AMED – Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan a bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li Amedê du rojan dom kir bi dawî bû. Desteya rêveber a ji 27 kesan pêk tê hat hilbijartin. Desteya rêveber wê li ser pêşniyarên beşdarvanan nexşerê û rêziknameyê diyar bike.
Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan a bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li Otelek li navçeya Sûrê ya Amedê ku du rojan li dar xist bi dawî bû. Roja ewil a komxebatê 12 maseyên tematîk ku hatibû navakirin, pêşniyarên xwe radestî desteya Torê kirin. Pêşniyarên maseyên qadên cûr bi cûr di roja duyem a komxebatê de hatin xwendin. Pişt re beşdarvanan li ser pêşniyarên ji bo rêzikname, nexşerê û desteya rêveber kirin. Di encama nîqaş û pêşniyarên îro de desteya rêveberiya ji 27 kesan pêk tê hat hilbijartin.
Piştî nîqaş û pêşniyazan di komxebatê de hunermend û dengbêjan stran gotin. Komxebat bi strana “Zimanê Kurdî” a hunermend Aram Tîgran bi dawî bû.
Desteya rêveber a ji 27 kesan pêk tê dê pêşniyarên ji bo nexşerê û rêziknameyê hatin kirin binirxîne û rêzikname û nexşerêya xwe li gorî vê yekê eşkere bike.
Desteya Rêveber a Torê dê sibê di saet 10.00’an de li Otela Demîr a Sûra Amedê wê encamnameya komxebata du rojan bi raya giştî re eşkere bike.