Serokê Giştî yê KKP'ê Çiftyurek: Dema em bên cem hev hatiye 2020-01-14 10:39:04 AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku hem li hundir û hem li derve êrîşên li ser gelê Kurd zêde bûne û wiha got: “Partiyên siyasî yên Kurd divê êdî pirsgirêkên navxweyî dînin aliyekî. Divê êdî partiyên kurd li ser esasê neteweyî bibin yek.  Li ser Yekîtiya Neteweya Kurd nûner û rêveberên partiyan kurd demek dirêj in niqaşan dikin. Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li ser armanc û xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd axivî.  KKP, li ser Partiya Keda Komîst a Tirkiyeyê (TKEP) di 1'ê Gulana 1980'an de hat avakirin. Li ser Rêxistina Xweser a Kurdan hatiye avakirin. Di Adara 1982’an de KOO hat avakirin. Pitre Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) ava kirin. Sekreteryaya Giştî ya Partiyê Sinan Çiftyurek da ser milê xwe. Çiftyurek di sala 1986’an de li gel endamên Komîteya Navendî hat girtin. Çiftyurek, di sala 1990’an de hat berdan. Di 3'emîn Kongreya Giştî ya TKEP’ê de perçebûn çê bû û KKP hat avakirin.    Di 21'ê Kanûna 2011'an de Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) ava kirin. Sinan Çîftyurek wekî serokê sazumankar peyvir girt.    OSP, di 17'ê Mijdara 2018’an de 3’emîn Kongreya giştî pêk anî û navê xwe kir Partiya Komunist  a Kurdistanê. (KKP). Partiya ku di armanca xwe de bîrdozî û fikra têkoşîna polîtîk esas digire, fikra Marksizm-Leninizmê dike rêber. Ji ber peyva “Kurdistan” Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê wê de biryara girtinê xwest. Lê piştî partiyê ev doz îtîraz kir, hêj Dadgeha Destûra Bingehîn bersîv nedaye.    'DEM DEMA EM BIBIN YEK E'    Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku ji ber Kurdistan mêtinger e û gel di bin zextan de ye heta niha Kurd nebûne yek û wiha got: "Hemû daxwazên neteweya demokratik û hebûna me tê tunekirin. Ev ji bo em bibin yek sedema sereke ye. Em wekî partî ji bo yekîtiya neteweya Kurd di vê şibakeyê re dinerin. Divê partiyên kurd êdî nakokî û pirsgirêkên navxweyî dînin aliyekî û bên li cem hev bigirin. Divê hedef yekîtî be.  Bi taybetî îro ji ber rageşiya di navbera DYA û ÎRanê de divê kurd bibin yek. Ger ku kurd nebin yek ev rageşiya navbera Îran û DYA dê bandorek neyînî li ser wan bike. Şerê hêzê yê navbera DYA û Îranê dê bandore li ser Kurdan bike. DYA û ÎRan welatên ‘emperyalist’ in. Dixwazin Kurd an li cem Îranê an jî li cem DYA cihê xwe bigirin. Piştî Kasim Suleyman û El Muhendis hatin kuştin, dixwazin Kurd jî tercîha xwe bikin. Ev şerê hegomonya yê navbera DYA û Îranê ye. Yek emperyalisma Kurevî ye. Ya din jî emperyalîzma dewletî ye. Di vî şerî de dixwazin Kurd bibin aliyek. Hin kes dixwazin bar li ser Kurdên dij-emperyalist bar bikin.  Divê Kurd beri her tiştî di nava xwe de yekîtiya neteweyi ava bikin. Divê nakokiyên navbera Îran û DYA li ber çavan bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê ji bo berjewendiyên neteweyî nêzî hev bibin û kongreya neteweyî li dar bixin. Êdî Kurd mecbûr in ku îtîfaqa xwe xurt bikin. Em diyar dikin ku Yekîtiya Neteweya Kurd êdî mecbûrî ye. Divê em bi partiyên biçûk û mezin ên Kurd re îtîfaqê ava bikin. Ev ferman erdnîgariya me dide me."     KOLAN DIBÊJIN 'DIVÊ YEKÎTÎ BÊ AVAKIRIN'    Çîftyurek, anî ziman ku dema îro ji kolanê bipirsîn, kolan ji wan dixwaze ku yekîtiyê ava bikin û wiha lê zêde kir: "Ger ku îro hûn li kolanê ji gel bipirsin û bêjin 'Pirsgirêka gelê Kurd çiye?' wê bêjin 'Divê îtîfaqa xwe avabikin' Ev rasteqîn e. Em bi hevî ne. Me hemû hêza xwe û xebatên xwe ji bo vê yekê cuda kirine. Di navbera me de konseptên cuda hene. ji ber vê yekê em bi temkîn nêzîk dibin. Divê berî her tiştî em dîwarên li pêş xwe rakin. Divê em li ser esasê yekîtiya neteweya Kurd nêzî hev bibin û bibin yek. Divê li dijî êrîşên derve û hundir em yekîtiya xwe xurt u bi hêz bikin.    Di dîrokê de Kurt bi peymana Kasr-ı Şirin kirin du perçe. Piştre Kurdistan bi peymana Lozanê kirin 4 perçe. Piştî Kurdistan kirin çar perçe ev bû trajediya dîrokî ya Kurdistanê. Duh li ser cudahiya Şîî-Sunnî Kurd di navbera Osmanî û Farsan de kirin du perçe. Piştre kirin çar perçe. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin û helwestekê nîşan bidin. Niha dixwazin barê dij- emperyalist li ser pişta Kurdan bar bikin. Divê Kurd hemû barê dij-emperyalîst red bike. Divê hem herêm û hem jî 4 perçeyên Kurdistanê em berjewendiyên neteweya Kurd dînin pêş. Divê em xalên hevpar dinin holê.    12 partiyên Kurd di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de gavên girîng avêtin. "Îtifaqa hilbijartinê pêş xistin" Ev îtîfaq di hilbijartina 31'ê Adarê de jî berdewam kirin. Me navê Xebata Îtîfaqa Kurdistanê li xwe kir. Ji bo îtîfaqa mayinde em hemû dildar in. Em hemû bi biryar in. Li ser me berpirsiyariya gel û axê heye. Divê di nava partiyan de xeta sor hebe. Divê em hemu partî xeta xwe ya sor a hevpar biparêzin. Divê em 10 partî xetên hevpar diyar bikin û li ser wan xetan bibin yek. Divê hemû Kurd helwesta dij-emperyalist nîşan bidin. Divê Kurd pir baldar bin."      MA / Mehmet Şah Oruç