Li Colemêrgê qedexeya çalakî û şahiyan carek din hat dirêjkirin 2020-01-13 14:30:47   COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê bi dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr carek din qedexe kir.    Li Colemêrgê qedexeya çalakî, daxuyanî û şahiyan didome. Beriya niha bi dehan car çalakî û şahî hatin qedexekirin. Walîtiya Colemêrgê carek din ragihand ku bi dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr bên lidarxistin hatine qedexekirin.