê tê kirin
12:54 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê teqîn: 5 kes birîndar bûn
12:48 10 gardiyenên bi ser hucreyê de girtin Demîr ê girtî derb kirin
11:37 Keşîş Bîleçen: Ne ji bo rêxistinê ji bo pêwîstiya baweriya xwe kir
11:18 Hafter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetiya
11:06 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Serokê Giştî yê KKP'ê Çiftyurek: Dema em bên cem hev hatiye
10:14 Ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne li 50 cenazeyan mêze kir: Ev îşkenceye
09:11 Toker: Îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike di Qenal Stenbolê de israr dike
09:10 Tecrîda li ser tecrîdê
09:09 Li Çîneyê ji bo kes pê nehese, patron ser nexweşîna sîlîkozîsê dinixumînin!
09:05 Şaredar ji tirsa tabelaya bi kurdî daxistibû, lê dê ya sê zimanî bê daliqandin
09:04 Li Colemêrgê, di salekê de 337 esnafan dikanên xwe girtine
09:03 ‘Wê tezkereya Lîbyayê bike ku Tirkiye bi tenê bimîne'
09:02 Karkerên SF Tradeyê: Heta em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2020'AN
13/01/2020
21:06 Amediyan sersal pîroz kir
18:47 Tûncel û Kişanak nehatin berdan
16:30 Tuncel: Ev pêkanîn di serdema Hîtler de hebûn
Kişanak: Propaganda mafê zagonî ye
16:14 Dozger got ‘xweparastina rewa’, lê dadgehê berneda
16:05 Dayika Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr hat berdan
15:59 'Li balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarav hene, lê Kurdî tune çima?'
15:06 16 sal û 8 meh ceza li kujerê Sevag Balikçi hat birîn
14:55 Peymanê Lîbya dixwazin Tirkiye şandina eskeran rawestîne
14:51 6 endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê yên HDP’î ji wezîfeyê hatin dûrxistin
14:30 Li Colemêrgê qedexeya çalakî û şahiyan carek din hat dirêjkirin
14:18 Hevşaredarê Qoserê Îpek hat berdan
13:43 9 rojin agahî ji Gulîstan Dokû nayê girtin. Abarakov dibin çavdêriyê de ye
13:00 Li Moskovayê zîrveya Libyayê dest pê kir
12:50 Keskîn: Hûn me weke dijmin dibîn in
12:31 Danişina doza Kemal Kurkut sibê ye
12:13 8 kes li Amedê hatin girtin
11:59 Xwendekaran ji bo Gulîstan Doku çalakî li dar xistin
11:25 Piştî komxebatê navê torê kirin 'Tora Ziman û Çanda Kurdî'
11:14 Danişîna Roboskiyan hat taloqkirin
11:03 Ewil ji peyvirê girtin piştre lêpirsîn vekirin
10:48 Kesek li Şırnexê hat binçavkirin
10:42 Seroka CHP’ê ya Stenbolê Kaftancioglû: Ez ji pêşerojê pir bi hêvîme
10:15 Serokê Giştî yê KDP-T'ê Kardaş: Divê em êdî îxanetê li hev nekin
10:02 Endamê Meclisa HDP’ê Mesut Bagcik binçav kirin
Polîsan bi ser malê de girt: Endamê HDP'ê binçav kirin
09:14 Hunermend: Divê em bi lez li pêş pişaftinê bibin bend
09:12 Hem qeyûm tayînî şûna wan kirin hem dawet kirin
09:11 ATK di parastina polîsê Kurkut kuşt de israr dike: Kurkut bi guleya pengizî mir
09:11 Şaredariya Rezan a AKP'î li dijî zagonan 14 îhale dan 14 şîrketan
09:09 Weşangeran ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin
09:05 Navnîşana dabînkirina pirtûkên kurdî
09:01 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2020'AN
12/01/2020
22:42 Soylu vê carê hunermend Kadîr Înanir kir hedefa xwe
22:27 Hêzên Hafter ÎHA ya Tirkiyeyê xist
22:04 Hêjmara 4'emîn a Rojnameya Xwebûn derket
18:22 Komxebata 1’emîn a Tora Ziman û Çandan bi dawî bû
16:39 Dengbêjan li Mersînê kilam gotin
16:13 Hevserokên nû yên DAD'ê diyar bûn
15:59 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhatê diyar bûn
15:58 Piştî agirbestê Sarrac li Tirkiyeyê ye
15:57 Ji TJA'yê ji bo Kişanak û Tuncel banga piştevaniyê
15:01 Şaredariya Sêrtê rapora dahat-lêçûnê ya 9 mehan daliqand
14:46 Li Mor Yakûpê piştî 7 salan cara yekemîn ayîn nehat kirin
13:58 'Gulistan şeva berî ku winda bibe jî bi Zainal Abarakov re hevdîtin kir'
12:56 Faîlê êrîşa zayendî reviya derveyî welat
12:26 Li Licê 8 kes hatin girtin
12:22 Li gel ku şansê wî yê jiyanê ji sedî 10 bûye jî Nebî Îlhan nehatiye tehliyekirin!
11:40 Komxebata Ziman di roja duyemîn de didome
11:30 Ji bo perwerdekarê 14 xwendekar îstîsmar kir daxistina 'rewşa baş'
10:03 Endamên meclisa ŞBMA'ê yên HDP'î hat binçavkirin
09:49 43 xwendekaran çîrokên xwe di pirtûkekî de gihandin hev
09:02 Prof. Dr. Abbas Valî: Astengiya mezin a li ber yekîtiya neteweyî berjewendî ne
09:02 Li Girtîgeha Kirikkaleyê nahêlin girtî biçin hewadariyê
09:02 'Divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike
09:02 Nerazîbûna mêrdîniyan a ji bo buhabûna fiyeta avê: Ma me şaredarî xistiye bin deyna?
09:02 Doza Kişanak û Tûncelê ji nû ve dest pê dike
09:02 4 TL ceza li kujerên wê birîn, dosyeya wê hîn jî wek xwe yî berê ye
09:02 'Şahidê nepen' bilind firî: Digotin 'Em şer bikin, bikujin, her derê serobino bikin'
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2020'AN
11/01/2020
16:56 HDK'ê: Divê Keşîş Aho demildest bê berdan
16:26 Di sala 2019'an de hezar û 736 karker mirin
16:06 Temellî: Heta rêveberiya herêmî demokratîk nebe, rêveberiya navendî demokratîk nabe
15:48 Polîsan mudaxileyî xwendekarên zanîngehê kirin
15:36 Tekane daxwaza girtiyê nexweş Kiran berî bimire dayika xwe bibîne ye
15:34 Di qomayê de ye lê nayê berdan
15:21 Xizmên windayan: Rastiya windayan a di arşîvan de veşarî aşkera bikin
15:03 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser komkujiya Basayê: Hestiyên me bidin
14:42 Keleka penaberan noq bû: 12 mirî
14:17 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Xistina balafira rêwiyan sûcê mirovahiyê ye
13:19 Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e
13:15 Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin
12:32 Komxebata ziman dest pê kir: Ziman û çanda me bi pişavtinê re rû bi rû ye
12:00 Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe
11:31 Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev
11:30 Bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan: Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye
11:22 Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin