Komxebata 1’emîn a Tora Ziman û Çandan bi dawî bû 2020-01-12 18:22:42   AMED – Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan a bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li Amedê du rojan dom kir bi dawî bû. Desteya rêveber a ji 27 kesan pêk tê hat hilbijartin. Desteya rêveber wê li ser pêşniyarên beşdarvanan nexşerê û rêziknameyê diyar bike.     Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan a bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li  Otelek li navçeya Sûrê ya Amedê ku du rojan li dar xist bi dawî bû. Roja ewil a komxebatê 12  maseyên tematîk ku hatibû navakirin, pêşniyarên xwe radestî desteya Torê kirin. Pêşniyarên maseyên qadên cûr bi cûr di roja duyem a komxebatê de hatin xwendin. Pişt re beşdarvanan li ser pêşniyarên ji bo rêzikname, nexşerê û desteya rêveber kirin. Di encama nîqaş û pêşniyarên îro de desteya rêveberiya ji 27 kesan pêk tê hat hilbijartin.   Piştî nîqaş û pêşniyazan di komxebatê de hunermend û dengbêjan stran gotin. Komxebat bi strana “Zimanê Kurdî” a hunermend Aram Tîgran bi dawî bû.   Desteya rêveber a ji 27 kesan pêk tê dê pêşniyarên ji bo nexşerê û rêziknameyê hatin kirin binirxîne û rêzikname û nexşerêya xwe li gorî vê yekê eşkere bike.    Desteya Rêveber a Torê dê sibê di saet 10.00’an de li Otela Demîr a Sûra Amedê wê encamnameya komxebata du rojan bi raya giştî re eşkere bike.