COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê bi dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr carek din qedexe kir.
Li Colemêrgê qedexeya çalakî, daxuyanî û şahiyan didome. Beriya niha bi dehan car çalakî û şahî hatin qedexekirin. Walîtiya Colemêrgê carek din ragihand ku bi dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr bên lidarxistin hatine qedexekirin.