'Gulistan şeva berî ku winda bibe jî bi Zainal Abarakov re hevdîtin kir'

  • rojane
  • 13:58 12 Çile 2020
  • |
img

DERSIM - Hat hînbûn ku xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya ku 8 roj in agahî jê nayê girtin, şeva berî ku winda bibe jî bi hevalê xwe yê kurik Zainal Abarakov re hevdîtin kiriye û dema hevdîtinê nîqaşek mezin di navbera wan de derkletiye."

Xwendekara Beşa Gihandina Zarokan a Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Dersimê Gulistan Dokû ku 8 roj in winda ye, agahî jê nayê girtin. Agahiya dawîn a têkildarî Dokû; Di lêkolîna ku ji aliyê parêzerên Baroya Dersimê ve li ser qeydên sînyalên HTS'ê hatiye kirin de hatiye tespîtkirin ku Dokû 5'ê Çileyê roja înê, li Taxa Ataturkê saet di 16.29'an de bi qasî 4 saniyan li ser telefonê bi hevalê xwe yê kurik Zainal Abarakov re hevdîtin pêk aniye. 
 
Li ser vê yekê parêzeran bi malbata Dokû re qeydên hevdîtina telefonê pêşkêşî Walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Dersimê kirin. Piştî vê pêşkêşkirinê Walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Dersimê, daxuyanî dan û angaşt kirin ku lêgerînên wan ên têkildarî Dokû bi fîtozî û bênavber didomin. Li gel van daxuyaniyan jî 8 roj in lêkolîn tenê li derdora Gola Bendava Ûzûn Çayir û Pira Dînarê tên kirin. 
 
BI ABAROKOV RE PIRSGIRÊK DIJIYA
 
Zainal Abarakov (23) ê rûs ku Dokû herî dawî pê re bi telefonê axiviye, kurê zir ê polisekî li Dersimê peywirdar e. Abarokov, li Rûsyayê ji dayik bûye û mezin bûye û dayika wî rûs e. Nêzî 4 salan e, li Dersimê bi bavê xwe yê zir ê polis û dayika xwe re dijî. Gulistan û Abarokov, li qafeya ku bi hev re dixebitîn, hevdû nas kirine û ji ber pirsgirêkên di navbera xwe têkiliya xwe qut kirine û ji ber vê qutkirinê pirsgirêk jiyane. 
 
'SERÊ SIBEHE DÎSA HEVDÎTIN KIRIN' 
 
Kesekî ku pirsgirêkên di navbera Gulistan û Abarokov ji nêz ve dizane û naxwaze navê xwe aşkera bike, diyar kir ku Abarokov, qet ji wan re qala jiyan û malbata xwe nekiriye û ji ber vê yekê wî zêde nas nakin. Ev kes da zanîn ku Abarokov car caran destûr girtiye û derdiket derveyî bajar û berî roja ku Gulistan winda bibe jî li taxa Ataturkê li ber derê mala wan hevdû dîtine û dayika Abarokov wan dîtiye xwestiye ku derkevin jor. Ev kes di berdewamê de ev tişt got: "Dayika Abarokov dixwest her dû ji li malê biaxivin. Axaftina wan li wir berdewam kir. Paşê Gulistan bi şev saet derdora 11.00'an ji malê derket. Li vir bavê Abarokov jê xwest ku Gulistan bi wesayîtê deyne malê. Gulistan peşî bi piya meşiya. Arabokov jê xwest ku li wesayîtê siwar bibe. Ji ber ku Gulistan nexweş siwar bibe li vir di navbera wan de pevçûn derket. Li ser agahdarkirina kesên hawirdorê, polis hatin cem wan û Gulistan got ku ji rewşê ne gilîkar e. Ev rewş ji bav polis re jî tê ragihandin. Ji ber ku derengiya şevê bû Gulistan li mamosteyekî xwe geriya û jê xwest ku were wê bibe. Ew şev li cem mamosteyê xwe ma. Dema serê sibehê radibe, ji mamosteyê xwe re dibêje ku dê biçe wargehê. Lê ji ber nêzbûna min û Gulistan, Abarokov ji min re peyam şand û serboriya di navbera xwe û Gulistan de ji min re vegot. Got ku ji rewşa Gulistan gumanan dike. Di wê kêliyê de gihîştim Gulistan û ji min re got ku dema em bên gel hev rewşê ji min re bibêje. Piştî vê axaftinê careke din negihîştim Gulistan. Lê di vê navberê de Gulistan ji bo hevdîtinê diçe cem Abarokov. Li wir di navbera wan de çi hatiye axaftin nizanim. Li gorî ragihandinên Abarokov, 'ji ber qewimînin bi şev ên di navbera wan de ji bo lêborînê çûye cem' em di vê navberê de qet negihîştin Gulistan."
 
BERDÊLA DERENGMAYÎNA DERSÊ 5 TL
 
Hat hînbûn ku pisrgirêkeke din a Gulistan, standina 5 TL a hîndekarê bi navê C.A. ya ji ber derengmayîna dersê bûye. Her çiqas piraniya xwendekaran vê rewşê qebûl nekin jî lê ji ber gumana mayîna bêberdewamiya vî pereyî didin. Lê 3 xwendekaran li dijî vê rewşê derketine û bi daxwaznameyekê ji Rektor re giliya hîndekar C.A. kirine. Yek ji van xwendekaran jî Gulistan Dokû ye. Daxwaznameyê de ev tişt cih girtine: "Dema em piştî mamoste dikevin polê, 5 TL ji me dixwaze. Dema em pere nedin nikarin bikevin polê. Weke xwendekareke bûrs digirim nikarim vî pereyî bidim. Ji destpêka serdemê ve bi vê pirsgirêkê dikevim dersê. Ji ber tirsa bêberdewamiyê hevalên min dengê xwe dernaxin."
 
LÊPIRSÎNA DERBARÊ MAMOSTE DE 
 
Li ser daxwazanemeyê derbarê mamosteyê navborî de lêpirsîn tê destpêkirin. Piştî vê yekê mamoste jî gef li xwendekarên ku daxwazname dane dixwe û dibêje ku dê wan di polê de bihêle. Xwendekaran, diyar kir ku vê rewşê gelek bandor li Gulistan kiriye û beriya teslîmkirina daxwaznameyê bi mamoste re hevdîtin kirine lê tu encam negirtine. Tê gotin ku mamoste bi gotina "Hûn nikarin 5 TL bidin." biçûk xistiye û ji ber vê yekê Gulistan gelek caran nehatiye dibistanê. 
 
MA / Semra Turan 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/01/2020
19:14 2 endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ji peywirê kirin
18:33 Keşîş Aho Bîleçen hat berdan
16:50 Li Mêrdînê mehek din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:46 Doza rojnameger Dogrû hat taloqkirin
15:46 Jinan li Dersimê: Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin
15:09 Temellî hişyar kir: Dibe ku hûn vî welatî jî li ser meseyê bibînin
14:27 Li Amedê kesek hat binçavkirin
14:16 Dozger xwest rojnameger Akin were cezakirin
13:49 Qeyûm bi afîşan bertekên li dijî zema avê ditepisîne
13:27 Doza Kemal Kûrkût: Mudalixeyî dosyayê tê kirin
12:54 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê teqîn: 5 kes birîndar bûn
12:48 10 gardiyenên bi ser hucreyê de girtin Demîr ê girtî derb kirin
11:37 Keşîş Bîleçen: Ne ji bo rêxistinê ji bo pêwîstiya baweriya xwe kir
11:18 Hafter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetiya
11:06 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Serokê Giştî yê KKP'ê Çiftyurek: Dema em bên cem hev hatiye
10:14 Ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne li 50 cenazeyan mêze kir: Ev îşkenceye
09:11 Toker: Îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike di Qenal Stenbolê de israr dike
09:10 Tecrîda li ser tecrîdê
09:09 Li Çîneyê ji bo kes pê nehese, patron ser nexweşîna sîlîkozîsê dinixumînin!
09:05 Şaredar ji tirsa tabelaya bi kurdî daxistibû, lê dê ya sê zimanî bê daliqandin
09:04 Li Colemêrgê, di salekê de 337 esnafan dikanên xwe girtine
09:03 ‘Wê tezkereya Lîbyayê bike ku Tirkiye bi tenê bimîne'
09:02 Karkerên SF Tradeyê: Heta em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2020'AN
13/01/2020
21:06 Amediyan sersal pîroz kir
18:47 Tûncel û Kişanak nehatin berdan
16:30 Tuncel: Ev pêkanîn di serdema Hîtler de hebûn
Kişanak: Propaganda mafê zagonî ye
16:14 Dozger got ‘xweparastina rewa’, lê dadgehê berneda
16:05 Dayika Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr hat berdan
15:59 'Li balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarav hene, lê Kurdî tune çima?'
15:06 16 sal û 8 meh ceza li kujerê Sevag Balikçi hat birîn
14:55 Peymanê Lîbya dixwazin Tirkiye şandina eskeran rawestîne
14:51 6 endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê yên HDP’î ji wezîfeyê hatin dûrxistin
14:30 Li Colemêrgê qedexeya çalakî û şahiyan carek din hat dirêjkirin
14:18 Hevşaredarê Qoserê Îpek hat berdan
13:43 9 rojin agahî ji Gulîstan Dokû nayê girtin. Abarakov dibin çavdêriyê de ye
13:00 Li Moskovayê zîrveya Libyayê dest pê kir
12:50 Keskîn: Hûn me weke dijmin dibîn in
12:31 Danişina doza Kemal Kurkut sibê ye
12:13 8 kes li Amedê hatin girtin
11:59 Xwendekaran ji bo Gulîstan Doku çalakî li dar xistin
11:25 Piştî komxebatê navê torê kirin 'Tora Ziman û Çanda Kurdî'
11:14 Danişîna Roboskiyan hat taloqkirin
11:03 Ewil ji peyvirê girtin piştre lêpirsîn vekirin
10:48 Kesek li Şırnexê hat binçavkirin
10:42 Seroka CHP’ê ya Stenbolê Kaftancioglû: Ez ji pêşerojê pir bi hêvîme
10:15 Serokê Giştî yê KDP-T'ê Kardaş: Divê em êdî îxanetê li hev nekin
10:02 Endamê Meclisa HDP’ê Mesut Bagcik binçav kirin
Polîsan bi ser malê de girt: Endamê HDP'ê binçav kirin
09:14 Hunermend: Divê em bi lez li pêş pişaftinê bibin bend
09:12 Hem qeyûm tayînî şûna wan kirin hem dawet kirin
09:11 ATK di parastina polîsê Kurkut kuşt de israr dike: Kurkut bi guleya pengizî mir
09:11 Şaredariya Rezan a AKP'î li dijî zagonan 14 îhale dan 14 şîrketan
09:09 Weşangeran ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin
09:05 Navnîşana dabînkirina pirtûkên kurdî
09:01 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2020'AN
12/01/2020
22:42 Soylu vê carê hunermend Kadîr Înanir kir hedefa xwe
22:27 Hêzên Hafter ÎHA ya Tirkiyeyê xist
22:04 Hêjmara 4'emîn a Rojnameya Xwebûn derket
18:22 Komxebata 1’emîn a Tora Ziman û Çandan bi dawî bû
16:39 Dengbêjan li Mersînê kilam gotin
16:13 Hevserokên nû yên DAD'ê diyar bûn
15:59 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhatê diyar bûn
15:58 Piştî agirbestê Sarrac li Tirkiyeyê ye
15:57 Ji TJA'yê ji bo Kişanak û Tuncel banga piştevaniyê
15:01 Şaredariya Sêrtê rapora dahat-lêçûnê ya 9 mehan daliqand
14:46 Li Mor Yakûpê piştî 7 salan cara yekemîn ayîn nehat kirin
13:58 'Gulistan şeva berî ku winda bibe jî bi Zainal Abarakov re hevdîtin kir'
12:56 Faîlê êrîşa zayendî reviya derveyî welat
12:26 Li Licê 8 kes hatin girtin
12:22 Li gel ku şansê wî yê jiyanê ji sedî 10 bûye jî Nebî Îlhan nehatiye tehliyekirin!
11:40 Komxebata Ziman di roja duyemîn de didome
11:30 Ji bo perwerdekarê 14 xwendekar îstîsmar kir daxistina 'rewşa baş'
10:03 Endamên meclisa ŞBMA'ê yên HDP'î hat binçavkirin
09:49 43 xwendekaran çîrokên xwe di pirtûkekî de gihandin hev
09:02 Prof. Dr. Abbas Valî: Astengiya mezin a li ber yekîtiya neteweyî berjewendî ne
09:02 Li Girtîgeha Kirikkaleyê nahêlin girtî biçin hewadariyê
09:02 'Divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike
09:02 Nerazîbûna mêrdîniyan a ji bo buhabûna fiyeta avê: Ma me şaredarî xistiye bin deyna?
09:02 Doza Kişanak û Tûncelê ji nû ve dest pê dike
09:02 4 TL ceza li kujerên wê birîn, dosyeya wê hîn jî wek xwe yî berê ye
09:02 'Şahidê nepen' bilind firî: Digotin 'Em şer bikin, bikujin, her derê serobino bikin'
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2020'AN
11/01/2020
16:56 HDK'ê: Divê Keşîş Aho demildest bê berdan
16:26 Di sala 2019'an de hezar û 736 karker mirin
16:06 Temellî: Heta rêveberiya herêmî demokratîk nebe, rêveberiya navendî demokratîk nabe
15:48 Polîsan mudaxileyî xwendekarên zanîngehê kirin
15:36 Tekane daxwaza girtiyê nexweş Kiran berî bimire dayika xwe bibîne ye
15:34 Di qomayê de ye lê nayê berdan
15:21 Xizmên windayan: Rastiya windayan a di arşîvan de veşarî aşkera bikin
15:03 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser komkujiya Basayê: Hestiyên me bidin
14:42 Keleka penaberan noq bû: 12 mirî
14:17 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Xistina balafira rêwiyan sûcê mirovahiyê ye
13:19 Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e
13:15 Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin
12:32 Komxebata ziman dest pê kir: Ziman û çanda me bi pişavtinê re rû bi rû ye
12:00 Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe
11:31 Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev
11:30 Bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan: Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye
11:22 Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin